1. bajarê herî mezin yê tirkiyeyê ku demeke dirêj lê jiyam. |
|
2013.06.27-23:52 |
simurg56
![]() |
2. bajarê ku xortê kurda li wir evîndarê keçkê kemalîst dibin |
|
2013.07.25-16:18 |
xewnname
![]() |
3. bajare ku 16 sedsala bênavber paytextî kiriye. (b. z. 375 - p. z. 1923. Bajarê herî zêde ku kurd lê dijîn Stenbol E. |
|
2013.07.25-16:27 |
seydayê_peyvan
![]() |
4. bajarê ku min navê xwe li ser bircên wê kolaye û ev tişt zêde ne "kolay" e |
|
2013.08.22-22:26 |
quto
![]() |
5. bajarê ku ez ji gelek welatan jî bigerim dîsa bê wî nikarim bijîm e... |
|
2013.08.23-17:24 |
nuçevan
![]() |
6. bajarê ku ez wiha bang lê dikim: "tu çiqas xweşik î gidî!.." |
|
2013.08.24-23:28 |
terkexem
![]() |
7. çaxa ku ez çenek zarok bûm min berê xwe dabûyê, ez heyran û hijmekarê wê mabûm. min ji xwe re got: stenbolê, tu çendî mezin î. |
|
2013.08.25-17:09 |
înano lo
![]() |
8. Bajarê ku meriv di zikê wesayîtê wê de li piya rêwîtiyê dike. |
|
2013.10.01-16:26 |
ceso
![]() |
9. bajarekî ecêbe stenbol. gava ku mirov tê de dijî gelek caren ji ber xirecira wê ti tehmê jê nastîne,lê gava ku jê dur dikevî jî zehf bêrî dikî.stenbol bajarekî sosrete. Yên dewlemend û yên nêza dimirin bi hevdu re dijîn lê tişta min matmayî dike ev herdu kes jî jê hez dikin. |
|
2013.10.12-11:34 |
morîko
![]() |
10. bajarê ku populasyona kurd herî zêde tê de dijîn... |
|
2013.10.12-13:10 |
mem alan
![]() |
11. stenbol "îlk goz axrima min e qardasim", cara ewil ez li wir ketim paxila keceke tirk û cawa bêjim, sefetahimîzî yapmistix! Hey bajarê herî mezin ê kurdan ku li wir wek bûzê dihelin hey.... |
|
2013.10.12-14:13 |
dîno
![]() |
12. hemû mirovên cara pêşîn tên li vir wiha dibêjin "stenbol tu mezinî an ez?" lê belê demeke kurt dûv re li hemberî mezinahî ya stenbolê li ser qûna xwe dikevin. |
|
2013.12.04-11:53 |
nazim tolhildan
![]() |
13. bajarê ku jê re dibêjin; faşîstanbul, kapîtalîstanbul, sosyalîstanbul... |
|
2013.12.04-14:58 |
mîrêhekarya
![]() |
14. hek li tirkiyê bajarekî hebe, ew stenbol e; yên din gişa gund, dibe ku bajarok in. lê wekî tevfik fikret gotiye, lê jineke biyê bakire ya ku ji çel mêr maye. |
|
2014.02.09-21:52 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
15. (bnr: stembol) |
|
2014.02.09-23:44 |
dastanekkevin
![]() |
16. kî çi bêje, bila bêje bajareke xweş e lê nayê wê wateyê ku ji ber xweşiya vî bajarî divê kurd dev ji xewn û xeyalên bavûkalan yên bisalan berdin û xwe bispêrin argûmantên wek nizanim çend milyon kurd li vî bajarî dijîn êdî ne mimkun e ku kurd û tirk ji hev werin veqetandin filan.. |
|
2014.02.21-03:46 |
endazer
![]() |
17. bajarê mezintirîn û navdartirîn ê tirkiyeyê ye min tucar neçûye û nedîtiye ya rast min di xewna xwe de jî nedîtiye qet nizanim cihekî çawa ye lê ew ê bibe bajarê min ê nû ku dê kêmtir 5 sal têde bijîm. ji ber ku min kpss qezenç kir û ez ê li stenbolê li hêla anatolyayê di nexweşxaneyeke de dest bi teknîkeriyê tendurîstiyê bikim lê kîjan semt û tax e hê nediyar e jixwe pê nizanim kîjan baş kîjan xerab in bi tenê dizanim ku kadikoy heye bi nav û deng e di nav taxên girava anatolyayê de |
|
2014.03.16-21:42 |
ferhenga şikestî
![]() |
18. bajarê ku min çar salên ciwaniya xwe ji bo xwendina lîseyê lê bihurandiye.. |
|
2014.03.16-22:43 |
endazer
![]() |
19. Bajarê ku hemû emrê min di tê de derbas bûye û mixabin welatê xwe zêdetir nasdikim e. Heval û hogir û malbat û evîn û nîvê jîyana min hê li wir maye. |
|
2014.03.16-22:56 |
nazim tolhildan
![]() |
![]() |
tirşik translate [1] |
![]() |
nûbûnên di tirşikê de [14] |
![]() |
tirşik translate [1] |
![]() |
xelîl xemgîn [1] |
![]() |
tirşik translate [1] |