Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
dizên amedê - tirşik
dizên amedê
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. ew bênamÛsen ku yek ji wan duh 70 lira perÊ min dizîyene. min mirov qasÊn wan zalim u bÊşeref nedÎtÎye. li alîya dinê ezÊ dev ji pÊsîra wan bernedim. ew perÊ min bibe kÛL, şehr u mirin bikeve canÊ wan malbata wan u heskirîyÊn wan.



11.01.2014 17:27 | por gijik

2. mixabin tenê beşek ji dizên kurd in.

li hemû metropolên ku kurd lê ne, bi hezaran dizên kurd hene.

lê -weke mînak li mêrsînê- êdî wisa lê hatiye ku mirov xwezî bi dizehiya wan tîne. ji ber ku berê zêdetir diçûn taxên tirkan û dizehiyê li wir dikirin, loma ji me re tenê rûreşî bûn. lê êdî dev ji dizehiyê berdane û dest bi tiryakfiroşiyê kirine û mixabin ji bo vî karê xwe yê qirêj jî taxên kurdan kirine navend. wisa lê hatiye ku ji taxên tirkan xortên tiryakkêş tên li taxên kurdan barê xwe distînin û diçin.



11.01.2014 17:32 | simurg56

3. kesên ku hema bêje nîvê amedê ne *li amedê enflasyona van kesan hene.

lê ev gotinên min tenê li gor tiştên min bihistî ne. tu caran nehatiye serê min. vaye 5 sal in li amedê dijîm heta niha ne yekê li sûkê cizdana min diziye, ne yek ketiye mala min, ne jî yekî telefon an jî çanteya min diziye. an ez gelek bi bext im an jî ne wekî tê gotin e. an jî dema mirov haj xwe hebe bi ewlehî tevbigere tiştên tên serî jî mînîmalîze dibe.



13.01.2014 00:01 | brusk56

4. Dizên ku ev nêzikî 4 sal in nêzîkî min nebûne ne.. înşellah ez li rasta wan newim jî..Ji beriya naha 3 (sê) li ber asansora apartmana ku em li diman e hevalê me yê malê zeft kiribûn û cuzdan û telefona wî jê standibûn. Lê piştî çend rojan polîsan ew diz girtin û li ser wan doz (bi tirkî dibêjin kamu davasi) hate vekirin.. paşî birayê yek ji wan dizan hate mala me û uzrê xwe ji hevalê me xwest û gote ku birayê wî ti caran dizî nekiriye û di firinekê dixebitê.. Ez ne şaş bim nêzîkî 100 lîre pere jî da hevalê me..



13.01.2014 00:33 | nan û av

5. dizên ku ji beriya naha 3 salan li taxa koşuyolu ya amedê pêşiya hevaleka me ya ku em di heman cihî de kar dikin girtibûn û ristika wê ya zêr a di stûyê wê de qetandibûn û jê dizîbûn e..Ev e çend diz li dora hevalên min digerin lê şikir ji xwedê re hê bela xwe li min nedane..



13.01.2014 00:37 | nan û av

6. dizên ku ne dewlet ne ji asayişa ciwanên kurd (bnr: ydg-h) nekarine wan biqedînin ji ber ku roj bi roj weke mêşan xwe zêde dikin û xwîna welatîyên xwe vedixwin.



13.01.2014 12:29 | karmatî

7. keriya ku ger polîsên tirkan ne şîrikên wan bûya, hê ji pkk an jî ydg-h'yê re nemayî, wê gelê kurd ji holê rakirana. lê mixabin ji ber ku karê wan li cem dewleta tirk, îşeke fermî ye, weke qorîciyan ew jî bi kuşîtinan xelas nabin.



13.01.2014 22:42 | simurg56

8. hÊ pÊrgî wan nehatime lÊ di derûdora min de kesÊn ku pêrgî wan hatine hene her ku diçe zÊdetir dibe kolanên amedê di navbera xwe de dabeş kirine û hemû bûne wek çete ji ber vê yekê kes newêre dengê xwe ji wan re bike wek mînak bûyerekî qal bikim îsal du hêb diz kalekî şeşt sali avêtibûn ber kêran di ber çavÊn pazdeh kesî de û yek camÊr jî destê xwe nedaye û difikirim çima bide? ji ber ku îsal di ber deriyê mêrdînê de dizek çû çanteya jinikek dizî lê camêrek zebeşfiroş nehîşt bireve lÊ rojekê din du kesÊn bênamûs hatin û rebeno kuştin amed tevlihev bûye û herkes ketiye etra canê xwe heta ku kurdistan rizgar nebe û di vÊ warÊ de polîtîkayek tund nayÊ meşandin ne pêkan e ku ev pirsgirêk jî çareser bibe



14.01.2014 12:38 | ferhenga şikestî

9. yê kû dibêje "vaye 5 sal in li amedê dijîm heta niha ne yekê li sûkê cizdana min diziye, ne yek ketiye mala min, ne jî yekî telefon an jî çanteya min diziye" JI HEYE:

dizên ku cizdanÊ wî bidize wê deynÊ qartÊn wÎyÊn qrediyÊ bide, yê bikeve mala wî ku di nava ewqas qirÊjayîde xeznoka wî bibîne ewê 10 lîra bixê,yê ku çenta wî bidize divÊ notên wîyê beşa tıpê bixwîne. ji ber wi qase ez dibÊjim diz bi aqilin û dewlemendin wek min tenÊ dişêlînin*)))



14.01.2014 22:27 | por gijik

10. dizên ku hejmara wan bi rastî jî gelek e.

li gor nivîsa li jêr, li amedê 12.000 kes ji diziyê xwediyê sabiqayê ye . ê weke tê zanîn dizên amedê ji xwe ne xema polêsan e. xwedê zane çi qas hene ku qet nehetine girtin.

çîroka dizan ;

http://www.aljazeera.com.tr/imzali-haberler/ya-kap-ya-ol



29.01.2014 12:01 | brusk56

11. yek jiwan dizan li amedê tê telefona xwandekara kurd a ji bajarekê din ê kurdistanê hatî û li amedê dixwîne ji ber guhê wê dizî û serde jî şimaq lê dayî.



29.01.2014 19:15 | xendekî

12. ên ku wisa xûya dike ku bûne sedema betal kirina fûara pirtûkan ya amedê ya 2015an ..



04.11.2014 00:34 | brusk56

13. yên ku bûne sedema reşbîniya min a derbarê ciwanên amedê yên; şalikên teng, solên buha,êlekên milkurt.



04.11.2014 14:54 | renas

14. çirokek li ser wan dizan weha ye:

rojekÊ mirovekÎ mÊrDÎnÎ berÎka xwe tujÎ qaşÛlÊn pÎvazÊ dikÊ Û diçÊ amedÊ. armanca wÎ ew e ku biceribÎnÊ gelo dizÊn amedÊ ewqasÎ jÊhatÎ ne an na. 2 rojan li nava amedÊ digerÊ Û kes perÊ berÎka wÎ(qaşÛlen pÎvaze) nadizÊ. paşÎ diçÊ qehwexaneyekÊ da ku çayekÊ vebixwe. dema ku çaya wÎ jÊ re tÊ dibejÊ xwediyÊ qehwexane:

- xelkÊ mÊrdÎnÊ digotin ku dizÊn amedÊ pir jÊhatÎ ne. qet derew e. ev 2 roj ku berÎka min tujÎ pere ez li amedÊ digerim lÊ tu kesÎ pereyen min nedizÎn.

- de bes derewan bike heval. ev 2 roj in amed hemi behsa pivazÊn di berÎka te de dikÊ.



ÊdÎ hesab li ba we *



04.11.2014 18:14 | malmirato

15. bÛne sedema gotinên wisa:

- amed ciheKî pir xweş e û mirovên wê jî pir baş in.

- yaw he he, ez salekê li wir mam û tiştekÎ min bi min re nema. Hemû tiştên min ji aliyê dizên amedê hatin dizîn!

- ...



04.11.2014 21:19 | mergehez

16. dibe ku dizên amedê pir navdar bin, lê ji xwe, mixabin dizî taybetmendiyeke kurdan a neteweyî ye.

(bnr: tatbetmendiyên gelan yên neteweyî)



05.11.2014 12:40 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» dizên sola

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî