Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 55 peyam
sabah el xeyr - tirşik
sabah el xeyr
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ji alî melayê cizirî hatye nivîsandin. û li wê çaxê me de ; zûber salîh wî xwend û kire stran. pir romantik e. wekî mêrên kurd *



08.01.2014 02:55 | pispor

2. (bnr: sibiha we bi xêr)



08.01.2014 17:06 | saladin

3. helbesteke melayê cizîrî ye ku di demeke jixweçûYi de hatiye nivisîn. anku wisa bi coş û peroşeke bêhempa hatiye nivisîn ku mirov nikare bi awayekî normal îzah bike.



were pêşber melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe

bi şefqet ke liqayê xwe mela nemrit bi dayê xwe



09.01.2014 01:57 | ceso

4. peyva bi erebî ye. gellek kesên kurd tevî min vê peyvê ji strana zubêr salih de bîhistine.




12.08.2015 21:10 ~2017.08.23 00:55 | berxweda

5. helbesteke melayê cizîrî ye ku ji aliyê Payam Azizi û kamkaran ve jî hatiye strîn.





22.08.2017 00:19 | sloujouc

6. bi erebî beyanî baş e. gava yekê got sebahul xêr, kesê himber dibêje sebahul nûr.

helbestek melayê cizîrî ye, zubêr salih xweş strandye.


te allallah çi zatî tu çi wî şîrîn sifatî tu
ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu





03.04.2020 09:29 | hespêsor

7. Bi alfabeya xwe صباح الخير tê nivîsîn.



03.04.2020 13:15 ~13:16 | xabûrî

8. hinkes dibêjin ji bo xwedê hinkes jî dibêjin ji bo yara xwe daye der vê helbesta xwe , ne diyar e
ka ku melayê cizîrî bijîa niha da ku me çend pirs û pêşniyar ji standi bûna .



04.04.2020 01:44 | shwinsherm

9. ji devê nivîskar û lêkolînerê Cizîrî abdullah yaşin
melayê Cizîrî hem li medreseya sor mûderrisî kiriye pê re jî li qesra enderûn ya Cizîrê ders daye zarokên mîrê Cizîrê. Piştî vê helbesta wî hin kes gilheyê melê li cem mîrê Botan dikin dibêjin mela dil ketiye keça te û ev helbest jî ji bo wê nivîsandiye. Mîr çawa pê dihese mela dide girtin û sê roj û sê şevan îşkencê lê dike. Pişt re derdikeve holê ku bêbextî li mela hatiye kirin, mela ji van buxtan û bêbextiyan berî ye. Mela tê berdan lê Mîr ser milê xwe re nabe ku jê re bêjin neheqî li melê kiriye. Radibe mela sirgûn dike dişîne Diyarbekir. Mela bi qasê 7-8 salan li Diyarbekir dimîne. rojekî nameyekî ji bo mîr dinivîse ji bo mîr lê bê rehmê û bihêle ku vegere ser axa xwe. nameyê dike nav çîtekî, çît ji herdu aliyan ve şima dike û davêje çemê Dîcleyê. Qesra mîr anku birca belek ji xwe li qeraxê Dîcleyê hatiye çêkirin û tê de rezê Mîr heye û di nav rez de jî birkek heye. çîta ku nameya mela tê de ye ji Diyarbekir birê dikeve û tê xwe digihîne heta nav vê birkê. xulamekê Mîr vî çîtî dibîne û ji mîr re dibe mîr çawa nameyê dixwîne, ji ya xwe poşman dibe, li mela tê rehmê, qasidan jê re dişîne ji bo vegere Cizîrê. Mela jî vedigere û heta dawiya emrê xwe li Cizîrê dimîne. Mîr ew qasî qedr dide mela ku dema mela dimire wî jî di hewşa medresa sor de li cem malbata Mîr defn dike.



05.05.2020 04:48 ~04:50 | endazer

10. Helbest û strana ku min ji hevalê xwe re vegot û risteya li jêr jê re eşkere kir. Camêr pir hez jê kir. Min got wê bêje ka dîwana melayê Cizîrî bide min bixwînim. Nişka ve hilweşa û got ez ê vê bişînim florta xwe.*

sebahul xeyrî mesta min,letîfa cam bi desta min
xumar û meyperesta min,tuyî meqsûd û qesta min



05.05.2020 13:32 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» sabah kara

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî