Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
em çima di tirşikê de binîvîsin - tirşik
em çima di tirşikê de binîvîsin
(19) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. pirseke, ez bawer dikim ku gelek bersivên wê hene. bona pêşxistina tirşikê, divê her nivîskar li gorî xwe bersivekê bibîne.

ji bo min; kêrî hînbûn û nivîsandina kurdî tê. ez dibînim ku roj bi roj kurdî a min peş de diçe. ji bilî wê, tirşikê misyoneke girîng girtîye li ser xwe, lewma divê em alîkar bibin ku tirşik berdewamî û serkeftî be.



07.01.2014 13:09 | nazim tolhildan

2. pirsa ku ez wisa dibersivînim ;

ji ber ku tirsik.net ji bo pêşxistina zimanê kurdî derfetek gelek baş e. ji hê niha bû çavkaniyek. li alê din, şûna em bi zimaneke din, li platformên weke facebook û twitterê de lotikan biavêjin û gûftûgo bikin, em di tirşikê de bi kurdî vê yekê dikin, him berhemek derdikeve holê him jî zimanê me pêşve diçe.



07.01.2014 13:32 | brusk56

3. ji ber ku em kurdin ! her gel bi çanda xwe bi biwêja xwe gel e.ji bo vê gelek giring e nivisandina di tirsikêde.em sibê heya êvarê bibêjî em kurdî em kurdistanê dixwazî jî nabe.ji bo ku em weke kurd rojeva xwe diyar bikî ev gelek giring e.bi nivisandina tirki em tu car nikarî rojevê diyar bikî emê her tim bibî duvrupa rojeva tirkan.



07.01.2014 13:34 | feqiyêteyran

4. mirov dikare di çend xalan de bibersivîne;

a yekem ji ber ku em kurd in.. niha dibe ku yekî/ê derkeve bibêje ku li gor vê bersivê divê kurd hemû werin û binivîsîn. na kekêcan qesta min ne ew e gava ku te dît li cem te kesî/ê kurdîzan heye ger ku tu bi wî/ê kesî/ê re bi tirkî bipeyivî tu nexweş î.. ev her du rewş dişibin hevudu eger tu înternetê bi kar bînî û derfeta ta ya kurdî xwendin û nivîsandin hebe û tu cardin emelên bi tirkî bikî tu dîsa nexweş î. ez tirşikê wek şans dibînim

a duyem ji bo pêşxistina zimanê kurdî. ziman ne tenê ji ferhengê pêk tê ger ku ziman neyê xebitandin dixisire dimire ji ber ku ziman astatîk e çiqas were xebitandin ewqas pêşvê diçe

a sêyem ji ber ku platformek azad e. ne girêdayî rêxistineke ye lewma tu dikari bêtirs û bê'ecizî binivîsî ev pirr pirr girîng e. dema ku hevalê te yê jidil jî xwe wek nûnerê rêxistineke bibîne tu nikarî bi wî re jî bipeyivi

a çarem ji ber ku tu dikarî bi kurdî binivîsî û bixwînî ger ku ji destê te ji bo vî zimanî reben tiştek bê û tu nekî tu dîsa nexweş î

a pêncen pêşvebirina zimanê xwe ango ne tenê ji bo kurdî û kurdistanê ji bo xwe jî divê bixebitî

a şeşem ji bo ku bikaribî bi kurdî xembar bibî û bikenî*)))



22.01.2014 23:14 | ferhenga şikestî

5. qandê ku ma tirshik virazî ma yê nusenê, ez pê hesîyaya ku tirshika shima bêtahm a embazêno, çimkî tede kes bi dimliya delal nênuseno û mi washt ku tahm eza biresê hawara shima û tayn tahmê ci weş bikera. De hayde ma heminan rê afîyet û şeker bo brayêno:-)



23.01.2014 21:23 | prode_pasha_chinyo!


7. Gelek sedem henin lê dixwazim bi kurtasî yên herî sereke rave bikim;
1- Bona ku komek mirovê xwedîyê hin hevpariyan (ziman, dîrok, êş, erdnigarî) bikaribin xwe wekî civakekî birêxistin bikin divê derfetên hevdu nasînê hebin. Bi sewa tirşikê em dikarin di derheqa gelek mijaran de xwe rave bikin û raveyên mirovên din bixwînin.
2- Dema mirov xwe bi awayekî polîtik an jî hestiyarî li ser navekî pênase dike (w.m: ez Kurd im, ez vegan im, ez budist im felan) mirov dixwaze ku li ser hişmendî û jiyana mirovên din yên xwe li ser heman nasnameyê pênese dikin, bandor bike. Bi sewa Tirşikê ez dikarim fîlmên, pirtûkên, muzika ez bawer dikim ku dê li ser hişmendîya mirovên din jî bi awayekî erênî bandor bikin (helbet ev erênîbûna li gorî îdeolojiya min xwe şêwaz digire) parve bikim.
3- Gotineka pir klîşe heye; dibên ziman zindî ye. Bi min wateya vê ew e ku heya tu zimanekî di gelek formasyonên curbecur de bi kar neynî, ew zimana pêşiyê genî dibe paşê jî hişk dibe diçe. Bi sewa Tirşikê em dikarin zimanê kurdî di gelek formasyonên cuda de bi kar bibînin û ji nivîsên mirovên din fêr bibin.
4- (ez sedemeka pir takekasî ye) Min heya niha keda xwe da hin ferhengên bi zimanê dagirkeran, her çi qasî ziman bi tenê alafa ravekirina fikrê be jî êdî dixwazim keda xwe bidim cimaeta kurdîaxêf, kurdînûs.



10.03.2018 18:16 ~18:20 | jifêzagorda

8. Berê min digot gelo ev ferhengên interaktif bi kêrê dihê. Piştre ez tevlî tirsik.net bûm û min dît ku agahdariyên pir hene û ji bipêşxistina kurdî cihekî taybet e. Li gor min nivîskarên tirşikê hemû jî hêja ne. Gelek Zanyar in.
Ez çima li vir dinivîsim ji ber ku ji bo zanyariya kurdî û bipêşxistina Kurdiya akademîk (birastî jî akademîk) cihekî cihêreng e.
Divê em li vir binivîsin da ku wê rojekê dibe ku agahdariyên li vir bibe bingeha hin xebatan jî.



26.11.2019 23:38 | hesinkar

9. Ji ber ku êdî tu platformek medyaya Civakî bikarnaynim(Twitter, Instagram) û naxwazim ji Kurdan ji dûr bikevim(lê zêde nekevim têkiliyê jî * )



26.11.2019 23:42 | seryasêdilşûşe

10. ji ber ku a li vir tê nivîsandin wenda nabe.
weke mÎnak ev sernivîs beriya hema bêja 6 salan hatiye vekirin û 6 peyamên serî de wê demê hatiye nivîsandin. em aniha hemûyan dibînin û dixwînin.

lê ew tişta te ya li twitter an jî facebook'ê nivîsandî, tu dikarî aniha bibînî. an jî ji aliyê tu kesî ve tê xwendin gelo ?

aha ji ber vê, li vir nivîsandin baş e.



26.11.2019 23:50 | brusk56

11. ji Tirşikê baştir tu kes nizane kul û derdan guhdarî bike!



26.11.2019 23:58 | gulêê

12. Xwedê ji me standiye.*



27.11.2019 00:36 | xelîl

13. Ji ber ku ya me ye.



27.11.2019 00:45 | kajav

14. Pirsa ku doh hevalek ji min re pirsî û min jî wekî li jor hatiye gotin bersiva "Çimkî ya me ye" da.



27.11.2019 02:32 | biaqila malê

15. Bona ku piçekî kela dilê me dayne da ku em jî bejin me dilê xwe tê da rehet kir.



22.04.2020 23:33 ~23:34 | bûtîmar

16. ji bo ku bila çavkaniyek bi bingeh bo zarokên me çêbibe! Em niha fêhma vî yekê nakin lê milyonan kes wê pêşerojek nîz de bi kurdiya latînî binvîse û bixwîne.Tirşik ew dem wê bibe çavkaniyek bê dawî bo her tiştî.



23.04.2020 01:05 ~01:05 | brzn

17. ji bo di pêşerojê de zarokê min an jî neviyê min nebêjê min; zarokên xelkê diçin marsê lê hûn hê nizanin bi zimanê xwe bijîn ಠ_ಠ



28.04.2021 01:10 | merwano

18. Ji bo nevîyên min î siberojê wek gûra baz nedin min û tif li ser çavên min nekin. Li hemberî pîrika xwe yî zimanhez, netewperwer bi rûmetî rabin, û xwe ji rêya wê qût nekin. Bejna xwe bi tevger û xebatên wê bilind bikin.



28.04.2021 02:33 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çima ez ecem im
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî