1. Amûde an jî Kanî Dara yek ji kevintirîn bajarên Rojavayê Kurdistanê ye. Bajarekî navçeya Qamişlo ye, ser bi parêzgeha Hesekê ye û nêzîka 30 kîlometran dikeve rojavayê Qamişloû 80 kîlometre dikeve bakur‑rojhilatê Hesekê. Hejmara nişteciyên bajarê Amûdê (ligel 156 gundên wê) nêzîka 200.000 kes e. Li gundên başûrî bajêr hejmareke mezin a Kurdên Êzdî dijîn. 13-ê çiriya paşîn a 1960-ê di şewata sînema Amûdê de, ku hikûmeta Sûriyê wek berpirsyarê wê hat tawanbarkirin, nêzîka 200 xwendekarên dibistanê mirin. |
|
07.01.2014 13:07 |
brusk56
|
2. (bnr: deng ji amûdê tê tu xwe li vir dihêjînê) * |
|
07.01.2014 20:33 |
gêjê
|
3. bajarê ku li ber dilê min pir şêrîn e. |
|
08.01.2014 10:27 |
gulan
|
4. bajarê bişev ji mêrdînê ve xuya ye. berê li ser rêya qoser-nisêbînê ve jî xuya dibû lê ji ber dîwarên tirkan çêkirine nema baş xuya dibin. |
|
05.01.2020 21:00 |
berxweda
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |