Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hesekê - tirşik
hesekê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Bajarê Hesekê an Hesêçe (bi erebî, al-Hasakah), ne ji zû de hatiye avakirin, tu dikarî bibêjî ji sed salî û vir de ye, bajarê kar û xebatê ye. Nifûsa wê nêzîka milyonek û nîv kes e û di ware hejmarê de şeşemîn parêzgeha Sûriyê ye. Çandinî bi hemû cûreyên xwe lê dibe. Genim, ceh, nok, garis, nîsk, kuncî û pembû ji aliyê dar û fêkiyan de jî gelek darên fêkî lê çêdibin wek tirî, hinar, sêv, hejîr, xox, tû û hirmê, lê tu guhdan li vî bajarî nebûye ligel ku çavkaniya petrola Sûriyê û ya genim, ceh û pembû ye.



Hejmara Kurdan li hundirê bajêr ji sedî 60 e, li derveyî bajar ji aliyê bakur de rê ya Amûdê bi tevayî Kurd in, rê ya Qamişlo ya bakur ew jî wiha, lê rêya Hesîçê-Qamişlo a jêrîn hejmareke mezin li başûrê rê gundên Ereban hene. Herwiha Ereb, Suryanî, Ermenî, Turkmen û Çeçan jî lê hene.



Di serhildana 12 Adarê de ya sala 2004-an Kurdên bajêr ew jî mîna birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê serî hildan, di encam de du şehîd û bi dehan birîndar çêbûn. Mixabin Ereban bi alîkariya hêzên ewlekariyê ziyaneke zor gihandin miletê Kurd, mal û milkên Kurdan talan kirin. Mîna zemanê bav û kalên xwe dest dirêjî dikanên Kurdan kirin, bi milyonan perê sûrî li Kurdên sivîl xisar bû.



çavkanî ; Wikipedia



07.01.2014 13:05 | brusk56

2. bajarê ku li gor nûçeya rudawê, bi temamî ketiye destê ypgê de.

qamişlo, navçeyekî vî bajarî ye. min heta niha vê yekê nedizanî.



01.08.2014 16:18 | brusk56

3. mixabin ku îro xwînxwarên ku ji xwînê têr nebûne û wê nebin jî, li hesekê bombe teqandine..

li dû vê bobelata mezin tê gotin ku ji zêdetirê 36 şehîd hene..

xwudê nehêle, xwudê nehêle, xwudê nehêle..



Here lînkê



20.03.2015 21:22 ~21:25 | ferhenga şikestî

4. bajarê ku ji daîşê rizgar bûye:

(bnr: 01.08.2015 rizgarkirina hesekê)



02.08.2015 22:59 ~23:00 | xendekî

5. bajarekî kurdîstana rojavaye bajarê pirahî kurd lê dijin. bajarê di dema 01.08.2015 kontrola wê ji daîşê hatîye sitendin û ketîye destê ypg ka bira bi xêrbe.



03.08.2015 11:52 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hesekê

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî