Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
gotinên li ser bûkan - tirşik
gotinên li ser bûkan

Navê mijarê ya ewil ev bû:gotinên li ser bukan
(7) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. buka mamê her roj li hemamê,buka xalê berxika malê,buka xaletê her roj li dawetê,buka metê li ser pêtê =)



06.01.2014 23:13 | feqiyêteyran

2. (bnr: bûkê tir kir bûk xeyidî)



06.01.2014 23:16 | simurg56

3. Gotineke pêşîyan ya dê ji bo bûkê gotîye:

(bnr: min mezin kir bi çiçikan, bûkê hat bir bi navranan)*



06.01.2014 23:35 | nazim tolhildan

4. bûkê nizane bireqise, divê cihê min teng e.

nîşe: sernivîsk gere "bûkan" be



10.05.2020 00:52 | afa

5. -bûka malê hom e, xwelî li serê me kom e
-bûk e, pepûk e
-bûk li ser hespê ye, kes nizane qismeta kê ye



10.05.2020 00:55 | roberz

6. Bûkê ne zar ziman, xasîyê ne dîn îman



10.05.2020 01:13 | fatoş xanim

7. me bûk anî bi lez û bez, sivika malê dîsa ez.
gotineke xweş e û bi gazind e. mirov, ji bo karekî yan pêwîstiyekê carnan hawara xwe bi kesekî yan bi tiştekî tînin û ew kes an tişt dema bi kêrî tu tiştê nayên, mirov neçar dimînin ku karê xwe, bi taqetê xwe bikin, bibin heta serî.
carnan dema em di şuxlê malê de alikariya diya xwe nakin, diya min bi gazin vê gotinê dibêje. ango ne tenê ji bo bûkan ji bo zarokên bê xêr jî tê gotin. *



10.05.2020 01:35 | xeyda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên stranê ku ji çewt fêmkirinê re guncav in
» serdew

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket cand ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî