Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 15 peyam
    hînbûna îngîlîzî - tirşik
    hînbûna îngîlîzî
    (3) (0) (27)
    di mijarê de bigere

    1. pewist e,lê pir caran dibe serêşa mirov.



    2014.01.05-02:24 | diljan

    2. ev malper ji bo hînbûn û geşkirina îngîlîzî pir baş e.

    http://www.engvid.com/



    http://www.engvid.com/english-lessons/



    2014.01.05-02:43 | diljan

    3. hecî hinakî zanibe ji bo listening ev merik baş diaxive. û binnivîs jî daniye. biker tê.










    http://www.youtube.com/channel/UC8pPDhxSn1nee70LRKJ0p3g



    2014.01.05-02:47 | diljan

    4. ev xaltîk jî ne xirab e.,










    http://www.youtube.com/user/MinooAngloLink



    2014.01.05-02:49 | diljan

    5. ji bo kurdan hînbûna îngilîzî ji ya kurdî hêsantir û rehetir e...



    2014.01.05-15:03 | devliken kelogiri

    6. bi rasti, hînbûna îngilîzî ne evqas zor e, xasma ji bo kurdan.

    bipeyve û bipeyve, tu yê bibînî tu îngilîzî zanî.

    ji bo peyivîn: www.interpals.net



    2014.01.05-22:23 | silan

    7. tişta ku vê serdemê de ji bo herkesî bûye pêwîstiyek. ger tu bijişk bî an jî endezyar bî teqez divê tu bizanî . ji ber ku îngîlîzî zimanê zanistiyê ye.

    ji bo hînbûnê malperek bi navê newsinlevels.com jî heye . ji bo bêhtir agahî hûn dikari sernivîsa wê binêrin .

    see you * *



    2014.01.13-00:00 | brusk56

    8. hinbûna ku min piştî xilaskirina zanîngehê dest pêkiriye ye.di zanîngehê de hema bêje kotekî min dersa ingilîzî derbas kir. lê Dema min zanîngeh xilas kir ez nehatim malê û em mam dera kû min zanîngeh lê dixwend. Wê havîna ku zaningeh xilaS bû, ez çûm qursa ingilîzi û min asta elemantaryê (destpêkê) bi dawî kir. Piştî wan her sê heyvên havînê bi rastî ingilîziya min baş pêş de çû..naha bi hêsanî ez dikarim bi yekê/a ingilîz re bi axivim.



    2014.01.13-00:13 | nan û av

    9. ji bo min tişteke bêdawî ye. di kurdî de û tirkî de (zimanên ku baş dizanim) de tiştên ewqas ecêb hene ku ji bo ku mirov fêhm bike, divê mirov ruhê wê zimanê bizane. dema wisa bifikirim, dibêjim "wellehî ez ê tu caran nekarim vî zimanî baş hîn bibim, hema ez têra xwe hîn bibim bes e."



    2014.01.13-20:21 | simurg56

    10. ez nizanim ji ber pÊşdaraziyÊ ye yan ji ber zorê ye lÊ bi salan min vÊ dersê dît hÊ jî ji biliyê yes okey no what ve peyvek din hîn nebûme



    2014.01.14-12:44 | ferhenga şikestî

    11. ew tişta min ji bo 850 lîrayê xwe daye lÊ ez dîsa nikarim herim qursa wî ye. sedema wî jî dema minÊ vala tinebûne. lÊ ez baverim tiştek gelek xweşe û divÊ hemu destûryarÊ zanîngehê îngilîzÎ bizanin



    2014.01.14-22:31 | por gijik

    12. zimanekî ne ZOR E QASÎ XELKÊ DİBÊJE.. LÊ PİŞTÎ KU MİN BERHEMÊN WÊJEYÎ Bİ İNG XWEND, HİNGÊ MİN GO WELLE TEHMA EDEBİYATÊ TÊ YABO.. MİN EW TİŞT Dİ TİRKÎ DE QET NEDÎTÎBÛ.. BEHSA KURDÎ NAKİM ÇİKU EW CEGER E *



    2014.02.26-19:36 | elomelo

    13. aniha tiştekî pêwist e lê piştî çend salan ji ber ku dewleta serdest dê bibe çîn dê ev nebe pêwîst. şûna wê hînbûna çînî û kurdî* dê bibe pêwîst.



    2014.02.26-19:40 | mergehez

    14. Here lînkê

    duolingo.com

    wi malper pir alikarbe bo hînbûna îngîlîzî

    hem interaktive hem belaşe



    2015.03.27-17:29 ~17:33]| tîrejên rojê

    15. birastî jî zehmete. ji tirkî vegerinî îngîlîzî yan jî îngîlîzî vegerinî tirkî bêtir /daha pir zehmete.



    2015.04.11-10:30 | shorbevan

    16. di meha tebaxê de dikim ku herim qursê û hînî vî zimanî bibim, erê em kurd divê xwe ji tu tiştî bêpar nehêlin û ji tu tiştî texsîr nekin..

    ez ji tirkbûnê jî ji kurdbûnê jî sar bûme dibêm ca xwe li îngîlîzbûnê biqelibînim bê ka ew tiştekî çito te..

    berê pirr zor dihat û min qe hej ji îngîlîzî nedikir lê aniha kêfa min tê û dema xeyal dikim wa ez bi vî zimanî diştexilim, bi kelecan dibim..

    dema meriv ingilizi zaniba deryayeke bêserûber vedibe li ber mêriv, bi mîlyonan maqalat, rojnameyên navnetewî, nêrîneke berfireh, filmên bi zimanê xwe yê resen, mizûkên xweş û serketî û û gelek tiştên dî



    2015.07.07-00:22 | ferhenga şikestî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    dewrêşê evdî [1]
    Li wêranşarê gundê ereba ku bi navê "edşanê" tê zanîn gora w...
    cibinîk [1]
    Çapûneke di teşeya prîzmaya çargoşe de ye. Weke perdeyekê ye. Havînî d...
    ayasofya [1]
    Avahiya neka dîsa weke mizgeftê hatiye vekirin. Tu dibêjî qey mizgefta...
    çewlîg [2]
    Bajarê ku du roj berê lê bûm. Min nû dît, min bala xwe da mirov û axaf...
    egîd nûser [1]
    Bi navê xwe yê fermî mîna "egîd yazar" jî tê zanîn. Ji axaft...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hînbûna mirinê
    » îngilîziya 'kerê nemire heta qîfar şînbê'

    Kategoriyên mijarê:: ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî