Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
midnight express - tirşik
midnight express
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlmeke kevin e ku mijara wê zilameke tiryakfiroş e ku li tirkiyê dikeve zindanê û tiştên nedîtî tê serî. yanî ez wisa dizanim. fîllmê tirkan li dinyayê rizil kiriye, vê jî zanim.

wextekê ez ketibûm pê, lê min peyda nekiribû.



04.01.2014 16:37 | simurg56

2. eskpresa nîvê şevê.. fîlm behsa çîroka rastÎn ya billy hayes dike.. ji aliyê alan parker ve hatiye kişandin û mijara xwe ji pirtûka nivîskarî ya bi heman navî distine.. çîroka rastîn di sala 1970an de qewimiye û fîlm jî di sala 1978an de hatiye kişandin.. di fîlmê de billy hayesê amerîkî ji ber ger û geştê serdana tirkiyeyê dike ligel dergistiya xwe û dema vegere wekê pirraniya turîstên hingî dxiwaze hinek heşÎş bi xwe re bibe, axirê çend kêlo heşÎş bi laşê xwe ve girê dide, lê li balafirgehê ji aliyê asayîşa tirk ve tê kontrolkirin û tê girtin, li stembol dikeve hebsê de.. di hebsê de liqayî îşkence û helwesteka faşÎzan tê.. rewşa ruhî ya serlehengê fîlmê û derdor û atmosfer ew qasî tê dramatîzekirin, dilê mirov ji dinyayê reş dibe.. çend caran xwe lê diceribîne ku ligel çend hevalan tunelekî vekin û birevin, lê xeyala wî û ya hevalên wî naçe serî.. di dawiya fîlmê de komîserek ji bo têkiliya cinsî nêzik dibe, lê lehengê fîlmê keysa xwe jê tîne û komîser dikuje, çekên komîser li xwe dike û ji hebsê dreve..

ekîba fîlmê xwestiye ku fîlmê li stembolê bikişÎnin lê walîtiya stembolê destûr nedaye, ekîbê jî fîlm li girava maltayê kişandiye, û pirraniya aktor û aktrîstên fîlmê ne tirk in, bi aksaneke biyanî ku kenê mirov pê tê bi tirkî diştexilin.. fîlm ji aliyê tirkieyeyê ve tê qedexekirin, lê li seraserê dinyayê eleqeyeke mezin dibîne, û du xelatên akademiyê jî werdigire..

çend ferq d navbera fîlmê û pirtûkê de hene:

- di pirtûkê de lehengê çîrokê di hebsa girava îmraliyê de girtî ye û bi melevaniyê xwe xilas dike, lê di fîlmê de lehengê çîrokê komîserekî dikuje, kincên wî li xwe dike û bi wî awayî xweji hebsê xilas dike..



04.01.2014 18:12 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» midnight express
» express entry

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî