Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 20 peyam
salona atariyê - tirşik
salona atariyê
(2) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. navê mekanên ku bi peretî, makîneyên mezin yên atariyên didan şixulandin, e.

ev makîne bi jetonan dişixuliyan.

niha guh bidin min û ji bo nezanîna vê hîleyê serê xwe li dîwaran bixin: te dît, jetonên van makîneyan bi şikleke xwaromoro bû. ger we kutiya qolayê ya aliminyum peyda bikira, paşê dêniya ser vê jetonê û pêdeşidandinê şiklê wê û jetonê bikira yek û paşê bi meqesekê vê aleminyumê di şiklê jetonê de jê bikira, we dikariya jetoneke sexte lê kêrharî peyda bikira. min bixwe wisa kiriye û dîtiye ku dişixule... lê divê mirov zêde zêde wisa neke ku xwediyê mekanê dîn nebe *



2014.01.04-15:16 | simurg56

2. salonên ku atariyên ji bejna min dirêjtir dihewandin e .

ji bo mirov di lîstikên van atariyantan de serkeftî be, divê bi quwet be jî. erê tûşên wî ew qas mezin bûn û ji xwe xera bûbûn, mirov çi qas bi quwet lê bida ew qas dikaribûya ser bikeve.

ha di vê navberê de mirov hewce ye, ew pîçên ku her dem li ba mirov disekiniyan û digotin "sana geçîm"* ji bîr neke. ji bo jeton beredayî neçe. spî heta êvarê sana geçim sana geçim. dema bidîtan ku yekî di tengasiyê de ye, hema di cî de digotin sana geçim.

em hê jî carinan ji hev re dibêjin sana geçim *



2014.03.11-01:35 | brusk56

3. manyaxî û gêjbûna zarokên sala notî ye :-)



2014.03.11-01:59 | ferhenga şikestî

4. Street fight, mortal combat, caveman, bomberman lîstikên wan ê zêde dihatine lîstin bûn.



2014.03.11-17:39 | hemdilaarda

5. ji bo min cadillacs and dinosaurs (mustafali) e. hema bêje min tenê vê lîstikê lîstiye, yên din hemû derew bûn..



2014.03.11-20:21 | simurg56

6. Mustapha yanî lîstika qadîllak û dînazor tîne bîra min



2018.01.20-00:32 | umed

7. Li xarpêtê
Li zikaka köfteciler sokağıyê çend heb ji wan hebûn. Li binzemînê binayan bûn.
Me çi xeyf dikir bi wextê xwe li wan derana.



2018.01.20-16:59 | cinorek

8. salonên ku hêjî li êlihê hene.



2018.01.21-17:29 | kurdokercewsî

dengdanên dawîn (Yên Din..)
22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê [4]
civîna ku xwezî tevlîbûna min hêsan bûya ez li hêleke vî welatî hov hu...
europa universalis iv [1]
derheqê kurdan de agahiyên kêrhatî dide. (wêne: https://tirsik.net/wen...
komkujiya geliyê zîlan [1]
Îro salvegera komkujiya gelîyê Zîlanê ye. Di 1929an de s...
di dîrokê de îro [3]
îro, 12ê tîrmeha 2020an Bûyer B.Z. 100 – Î...
kurdên femînîst [4]
nîvmayî ye lê ji bo keran destpêkek e: femînîzm/123048 (paldayi: yên jêr ji b...
belki ev jî bala te bikişînin
» salona atariyê

Kategoriyên mijarê:: listikcihaz jiyan zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî