Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kurdên ku ji wan ku hemû dinya bi tirkî dizanin - tirşik
kurdên ku ji wan ku hemû dinya bi tirkî dizanin
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. kurdên ku di nivîs û axaftinên xwe de hevokên tirkî dixin nav û ji wan hemû kurdên dî dê fêm bikin.



04.01.2014 15:06 | dijber

2. kurdên ku, xwezî hinek kurdên ku bi rastî jî tirkî nizanin bihatana û li bin peyamên wan de wan rexne bikirana. lê mixabin ji ber ku aniha nav me de kurdên ji parçeyên din -belkî yek heb tenê jî- tune zêde jî ne problem e. xwezî problem bûya...



04.01.2014 15:18 | simurg56

3. kurdekî wisa tune. ez bixwe jî di nivîs û axaftinên xwe de peyv û hevokên tirkî bi kar tînim. lê îddîayeke min a bi rengê ku hemû dinya bi tirkî dizane nîne. carna jixwehaybûneke pêbawer peyv û lefzê biyanî bi kar tînim lew pêdiviya mijarên teknîkî bi vê yekê heye. ez nikarim ji bo ku herkes jê fehm bike nivîsan binivîsim. jixwe herkes jî nikare bêje ez dixwazim ji her nivîsê te fehm bikim. herwekî hevalekî me yê bijîşk gava ku mijareke tibî rave bike mejbûr e ku ji peyv û têgehê latînî sûd wergire û bi heman rengî di hin mijaran de pêdivî bi peyv û têgehê tirkî jî heye. dibe ku haya hinekan jê tunebe lê ji kurdan gelheyeke mezin li tirkiyê jî dijîn.

herwekî ez bi îngilîzî nizanim lê ez ji hevalên ku mijarên bi serenavên îngilîzî vedikin re nikarin bêjim çima hûn vedikin ez fehm nakim. yanî ez ne mejbûr im her tiştî fehm bikim û jixwe ev yek di qada min a ku bala min li ser e de nîne. lêbelê hin kurdên serhişk dibêjin qey zanîna wan wehiy e û qet şaşî tê tuneye lew hima çi tê berdevê wan rodikin holê.



04.01.2014 20:30 | ceso

4. (bnr: başqan)



04.01.2014 20:54 | dijber

5. Hemî dinya na lê ji wa ye hemî Kurd bi Tirkî dizanin û dema peyamekê an jî şîretekî li Kurdên parçeyên din dijîn dikin Tirkî bi kar tînin. Bi taybetî hevalên derdora HDP'ê.



23.11.2019 00:40 ~18:45 | nan û av

6. Mîratê nizanim kengî bû em li rojnameya kurdî bûn. Nivîskarek ji derveyî welêt hatibû û zaroka wî bi tirkî nizanîbû. xebatkara jin a berpirsîyar gelekî li ber wan ketibû ku zarokan çawa bi tirkî nizanîbûn. Weytîîîî weytîîî

Bavê teyar, “ez ne li ber xwe Dikevim. pêxemberê me bi turkî nizane ez li ber wî dikevim”



22.01.2020 00:26 | oceancr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku ji pîlaqayên tirkan hez dikin
» wanî
» hemûyan bixwîne
» dinya bi dorê ye ne bi zorê ye
» tirkî fikirîn û kurdî gotin

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî