Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tiştên ku kurd pê teqlîda tirkan dikin - tirşik
tiştên ku kurd pê teqlîda tirkan dikin
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tiştên ku nîşana xwekêmdîtinên ne û nîşana ku kurd dibêjin em nikarin tiştekî nû biafirînin.

çend mînak: tolaz kopya zaytûngê bû lê hingî teqlîdkar in zimanê tolazî jî kirin tirkî.

tirşik teqlîda ekşîsözlükê ye lê min hîn hêviya xwe wenda nekiriye.

(bnr: baatin) qaşokurdan çûne û kürt baatin. ê ka ew çi kurd e yê ku bi tirkî diaxive.



04.01.2014 04:12 | dijber

2. Dawet (dîlan)ê kurdan da leyîstina mîsket ê.

(bnr: Îmana min jê diçe)



25.04.2016 22:52 | bûtîmar

3. kurdî xeber nedan. herî zêde bi vê yekê teqlîda tirkan dikin.



25.04.2016 22:58 | azadixwaz

4. (bnr: nijadperestî)



26.01.2018 14:39 | cûndûllah el-kurdî

5. zarokên xwe bi tirkanî mezind dikin.



15.07.2018 15:31 | bûtîmar

6. Bi raya min teqlîda herî berbiçav ew e ku; him kes hemû mêrperestî, dijmintî, korefehmîyên li Ekşî Sözlüka tirkan dixwînin tên li Tirşikê dûbare dikin. Bo nimûne li ekşîyê de hezaran sernivîsên rasterast zayendperestiyê dikin, dijmintiya jinan dikin, jinan li gorî kêfa xwe kategorîzê dikin henin tu dibînî hema hema eynî peyam li tirşikê jî tên nûsîn.



30.07.2018 16:12 | jifêzagorda

7. Di zimanê Kurdî de deng piranî ji qirika meriv derdikevin, hinek kurd hene piranî ew qîz û jin in gava kurdî xeber didin bîna Tirkî dengê xwe nerm dikin daku xelqê bêje ev ne hirç û hov e, çi kubar e.



31.07.2018 00:04 | mîr

8. Lîbas û moda



31.07.2018 08:35 | elaziz izzetpasa camii

9. mixabin kürk mantolu madonna/111382



18.07.2019 03:55 | tizbîkêş

10. Dema ku wek tirkekî nebin , nabin bixwe.Mixabin dema ez piçûkbûm min dixest ez dewlemend bim min dixwest ez bibim xwedî tirimpêlekî , ji bo tiştên baş min mînaka tirkan didît.Jixwe televîzyonê de her tişt bi tirkî bû hertişt dema ku bir tirkî bibûya xweştir , baştir dibû.Erê min xwe wî nexweşîyê zûda xilas kir lê yên ku bi wî nexweşîyê dijîn pirr in.



25.01.2020 21:03 | brzn

11. di malperên civakî de behs kirina ezmûnên wekî kpss niznmçik. min çend heb dît: "yîhaaaa ezmûna ku ezê bikevim ee :/" ehehehe şevbaş memûr xanim *



20.11.2021 02:40 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku tirşikvan niha dixwin
» kurdcell
» pêşniyaz bo kesên ji hezkiriyên xwe veqetiyane
» tirkan şoray

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî