Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
kürt böreği - tirşik
kürt böreği
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Boreka ku ne ji wê bûna wê nîvê tirkan serê siban birçî bimana. Îcar wan salên berê hinek nijadperestên tirk ên kumreş qebûl nedikirin ku vê îcadê jî bibe para kurdan û li pastexaneyê xwe wê weke " küt böreği " dinivîsandin.



03.01.2014 23:45 | ceso

2. mijara ku hewce bû vê saetê de nehatibûya vekirin.

em birçî ne arkaaş. ez ê niha ji ku bibînim boreka kurdan ?



04.01.2014 00:21 | brusk56

3. kilora ku hê jî nizanim ferqa wê ji kilorên din çi ye? û çima ev nav lê hatiye kirin û eger wekê ku tê îdîakirin aÎdê kurdan be çima di nav kurdan de bi kurdî navekê taybet yê vê kilorê tunîne?



(bnr: qehweya kurdan)



04.01.2014 04:14 | endazer

4. xwarina ku ez bawer im min tenê carekê xwaribû. ew jî li aksaray an jî laleli ya stenbolê bû. erzan bû, xweş jî bû. weke din min li tu derî nedîtiye.



04.01.2014 10:12 | simurg56

5. xwarineke, li bajarên faşist de mubahe ku zêdetir bê xwarinê.



04.01.2014 14:20 | nazim tolhildan

6. Boreka ku bi navê xwe kurd lê hayê kurdan jê tune...



04.01.2014 17:12 | devliken kelogiri

7. hin kesên ku naxwazin peyva "kürt" bikarbînin, navê ecêp lê dikin



04.01.2014 22:42 | xewnname

8. Kêfa min zêde jêr nayê, ji ber navê wê ez carcaran dixwim. Hema gava ez dibêm bîr porsîyon kurt boregî alabilir miyim lutfen kêfxweş dibim.



29.10.2014 01:19 | seydayê_peyvan

9. bi herhal ji çavnebarî û ji faşîzmê ye, li ser borekfiroşekî weke kut boregi hatibû nivîsandin.



29.10.2014 01:20 | seydayê_peyvan

10. navê wî kürt böreği ye lÊ ji Kurdan zehftir tirk dixwên.



29.10.2014 21:04 | sarpimoleni

11. dibe ku navê wê û eleqeya wê ya bi kurdî ev be piçek dirûvê nanê tawê pêdixe wekî din borekek wisa min nedîye, çênekirîye û ne xwarîye li mala xwe ya rastî.



02.06.2015 10:38 | shorbevan

12. Wê rojê min li erzurumê li ser dikanekî dît, nivîsîbûn küt böreği.
ez şaş mam, min di înternetê da lê nihêrî, navê wê bile guhertine. idî gelek cîhan jê ra dibêjin küt böreği * birastî jî tirajîkomîk e



30.04.2019 23:25 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» kürtler.com

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî