Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 25 peyam
teşiyên mijê - tirşik
teşiyên mijê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesteka ehmedê huseynî, li gorî min yek ji qonax Û qehÎnekên lûtkeya asoyên helbesta kurdî ye.. divê, li balafirxaneya demê, dema ku dem di navbera te û yekî din de dilikume were xwendin..



Li balefirxaneya demê,

dema ku hişê demê

di çavên bendemana min de dem digirt...

Li ser sînorên wê velerzîna ku

ji rewrewkê dipijiqî,

min tu hembêz dikirî,

min destên xwe

li ser milên te ji bîr dikirin

Û min asoyên bagera paytextên nenas,

di bişirîna te de vedişartin.

Ez nêzî birîna te dibûm,

nêzî sira bayê felekê

û semageriya gulgenimên matmayîna te dibûm,

nêzî ferhenga taristana dilê te

û barana peyvên mirî yên li ser lêvên te dibûm.

Min gazinên te vedixwarin

û min tiliyên sibehê; yên ji xunava pirsan,

di hinarkên te de radiçikandin.

Min qîrîna xwe,

rivîn

û

şîn

û

rûpelên nalîna xwe,

xewn

û

xwezî û bendergehên birîna xwe,

mirin û talan

û ji hevketina rex û alî û kevî

û kenarên zemîna xwe, li ber destên te radixistin.

Min nehwirîna xwe,

ji gewriya zuha ya dîroka te didizî

û dîsa, bi dizî

min xwe davêt agirdanka bend

û şîretên te.

Kêlên bêzar ên hişê min û te

û

barana bêrîkirinê li hev dibaniyan.

Hêlîn bi hêlîn,

kevir bi kevir,

Axîn bi axîn,

Gav bi gav,

em ber bi rakêşana sermedî

ya jen û jana paytextan ve dihatin

û em li şinşopa demê,

li xwe

li lezegavên rêvingên bêhûdeyiyê temaşa dikin.

Gula ku di koşeya dilê min de

hînî xatirxwestina heval û destbirakan, yar

û hogiran bûbû,

gula ku di goristana

çavlirêmanê de, kêlîkên vegera şehîd

û xoşewîstan dixwîne, gula ku di destê mirinê de

hînî jiyanê dibe,

aniha, wek

nimebarana paytextan

û xwekuştina sirûdan

û reşgirêdana dayikên

serdemên çiyan û pesar û gundan,

mişextiya min û te radipêçe,

navên me di avjîna mirina xwe de

dinivîsîne.



De hil be ey şînîgiriya dayika min!

De di nav dermanên gizingê de

blgevize,

ey hişê ku ji gihayê qonaxan hatiye ristin!

De teşiyên xwe yên ji mijê birêse,

ey paytexta ku

bi xwîna cigareyên penaberan diçûrise!



Li balefirxaneya demê,

dema ku dem di navbera min

û te de dilikumî,

min bi destê êşa xwe digirt

û min dida pey tîrêjên maça te.

Min mirina xwe haş dikir,

min stranên xwe yên şewitî,

pêşkêşî awirvedana qederê dikirin,

min kajên sînga te,

ji ber bagerê didane alî

û min kurtepista xwe di guhén te de dikuşt:

Destê sibehê, beriya bango dîkê taxê,

ez ê pasvanên bajarekî ji toz û xweliyê,

bi qîrîna xwe veciniqînim

û asoyên Ii xwemikurhatinê,

bi kulîlkên xemgîn ên balefirxaneyan bixemilînim.

Ez dê berê xwe bidim duryana bêdengiyê,

qehweyekê vexwim

û çigareyek e jehrewî bikişînim

û li PAGANINI guhdarî bikim,

tembînameya xwe

bi ximava paytextên xwelîreng binivîsînim

û ez ê xwe dahêjim bîra serbir a bîhokên kenê te,

da ku hemû

pencereyên dilê xwe di rûyê mirinê de bigirim

û hevalbendiya giriyê sermedî

di giyanê xwe de biparêzim.

Ez dê ji te re,

ji xwe re,

ji pinpinîkên oxirê re,

ji dengvedona oqyanosan re

û ji qederê re jî

'Lêlê lê dayê, de bila porê serê me herem

û xatûnan kur be, li ser dewrana

a darê vê dunyayê.,'

bibilînim.



EHMED HUSEYNÎ



03.01.2014 22:22 | endazer

2. (bnr: teşî)



03.01.2014 22:23 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» teşiyên mijê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî