Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
terikandin - tirşik
terikandin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yanê "dev jê berdan" , "terk kirin", ji derekê an jî ji civînekê derketin.

carinan di nêzikê vê wateyê de, "lê dan û çûyin" tê bikaranîn.

"dema tiştên ne li gor wî hat gotin lê da çû" .



02.01.2014 15:50 | brusk56

2. ya ku li cizîrê tenê di wateya derformebûna çermî ya ji ber sermayê de têye bikaranîn e..

wekê din bi rastî jî mereq dikim gelo nêzikatiya peyva terk û derk-etinê tenê bala min dikişÎne, di navbera van herdu peyvan de têkiliyeke organîk heye gelo? an tenê tesadûfek e..

eger heman peyv bin min dil heye ku di berdêla terikandinê de, derikandinê bikar bÎnim..



03.01.2014 00:33 | endazer

3. (bnr: terikandina cixarê)



21.01.2014 17:52 | nazim tolhildan

4. ango çûyîna li du bayê xwe.. peyveke pirr xembar e



21.01.2014 20:46 | ferhenga şikestî

5. (bnr: dev jê berdan)

(bnr: dest jê berdan)

(bnr: jê qerÎn)

(bnr: jê geran)

(bnr: bi cih hêliştin)

(bnr: destê xwe jê şûştin)



21.01.2014 23:42 | endazer

6. li ba me. goştÊ zÎndek(heyvan,mirov) tahrÎş bibe jÊ ra dibÊjin.



mÎnak: lÊvÊ min terikÎye



pismam mÊ wÎ (bnr: derizandin)



18.03.2014 16:56 | hun çawane heval:)))))))

7. Bêhtirîn di wateya xwe ya tirkî vazgeçmekê dihê bikaranîn.



10.02.2017 09:29 | darînê daryo

8. Lê teriqîn jî heye . Bo nimûne kewên min teriqîn. Ev jî di wateya xwe ya ji ber tirseke an rewşeke awarte ji hev dûrbûn, an reva bê plan î ber bi ciheke ne diyar î paşê vegera wî nepêkan.



10.02.2017 09:52 | darînê daryo

9. Terikandin jî heye ku em dizanin k yek ji konsonatên pirdengî ye. Terikîn bêhtirîn di wateya xwe ya çermê ji ber sermê tahde dîtî dihê bikaranîn. Ku pirî caran bi vazelîn û nêveayê terikandina wê jê dihere.



10.02.2017 09:55 | darînê daryo

10. di têkiliyên min ên hezkiriyê de bi gelemperî ev tişt dikeve/diket para min. lê belê poşmanî bi dûv re derdiket. û xwestina lêvegerîn û bersiva neyinî ya bi heq a wan. mixabin ez tenê nikarim cixarê biterikînim.



10.02.2017 21:07 | biruya hayao miyazaki

11. Ya ku li pey xwe gelek êş û kelemên nayên tirûşkirin û bîranîn û serpêhatiyên biqîmet dihêle.



28.05.2020 22:16 | xelîl

12. kesên vê tiştê dikin çiqas qolayî tê ji wan ra.
lê kesên têne terikandin li ber dîwarekî stûxwar dimînin û paşê bi hêz dibin jbk wext wana nakuje lê hezkirina dilê wana dikuje.
mixabin mirina hezê dibe "hêz"
hêzeke saxlem.



29.05.2020 00:18 | bûtîmar

13. dev jê berdan
di cih de hiştin

ji bo birînan; qelaştin, kul bûn, der bûn
ji bo erd û axê; bê av mayîn, tî bûn



29.05.2020 01:39 | afa

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» terikandina kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî