Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 12 peyam
    heftenîn - tirşik
    heftenîn
    (1) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. li nav axa başûrê kurdistanê navê herêmekî ye. Nêzî sînorê bakurê kurdistanê ye. Çîroka navê Heftenîn pir ecêv e, li gorî gotinên bav û kalên me Heftenînê navê xwe piştî şerekî standiye. tenûn, li bakurê Kurdistanê zozana eşîra sindiyan bû. Sindî eşîrek başûrî ye. Havînan êla Sindiyan tên Tenûn û zomên xwe li wir didanin, konên xwe li vir vedidin û pezê xwe li vir diçêrînin. Ango Tenun, dibû havîngeha Sindiyan. Salekê, dema eşîra Sindiyan dîsa berê xwe dide zozanên Tenûnê, eşîra goyiyan derdikeve pêşiya wan. Goyî bi sedan mêrên xwe ve pêşiya Sindiyan digirin. Destûra Sindiyan nadin ku biçin zozanên Tenûnê. Li ser vê yekê Goyî û Sindî dikevin hev. Di nav her du eşîran de şerekî mezin derdikeve. Di vî şerê de mêrên hev dikujin, xwînên hev diherikînên û li bedenan birînên xedar vedikin.

    Dawiyê Goyî nahêlin ku Sindî biçin Tenunê. Sindî mecbûr dimînin û paş da vedigerin û diçin li Heftenîna îro bi cih dibin. Wê gavê axayê Sindiyan banî eşîra xwe dikê û wiha dibêje:

    Me nikarî em biçîn Zozanên Tenunê lê ev der, ji heft tenûnan xweştir e. Hewce nake em bi cihekî din ve biçîn. Ji wî şerî û wê gotinê pê de, navê wir dibe Heftenîn..



    2014.01.01-23:30 | endazer

    2. ez jî hatibûm vê meselê bêjim. lê endazer rehn kirye. belê piştî ji herêma goyan mehrûm dibin, herî dawî zozana xwe jî, tenînê, -ew tenîna di heyran jaro de behsa wê tê kirin- ji dest didin û axayê wan "bazê beli" jî tê kuştin êdî diçin heftenînê, dibêjin "wile babo evder heft car xweştire ji tenîn"

    madem endazer mesele gotye, ez êki dî bêjim.
    li gor gotegotan axayê sindîyan yeke simbêlsosin û qeşeng bû, hijxwekirî bû, guhar li guhê xwe dikir. ji axê sindîyan re digotin bazê beli. piştî goyî bi bedxwazî (sûîkast) wî dikujin, diya axa dike hawar dibêje emê biçin ser termê baz, heger guharê wî jêkiribin evne dizin, çeqelin, lê heger guhar jênekirbin nexwe evne eşîrin, di şerê eşîrî de kurê min kuştine. diçin berê xwe didinê guhar jênekirne.
    ji vê bûyerê gotinek pêşîyan derdikeve:
    vi qesê bika guhorî bozî bali bika guhî xwa.
    (vê gotinê bike guharê bazê beli bike guhê xwe )



    2020.05.12-18:30 | hespêsor

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kawa nemir [8]
    nûnerê Anglo-Saksona kurdan e! xew jê re heram e. zimanê wî gelek dewl...
    memikdank [1]
    Peyva ku min cara yekem ji diya xwe re gotibû, pir keniyabû. Ez jî ji ...
    gig bag [1]
    Cûreyeke çente yê mûzîkjena ye. Ji bo enstrumanên xwe bi xwe re biger...
    yekemîn civîna nivîskarên tirşikê a onlîne [1]
    Bila hesabên tirşikê yên sosyal medyayê weşanên zindî çêkin û kesên mi...
    paganîzm [3]
    Kul û derdê birûya hayao miyazaki bû. Têgeha latînî ya di s...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » heftenîn

    Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî