Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 14 peyam
    bêje - tirşik
    bêje
    (0) (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. straneke sîdar e. her wiha navê albûma wî ye jî. albûmê de 9 stran cî girtine.

    strana bêje ji vir dikare were guhdarkirin;










    gotinên stranê;



    hêstrên çavê, ax zarokan

    agirê dilê, ax dayikan

    bêje çawa biçî ji bîra min

    ava laşê li ber çavan?



    bêje bêje bêje

    bêje bêje bêje

    çawa biçî, ji bîra min?



    agirê dilê me, kengê wê sar be?

    ewrê li ser me, kengê beşav be?

    evîna dilê me, kengê azad be?

    evîna dilê me, kengê azad be?



    bêje bêje bêje

    bêje bêje bêje

    çawa biçî, ji bîra min?



    2014.01.01-21:16 | simurg56

    2. raweya fermanî ya lêkera gotinê ye.. yanî dema ku tu ji yekî bixwazî tiştekî bêje ji te re an ji yekî din re, divê tu jê re bifermînî û bêjî, bêje..



    di beşeka helbesteka rênas jiyan de wiha dibihure:



    ''qatên ezmên:

    dendika demê derizî

    şevbuhêrkên cewrik direyin li dû salnameyên seridî

    tu katjimêr ne ewqas mêr e, ku emrê te bihejmêre

    here ji wan re bêje, bera herin ji wê re bêjin

    emrê!..

    tariksela ye!''



    2014.01.01-21:35 | endazer

    3. yanî kelîme. wateyek ev e. wateya din jî mirov dikare bibêje "uslûb" anku şêweya axaftina kesekî. herwekî mirov dikare bibêje " bêjeya filan nivîskarî gellek xweş e."



    2014.01.01-22:09 | ceso

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kurdên femînîst [1]
    helbet rexne li femînîstan were kirin. mîna ku em kurd ji sibehê heta ...
    kurdên femînîst [1]
    jinên ku ji nav civakeke ew qas bavsalar û kevneperest mîna şêran derk...
    kermêş [1]
    Topa ûris li wan bikeve yek nemînin Mala mirov xira dikin, tu tama xe...
    di dîrokê de îro [1]
    îro, 11ê tîrmeha 2020an Bûyer 1405 – (vbnr: Amîral...
    eliyê pûrto [1]
    Kilameke gelêrî ya dengbêjî ye ku navê xwe ji lehengekî bi navê Eliyê ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bejebeje.com

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî