1. Kurdî a wê çî ye nizanim. dibe ku bi kurdî tunebe. lê Bi tirkî jê re "ötenazi" dibêjin. daxwaza mirinê ye. mirineke rind. em dikarin jê re bêjin "mafê mirinê" jî. piranîya dewletan de euthanasia qedexe ye. ev metod, zêdetir ji alîyê kesên nexweş û kûd ve tê tercih kirin. ji bo kesên xewa mirinê de ne, dewsa wan malbata wan jî dikare vê biryarê bide. |
|
01.01.2014 14:51 |
nazim tolhildan
|
2. mijar a fîlma alejandro amenábar e û javier bardem tê de dilîze. navê fîlmê bi tirkî içimdeki deniz e. ji bo tenduristîya derûnnasî ya we tewsiye nakim. |
|
01.01.2014 15:00 |
nazim tolhildan
|
3. mirineke baş. belê ev e wateya resen ya vê gotina ku ji du beşan pêk dihê. |
|
01.01.2014 15:06 |
dijber
|
4. mirinekê ne bi dilê min. ez hêj tênegihiştime ku mirinekê baş e an na? lewre yê ku mirinê bixwaze an ji ber Êş û kolincê dijwar dixwaze an jî ne li hemdê xwe ye. heke em êşên wan xilas bikin, hiş û hemdên wan bînin serê wan dibe ku ew ji mirinê alikarî nexwazin. bi ya min em ji wan re mirinê bixwazin em jî dibin kujerekê. |
|
01.01.2014 16:03 |
bilîs
|
6. peyveke grekî/yunanî ye.. di kurmancî de tê wateya mirina baş û sivik û hêsan.. bi îngîlîzî wek yusineja tê xwendin, tirkan ötenazî ji kû dera xwe derxistine nizanim û ya rastî mereq dikim.. li gorî google translateê bi farisî mergî esan e û bi erebî jî qetlî rehîm e.. yanî herdu zimanên cîran jî peyv rasterast wergerandine û daxilî zimanê xwe kirine.. li gorî min em jî ji bo kurdî Û kurmancî dikarin jê re bêjin mirina sivik an ya hêsan.. |
|
01.01.2014 17:33 |
endazer
|
7. bi îngîlîzî weke "yutenezya" tê gotin. ji ber vê yekê weke otenazî guhertin û karanîna wê ne tişteke ku neyê fêhmkirin e. |
|
01.01.2014 17:42 |
simurg56
|
8. gotina ku cara yekem tirkan mîna ereb û farisan nekiriye û hewl nedane gotinekê ji xwe re xwerû tirkî çêkin. |
|
01.01.2014 17:57 |
dijber
|
9. Peyveke ku mane ya wê zêdetir, wergera wê bala tirşikvanan kişandîye ye. |
|
01.01.2014 18:22 |
nazim tolhildan
|
10. ez ê navê du fîlmên baş yên ku behsa vê mîratê dikin bidim, herdu fîlm jî li ser otenaziyê ne yek jê ji xwe di peyameka li jor de hatiye gotin, mar adentro yanî behra sayî ye, û ya din jî le scaphandre et le papillon e yanÎ noqav û perperok.. |
|
01.01.2014 18:37 |
endazer
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |