Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; xewn
peyamên çepikkirî

41114. -(bnr: hewn) [kirdkî]

-Di kirdkî da herwiha ji bo tefandin/vekuştin/temirandin ê jî tê bikar anîn. Wek "to çilaya hewş kerd hewna/hewna kerd?"= "te çiraya hewşê tefand?"

-bûyerên ku li alema bê wext û cih derbas dibin. Li alema hundirîn ya merivan.



06.06.2013 16:00 | endazer

71094.





diwênê şew bînîm le xewê

le ser cêy ber mangeşewê

xom xizande ser cêy fênik

nemhişt ber henasem kewê



qijî xawî

ba lêdawî alozawî

car car deyda poş le çawî

xwaye giyan çandim xoş dawê



zor be espayî û be nermî

demim bird bo lêwî germî

çawî helhêna û pey gûtim

xewnim edî to hewserimî



neyhişt hestim

girtî destim lêwî gestim

mûçirkêkî xoşî daygirt

sera pay henaw û hestim



wêkra ta mela bangdanê

têk aran û dest le milanê

le nakaw dengî melay hat

daybirrîm le bejnî ciwanê



be sersemî

be nakamî bê aramî

be cêm hişt beheştî xewnim

çawim pir bû le giryanê



07.06.2013 13:56 | endazer

106902. xewn bû ya fîlm bû, nizanim. emreê min derbas bûye. ji xwe re yekî dîtiye. emrê me pev re derbas bûye. nizanim, haletekî giran heye. ew dimire, bêrî û dilsojî tev de li ser dilê min in û ez tenê dimînim. li hortê mame. qey mirina min jî nêzîk e ku xortaniya xwe difikirim. rûyên min qermiçîye, pişta min xwar bûye hwd. do bû pêr bû ya tunebû, jin û mêr bi zarên xwe dimeşiyan. giraniyeke çawa bibêjim tenê, vala, tune ket dilêmin. niha ji xew rabûm. ne xewn bû.falbêjekî genî tiliya xwe têxist qula jiyana min



06.06.2013 16:08 | endazer

120769. di van rojan de gelek xewn dibînim.

ya do êvar:
ez û hogira min, belkî li cadeyên entabê digerin, qelebalixek mîna stenbolê. destê min di stûya hevala min fîlbîrê de ye. em bi devlikenî, bi temasa mirovên din dimeşin. di wê kêliyê de kurikê ku di demên zanîngehê de bûbûm aşiqê wî, bi dergistiya xwe ji hemberî me tê. çawa çavên min pê dikevin, dibêjim silav. sal derbas bûne, ew jî mezin bûye. porê wî zêdetir weşiyane. bi çavekî xerîb li min dinêre û serê xwe dizivire û her du dikevin ser riyê. li wê kêliyê hevala min ferq dike, bêyî zivirîn, dibêje, çawa yî fîlbîrê û dihere. ez diheiyirim. tenê li benda tevgereke bûçûk im wekî nêzîkahî, wekî hevaltî. lê dihere.

pêr:
ez di avahiyeke mezin de me, dişibe nexweşxanê, piçekî jî wargehê. Di odeyekê me. wêneyekê me bi hevala min a lîseyê ya rehmetî di dîwêr de dialeqandî ye. lê ne bawer im, ev di xewn de hebû an na, lê li wê dîwêrê wêneyeke heye û lê dinihêrim. her wiha. doşekek heye. paceya odê heye yan tune ye ne eşekere ye, hundir tarî ye. mal tê bêjî qey tenê ji wê odeyê îbaret e. di wê kêliyê de rehmetî têdikeve odeyê. çavên min beloq dibin, dibim çawa? wan ji min veşartiye. (hevala me ye hevpar mirina wê hefteyekê ji min veşartibû) dibêjim we çima tiştekî wiha kir. nikarim maneyekê heq bibînim. devliken e û porên xwe şeh kirine. nêzî doşeka dibe. tiştinin digire, dihêle. îzahat dike. guhdar dikim lê fêm nakim. dergistiyekê hebûye.

betrapêr:
em li welêt in. dê û bavê min li ber deriyê malê ne. ya quran dixwînin an jî yasîn. her du jî ya çok daye yan jî nig daye ber xwe. tiştekî dibe, bavê min bi her du destên xwe, bi mistan li milê dayika min dixe û diqehire pirtûka ku di destê dayika min de ye, bi işkî diçirîne, ne tam lê ziyaneke baş dide. hêrs dibim û diqêrim. dinerim guh nade, hema pirtûka ku di destê min de ye diçirînim. dikim du felqe. bawer im hay bin yaqzan e û diavêjim ber wî. dibêjim, berpirsyarê vê tu yî. du caran bi kelogirî lê qehirî. dibe şev. dayika min ber min digere. dibêje lê nexeyîde, dayika wî do mir, pir xemgîn e. fêm nakim.

niha yên din pir baş nayên bîra min ên ku tê de kevok, quran û pere hebûn lê min gelek xewnên bimane dîtin ên ku nêzîkî şiwaqê carinan bi banga şerîfê ji xew rabûm.

xêr bin.



06.06.2013 16:08 | endazer