1. (bnr: tişta ku lê digerî aniha li fezayê nehate dîtin) |
|
24.06.2013 11:25 |
simurg56
|
2. ji ber ku li bakurê kurdistanê di destê kurdan de tu akademî tunîn in ne mimkun e ku zimaneke wan ê akademîk jî hebe.. wekê din her kar û pîşe û çînek yê civakekî xweyî ziman û jarguneke cuda ne ji xwe.. (bnr: zimanê plazayan) (bnr: zimanê bijîşkan) |
|
24.06.2013 12:16 |
endazer
|
3. nîşaneya pêşdeçuna kurdiyê di mejiyê kurdan de ye ;) |
|
24.06.2013 13:57 |
azadixwaz
|
4. kurdiya akademîk ji zanîneke akademîk bêtir tiraliyeke akademîk e! |
|
24.06.2013 23:34 |
xewn
|
5. Heta ku em ava şêlo ya van kundirên akademîk zelal nekin, helbet wê sloganên beredayî yên wekî Her zimanek insanek e jî ji rihê civaka me re bibe nanekî germ |
|
24.06.2013 23:35 |
xewn
|
6. ji bo ku em du gotinên kurdî fêr nebin, em li rûyê hev dinêrin û bi derew û bahaneyên akademîk ve dibêjin ez kurdiya akademîk nizanim ev wek kunderek akademike |
|
24.06.2013 23:38 |
xewn
|
7. Hal û hikayata kurdiya akademik hema bi temamî wer e: |
|
24.07.2013 19:45 |
bazirgan
|
8. Ev têgeh mixabin bûye bela serê hema hema her kesî. Hinekên qaşo akademîk-kurdîziman tirane û tinazên xwe bi devokên milet dikin û wan ji zimanê wan sar dikin. ji ber ku milet êdî ditirse k' bêyî daçekan hevokekî çêbike, tîpan girover bike Hwd. evdilê koçer li ser vê mijarê gotarekî xweş nivîsibû, kerem bikin: |
|
24.07.2013 19:51 |
bazirgan
|
10. kurdîyeke akademîk nîn e: kurdiyeke qels, kêm, şaş û eletewş heye; û kurdîyeke rast û dirûst heye. |
|
24.07.2013 20:00 |
seydayê_peyvan
|
11. kurdiya akademik biwêjekî şaş e, rastê wî; |
|
24.07.2013 20:01 |
keçkacindî
|
12. Hıymm herkes kurdî baş dizane tenê ez nizanim . |
|
24.07.2013 20:15 |
ehlibeyt seyit
|
13. kurdiya akademîk nîne herwiha kurdiya wêjeyî jî nîne.. netekîm kurdî bi xwe jî nîne.. em hemû ferxikên tirkan û zimanê wan in..* |
|
24.07.2013 21:05 |
endazer
|
14. peyvên ku ji bo kesên hema ne bi zimanê gundê xwe diaxivin, hinekî diguherînin, tê bilêvkirin e . |
|
24.07.2013 23:11 |
brusk56
|
15. ziman ew e ku di jayana xwe de her tiştê pê bike .heke tu her tiştê pê bikî bawer bikî ji te akademik tu kes nîn e.jixwe wate ya vê mijarê bi ya min bikaranîna zimanê li gorî jiyîna hemdemî ye.heke tu zimanî xwe li gorî pêwistiyên demê pêşde nexî wê li paş mayîna te jênerevîn e. |
|
25.07.2013 01:06 |
fizikzan
|
16. kesê ku wateya du peyva nizanibe nabêjin em başebaş kurdî nizanin dibêjin ma em kurdîya akademîk nizanin. başe ku navekî wusa lê kirine yan jî ji bo van hevala berpirsîyarek lazim dibu.. |
|
15.10.2013 22:19 |
bawero
|
17. Di xeyalên hemû kurdan de Heye lê belê ji ber kes li ser serêxwe naêşîne hew di xeyalê wan de dimîne |
|
16.10.2013 02:17 |
mergehez
|
18. kurdiyeke ecêb e ku mala me hemû kurdan xira kiriye û ser de jî me lal û bêziman kiriye |
|
16.10.2013 23:37 |
elomelo
|
19. ecêbiyek e û sedema wê jî ew e ku, di tevgera li bakur de navên cihên ku perwerdiya ziman û siyasî tê dayîn akademî ne; |
|
05.01.2014 12:14 |
simurg56
|
20. ew kurdiya ku hin hevalên jÊ re dibÊjin "kurdiya stenbolÊ" |
|
05.01.2014 14:07 |
xewnname
|
21. Kurdiya akademîk tune, kurdiya kurdî heye... |
|
05.01.2014 15:02 |
devliken kelogiri
|
23. gotinek wisa ye ku xelq jê tiştek fêm nake, lê li ber çehvê xelqê qedrê têgehê gelekî giran E. Mûcîdê vê peyvê kurdînezan û vactirkî ne. ew kesên hanê ji ber xwe zimanek çê kirine û ji ber ku xelq tiştek jê seh nekiriye, navek bi vî rengî lê kirine. bi xêra vê peyvê gava bi yekî Kurd re xeber bidî xwe bi nezaniyê dide û dibêje; Ez Kurdiya akademîk nizanim. Xweska em jî nizanîbûna. |
|
20.02.2014 04:25 |
hevalê çak
|
24. (bnr: maka otoasîmîlasyonê) |
|
20.02.2014 04:27 |
zero
|
25. kategoriya ku kurdiya tirşikê jî fikeve nav sînorên wê. |
|
20.02.2014 22:10 |
simurg56
|
26. kurdiya akademik ewe ku tirkmancek dinivîse kurdmancek fêm nake . |
|
04.03.2014 00:12 |
xecê
|
27. a ku dîsa min dîn kir. ji twitterê axaftineke min; |
|
04.03.2014 22:00 |
simurg56
|
28. (bnr: super ultra kurdÎ) |
|
25.05.2014 11:04 |
xwelî li ser
|
29. (bnr: kurdiya endazer) |
|
26.05.2014 16:59 |
nazim tolhildan
|
30. bi rastî zimaneke akademîk tune ye. ên ku zimanê kurdî baş dizanin piraniya wan dibêjin "ez kurdiya akademîk dizanim" . îcar gundî û şênî jî dibêjin qey ev çi ye? tişteke zor e an na? ji ber vî awahî jî xwe ji zimanê dûr didin. |
|
26.05.2014 17:13 |
kurê xelkê
|
31. kurdiya têde zêde tirkî û erebî tuneyî. |
|
26.05.2014 17:41 |
azadixwaz
|
32. kURDIYA ESÎL JÎ KURDIYA AKADEMÎK JÎ KURDIYA KU DAYIK Û BAVÊN ME DIAXIVIN E.. |
|
26.05.2014 18:39 |
nan û av
|
33. belkî jî kurdiya ku di nav xwendekarên harvardê de tê axaftin, be. |
|
26.05.2014 18:56 |
simurg56
|
34. gellekî bî zehmetê |
|
26.05.2014 22:16 |
picassoyê kurdî
|
35. kurdiya kurmancî ya wêjeyî an nivîsandine hîn baş di şûne de..bo standart xwendin an nivîsîne an axaftine kurdiya akademîk dibêjin.. bi min rastiya vê heye lê navlêkirin arîşe ye.. |
|
26.05.2014 22:39 |
havka
|
36. Bûye mijarek mezin di nav kurdan de. Her kurdek dibêje devokê min bingeha kurdiya akademik e û li hemberî hev nîqaşên hereretî dikin. A baş li ser ev kurdiya akedemîk kî berpirsiyar be bila ji kerema xwe ve bêje ka kurdîya kîjan herême bingeh stendine |
|
27.12.2014 00:56 |
gûndîyav
|
37. ji bela ku 'kurdiya akademîk' nîn e, hûn jî serê xwe bi gengeşî û nîqaşên ku li ser tunebûnekê diqewimin, meêşînin.. |
|
27.12.2014 01:04 |
ferhenga şikestî
|
38. Di nav a civakê de rêjeya Akademisyenan dibe ku nagihêje ji %1 ê ser dinyayê de hemû dewletan de ev wusa ye. |
|
27.12.2014 01:15 |
mîr
|
41. kurdiya ku hîç çu carê tûnebû ye. yaw kurdiya akademîk çi ye xwedê ji we razî? ka îngiliziya akademîk heye? an jî swêdiya akademîk? tiştê ku hûn dibêjin "ez kurdiya akademîk zanim" ne rast e. tenê ev heye: ên kurdî baş dizanin û ên ku kurdî baş nizanin. |
|
28.12.2014 11:52 |
kurê xelkê
|
42. kurdiya ku bÛye behane ji her kesî re ku hewl nede du rêzikên rêzimanê hîn bibe. mixabin kurd qûna her tiştî derdixînin û gû dixin her tiştî. birayê min kesî negotiye bi heval û dêya xwe re wisa biaxive û kesî negotiye bibe zimannas lê mirov bi kêmasî hînî çend tîpan dibe û hewl dide bi qasî tirkî kurdî jî bizane lê yên me, mane bibêjin akademîk, xwezî bigota akademîk jî, dibêjin aqademîq.. |
|
19.09.2015 13:54 |
dijber
|
43. ma li çemîşgezekê akademîya kurdî hebû jî em neçûn. |
|
19.09.2015 13:57 |
cinorek
|
44. di her zimanê de du heb şiklê ziman hene: |
|
14.12.2015 00:39 ~00:43 |
mîr
|
45. kurdîya ku divê pir zêde giran nekin ji bû meriv jê fehmbike carna ez hinek nivîsên kurdî dibînim ez dixweynim dibê qey peyvên dema hz. ademin.. pir fehm nakim û riya xwe têde nabînim bi xweynim.. yanî kurdîyeka bîna kurdîya minî orjînal(kurdîya farqînê) hinek kêmasîyê wê temam bikin û hew çi serê we na êşê wun/hûn potik û benika lê girêdidin bi kurdî heftê teqle didin avêtin.. |
|
14.12.2015 15:19 ~15:21 |
shorbevan
|
46. pir xwezayî ye ku peyvên nû bikevin nav zimanekî, an zimanên cuda hin peyvan ji hev û du “deyn” bikin. tişta ne xwezayî ew e ku li gor pêdiviyên jiyanê, yên wî zimanî, çêkirina hin peyvan a ne ji aliyê akademîsyenan, sazî û otorîteyên ziman ve, lê ji aliyê her kesekî ku fêrî xwendin û nivîsandina ziman bûye ve!.. Navê vê kambaxiyê jî bûye zimanê akademîk, an jî zimanê bilind(!) Li gel tevlîheviyekê û hev û du nepejirandinê, ev yek di heman demê de dibe sedema girankirin û daxistina kalîteya wî zimanî. Divê li mînakên welatên xwedî otorîte, sazî û dezgehên bi vî rengî ne yên pêşkeftî, bê nêrîn ka ew çi dikin. Beriya her tiştî, her nivîskarek xwe mîna otorîteya wî zimanî bi nav nake û wî barê giran nade ser mile xwe, wê neheqiyê li xwe û li zimanê xwe nake. Lewra zanyarên wê beşê hene, akademîsyen in û di saziyên fermî yên dewletê de, xwedî otorîte û biryar in. Pêdiviya peyveka nû, di nav wan de tê nîqaşkirin, biryara wê tê dayîn û dikeve nava gel û ser pênûsa nivîskar. Yê me, bê guman ku ji bêderfetiya vê yekê rû dide û pêvajoyek e ku dê derbas bibe. Bi temamî jî neyînî nine bi ya min. Lewra ev peyvên “çêkirî” hemî jî dê sibe ji aliyê sazî û dezgehên vî gelî ve, ji aliyê otorîteyên zimanê vî gelî ve bêne nîqaşkirin û pir pêkan e ku hin ji wan an gelekên wan jî, bi fermî êdî bêne bikaranîn û bikevine nava zimanê kurdî. Lê ev rastî jî, nabe sedema rêlibergirtina rexneyan. Bi tenê her kesek cihê xwe bizane, dê pir tişt pê re sererast bibin. |
|
07.02.2017 15:48 |
tizbîkêş
|
48. wateya wê ya esil, academic language, ji axaftinê wêdetir, tişteke li ser nivîsînê ye. |
|
10.02.2018 04:51 ~2024.01.04 10:07 |
mirovekirind
|
49. (bnr: min hînê kurdiya akademîk bike zekî beg) |
|
20.02.2019 23:04 |
cinorek
|
50. Kurdîya akademîk , dema ku kurdek bixwaze bi zimanê kurdî binvîse bixûne rastê vî tê û dibîne ku ev pêwîste. |
|
02.04.2019 01:51 |
brzn
|
51. tişta ku tu lê digerî nehat dîtin |
|
02.04.2019 02:13 |
bilbilê dilkul
|
52. hegerkê ji peyva kurdiya akademîk aciz dibin, nûreddîn zaza di şûna wê de gotiye kurdiya bilind. |
|
11.02.2020 21:53 ~2020.02.12 17:33 |
ezcan
|
53. Klasîkek zanîngehê: |
|
11.02.2020 22:10 |
rizgarm
|
54. Rojek wê bê hemî kurd, kurdîya akademîk biaxiv e. Lê rojek wê bê jî devokên kurdî wûnda bibe. Bi tenê devokek tenê bê axaftin. |
|
31.03.2020 20:04 |
dilreş
|
55. Çend sal ewil bi min xweş dihat ev gotin lê ev çend meh in ku min fehm kir ev gotineke şaş e. |
|
31.03.2020 20:22 ~20:22 |
brzn
|
56. (bnr: kurdiya tirşikê) |
|
01.07.2020 19:32 |
yûsiv
|
57. Ya rast keyfa min vê binavkirinê nayêt. Mesele gelek ecêb û mezin kirine sankî yên kurdîyeke standard neaxivin neşên ji cihê xwe bilivin. Ka em pêşayîkê Kurdîya xwe ya heyî biparêzin! Helbet hin pergal, hin binavkirin tê hebin belê ne bi vî şiklê. Ez dibêjim ev rêke mirovan ji kurdî sar diket. Wek mînak, min ji gelekî kesên ku bi ya min bi kurdîyeke gelekî xweş diaxivîn gotina "xa kurdîya me ya rast nîn e" bihîstîye. Tenê ev gotin bes e da mirov ji "kurdîya akademîk" bitirsîtin. |
|
01.07.2020 22:03 |
buffaloskinners
|
58. navê akademîk bixwe ne aqademîqe *, wekî ku hatiye gotin, navê wê kurdiya resen, an kurdiya pêşerojê bûya an navek din bûya wê baştirbûya |
|
01.07.2020 22:15 |
shorbevan
|
60. (bnr: kurdiya standard) |
|
14.06.2022 02:03 ~02:04 |
evcebarê pirê
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |