Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ali bulaç - tirşik
ali bulaç
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sosyolog, teolog, nivîskar û rojnamegereke ji mêrdîna bakurê kurdistanê ye, bi eslê xwe ereb e lê di rûpela kurdî ya wîkîpediyayê ya derheqê wî de wek mehelmî-ermenî hatiye nivîsandin.. ecêb e ku di wîkîpediyayê de tenê bi tirkî û kurdî mijar li ser navê wî hatiye vekirin, yanî tenê bi van herdu zimanan zanyarî derheqê wî de hene.. di sala 1951an de li mêrdÎnê hatiye dinyayê.. di zanîngeha stembolê de beşa civaknasiyê xwendiye û jê mezûn bûye.. di gelek kovarên îslamî-edebî de nivîsên wî derçûne.. yek ji damezrînerê rojnameya zamanê ye lê çend caran ji ber nakokiyên fikrî ji rojnameyê qerihaye û paşê dîsa lê vegeriyaye.. li gorÎ gotegotan dîn û îmana wî pere û hêz û desthilatdarî ye, berê dema ku recep teyyîb erdoğan şaredarê stembolê bû şêwirmendiya wî kiriye lê ji ber egerekî ku ez baş pê nizanim bi hev dikevin, ji wê rojê ve muxalÎfeke muzmîn î şermok ê teyyîb û partiya dadwerî û werarê ye.. dîsa li gorî gotegotan demekî bi hêviya ku eskerî dê hikûmeta teyyÎb ji desthilatdariyê daxîne û di şûnê de recep müfit gürtuna ku wek koma turkuazê jî tê zanîn dê bîne ser hukm, şêwirmendiya recep müfit gürtuna kiriye, piştî ku dibînin tir di qûna eskeriyê de nemaye koma turkuazê difeşkile û şêwirmendiya wî jî betal dimîne.. dîsa berê di nivîseka xwe de ji bo fethullah gülen dibêje hikûmeta tirk bi hukmê bertîl û kurtêlan ji bo ku raya giştî ya tirkiyeyê dengê xwe li hemberî operasyonên amerîkayê yên li dijî îraqa seddam hisên yê di şerê kendavê de dernexe, wî li ser kursî û mînberên mizgeftan de, di meqamê wez û nesîhetan de dide axaftin û giriyandin.. lê wek min di serê peyamê de jî nivîsiye paşê diçe di avakirina rojnameya zamanê de roleke aktîv dileyîze.. hê jî di rojnameya zaman û todays zaman û özgün duruşê de dinivîse..

ji aliyê fikrî ve xwe wekê demokratekî muhefezekar qebûl dike û dide nasîn, lê dema mirov nivîsên wî dixwîne dibîne ku gurtirÎn û xurttirîn berevanê fikriyeta senteza tirk-îslamê ye..

di hilbijartinên bihurÎ yên giştÎ yên tirkiyeyê de kurê wî, mehmet fatih bulaç ji nav partiya dadwerî û werarê wek endamê parlementeriyê ji bajarê stembol hatibû destnîşankirin, lê eger ne şaş bim nehate hilbijartin.. heçiyê dixwaze dikare ji lÎnka jêr çavekî li arşÎva dîrokçeya wî ya tijî nakokî bigerîne: http://arsivlemesemolmazdi.blogspot.com/2012/08/ali-bulac-aglayan-ve-aglatan-hoca.html



29.12.2013 08:00 | endazer

2. nivîskarê ku berî çend rojan dema serokwezîrê tirkan erdogan, rojnamevanan berhev kir û bi wan re li ser cenga akp û cemaatÊ civînê kir, weke temsîldarê cemaatê hatibû gazîkirin wê civînê.



ez bawer im erdogan xwestibû ku bi riya vî camêrî haya cemaatê ji planên wî çêbe û bitirse.



niha ali bulaç derketiye û li ser qenalên cemaatê derbarê vê civînê de agahiyan dide.



10.01.2014 22:20 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ali atay

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi rojname oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî