Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
tarîxa ku cara yekem hashtageke kurdî bû tt - tirşik
tarîxa ku cara yekem hashtageke kurdî bû tt
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew tarîxa ku em dikarin bibêjin ku 29,12,2013an bû anku piştî 2 sal û rojekê ji komkujiya roboskê û hêvîdar im ku êdî hashtagên kurdan herdem bi kurdî bin.

hashtag jî ev bû: #RoboskiBîrinaDilêmin

ji bîr ne li tirkiyeyê bûye trend û di rêza dawî de ye. bi kêmanî 20 milyon kurd li ernîdariya ku ji aliyê siyasî ve jê re dihê gotin " tirkiye" dijîn lê mixabin bi zor û heft belayî û piştî du salan û bi xwîna 34 kurdan me karî em carekê hashtageke kurdî têxin ew rêza çepê.



29.12.2013 02:03 | dijber

2. heman demê de, ev hashtag ketîya lîsteya tt ya dinyayê û li almanya jî bûye yekem hashtag.

belê bi xîreta kurdan pêk hatîye lê gelek tirkên bi ûcdan jî alîkarî dana, min bi çavên xwe dît. destê wan jî sax bê.



29.12.2013 04:28 | saladin

3. (bnr: tirkên bi wijdan)



29.12.2013 09:44 | dijber

4. hashtaga #roboskibîrinadilêmin hê jî li tirkiyeyê tt ye.

min jî bi 2 tweetan piştgirî dayê.



29.12.2013 12:06 | simurg56

5. helbet hashtaga ku ji ber hin keran xelet hatiye nivîsîn

xelet: #roboskibîrinadilêmin

rast: #roboskibirînadilêmin

bila vê carê wisa be lê ji bo xwedê ka ev çi ji me dixwazin. çima berî tagê vekin napirsin bê rastiya wê çi ye.



29.12.2013 12:13 | dijber

6. îro tarixaka dî ya ku tageke li ser roboskê bûye tt. hûn ji dest biavejinê.

tag: RoboskiKatilleri HesapVereceksiniz

http://goo.gl/oEzfjj



07.01.2014 19:46 | saladin

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tarîxa ku cara yekem hashtageke kurdî bû tt
» cara
» yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê
» kurdî
» bûka lekî

Kategoriyên mijarê:: dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî