1. ê ku di kurdî-axafina xwe de herî hindik sedî pêncî tirkî bikar tîne ye. |
|
23.06.2013 17:48 |
azadixwaz
|
2. Ez niha li vir çend gotinan bi tirkmancî jî 'yazmîş' bikim, ez bawer im wê dîsa hinek kes bi ser serê min de şildim bildimê bikin û wê bibêjin 'Ez tirkmanciya akademîk' nizanim |
|
23.06.2013 20:45 |
xewn
|
3. Ji bo ku em fêrî xwendin û nivîsandina sê çar gotinên kurdî nebin, em bi sed 'bahaneyên akademîk' ve îmana hev derdixin û navê wê jî datînin, 'Ez kurdiya akademîk' nizanim |
|
23.06.2013 20:46 |
xewn
|
4. cara pêşîn min ev peyv di nûçeyeka malpera lotikxaneyê de xwendibû.. bêtir ji bo kesên ku bi piranî peyvên tirkî di nêv axaftina xwe ya bi kurdî de bikar tînin tê gotin lê li gorî min divê ji bo kesên ku li gorî rêzimana tirkî bi kurdî diaxivin bê gotin.. çimkî ziman ji peyvan xirab nabin peyv kengî be û çawa be dikarin xwe ji nû ve biafirînin an bên darêjtin lê rist û rêzikên rêzimanî ne welê.. wekê din (bnr: sormancî) |
|
29.06.2013 03:18 |
endazer
|
7. ji bo kesên ku vî zimanî diaxivin, kurdî zimaneke gelekî hêsan e. |
|
20.08.2013 19:24 |
simurg56
|
8. ez wî/wê eleştirmîş dikim. |
|
20.08.2013 19:26 |
terkexem
|
9. li ser wê çîrokek jî heye; |
|
20.08.2013 19:31 |
simurg56
|
10. zimanê hevalên min ên yurdê ku ji bismîlê bûn e. |
|
20.08.2013 21:18 |
brusk56
|
11. (bnr: hema behsê nekin lo) |
|
20.08.2013 21:39 |
azadixwaz
|
12. (bnr: sen kul ben kêş) |
|
20.08.2013 21:49 |
simurg56
|
13. hela dayê ji mira patates qizartmîşkê |
|
20.08.2013 21:58 |
newenda
|
14. adıyamanca |
|
21.08.2013 00:37 |
berxedanjiyane
|
15. heval dibe ku tu yönelmîşê xwe bibe..eger tu yönelmişê xwe nebe tê îş îşten geçmîş bibe.. |
|
21.08.2013 13:38 |
mam selam
|
16. tirşika kurdî û tirkî. |
|
21.08.2013 14:07 |
aryâspa
|
17. tırkzaki, |
|
21.08.2013 14:11 |
soraxwin
|
18. tu ders çalişmiş bû? |
|
28.08.2013 19:42 |
firat
|
19. Zimanê kurdên me ye rojane ye ku he roj bi xweş tînin.. |
|
29.08.2013 14:46 |
devliken kelogiri
|
21. ew zimanê hêsane ku her tirk û kurd dikarin biaxivin û hîn bibin. Mînaka herî baş tê zanîn "qapîyî qapatmîş bikin" e...tişta nebaş ew e ku ev kes haj vî tiştî nînin û bi rastî jî ez gelek adiz dibim çimkî bu arqadaşlar wexta qonişmîş dibin ortamê pir germîş dikin! |
|
23.10.2013 18:01 |
mem alan
|
22. qomşî me bû mîsafirê me |
|
23.10.2013 19:51 |
elomelo
|
23. xwedê we bîr yastixta qocamişke. |
|
30.11.2013 11:57 |
nazim tolhildan
|
28. ecêba xwedê ye ku berî 20 salan bûye mijara hejmara duyemîn ya kovara mîrkutê. |
|
22.03.2014 17:52 |
simurg56
|
29. ji sedî pêncî kurd wilo dişitexilin. |
|
25.12.2014 15:41 |
berkeno
|
31. peyva rehê/îmana meriv jê diçe. |
|
24.06.2015 22:54 |
shorbevan
|
32. devokeke nûjen e ku di kurmanciyê di piştÎ hewldanên bişaftinê yên dewleta tirk cih girtiye û derketiye lê bi gelekî ji tirkî û zimanên dagirkeran çêtir e |
|
07.09.2015 02:39 |
dijber
|
33. Zimanê min e jî. Çi dikim nakim nikarim bikim kurmancî mixabin. Xilasbûna ji peyvên tirkî pir zehmet e. Hêvî dikim ku rojekê bi kurmanciya safîn bipeyivim.. |
|
07.09.2015 03:07 |
mergehez
|
34. Devoka herî berbilav li tirkiyê. Piştî vebun û geşbuna tirşikê derbekê xwaribe jî hê jî bandora xwe dide hîs kirin. |
|
07.09.2015 20:10 |
azadixwaz
|
35. Devoka hişê min jê diçe. Qet naxwazim bibihîzim. Xwedê hefza me jê bike. |
|
07.09.2015 20:30 |
gerezbabuma minêporêtebialasta
|
36. Devoka herî populer a kurdên bakurî... |
|
07.09.2015 20:52 |
kurê bavê xwe
|
38. tirkmancî jî be, bi qewlê ehmedê xanî ''kurmancî ye ew qeder li kar e'' li dereke wekê diyarbekir, ku li gor gotinan berê di nav filehên bajêr de jî zimanê sûkê kurmancî bûye, îro dema tu bi esnaf û dikandarekî re bi kurmancî diaxivî devê wî şeş mitra ji hev dimîne.. |
|
07.09.2015 22:26 |
endazer
|
39. Dîlekî yenî ye ku genelde kurmancên li ber asîmîlasyonê qonișmîșdikin. Ev insan genelde Kurmancî bîmîșdikin lê dîse jî bi tirkmancî qonișmîșdikin. |
|
05.04.2017 22:37 |
gumgumok
|
40. Li îdirê min li sikakê ji yekî seh kiribû, "kuro boş bide em herin malê" |
|
12.05.2017 19:31 |
mîr
|
41. li Mûşê jî merivên niha wiha diaxivin; |
|
12.05.2017 21:16 |
dizek
|
42. Di van rojan de di medyaya civakî de zehf popûler bûye, hema bêje tevî trollên me yê kurd bi vî zimanî dinivîsînin. |
|
20.05.2017 19:18 ~19:39 |
mîr
|
43. (bnr: denemîşkirin) |
|
31.10.2017 00:29 |
bûtîmar
|
44. li zanîngeha semsûrê ciwanê welatparêz û nîjadperest nêzîkê hev rûdinin ciwanê kî semsûrê dibêjî 'kurdî konişmîş bike orispî çocixî anlamiş dike' |
|
31.10.2017 21:44 |
elîşêr
|
45. hevalê minê ê malê (ji qelqelî) ez îro çûm 'kutupxanê' ez matematîkê 'çalişmîş bûm' mi testê xwe 'bîtîrmîş kir' sonra çûm dersê. |
|
31.10.2017 21:59 |
elîşêr
|
46. Xama-gendeyên me ku wekî min: ) êdî nikarin kurdî biaxivin. Ji neaxaftinê çê ye. Berî niha ez jî hişk bûm li ser vê mijarê. Lê belê vêga nîn im. Nivikî tirkî jî bibê hema destek bidin bere biştaxilin. |
|
01.11.2017 00:41 ~00:44 |
rûbar
|
47. (bnr: hêcka) yekî xelqê Mûşê, |
|
03.02.2018 14:36 |
bûtîmar
|
49. (bnr: tirkmançîya te anlamîş nakim tirkî konuşmîş bikin) |
|
06.01.2021 23:11 ~23:12 |
dilreş
|
50. Kesên ku di bandora zimanê tirkî de ma ne. Bi taybetî Kurdên bakûr xuya dikin lê gelek netew bi vî awayî bişaftî kirin. Taybetmendiya tirkmancî peyvên xwerû bi mentiqa tirkî fikirîn û axivîn e Mînak-1ezerî qewmeke arî ne lê zimanê xwe wenda kirin. Mînak-2 tirkmen bi eslê xwe ereb in lê ew jî bişavtî tirkî bûn. |
|
07.01.2021 00:29 ~00:29 |
rodem
|
51. (bnr: kapıyı açmışke) |
|
19.05.2021 00:36 |
heval.js
|
52. rastiya me ya îro ye. |
|
19.05.2021 13:24 ~13:27 |
biruya hayao miyazaki
|
53. çiqasî kêfa mirov pê neyê jî ji tenê tirkî çêtir e. bi vî şiklî mirov piştre dikare zimanê xwe biedilêne û vegere kurmancî belê ji tirkî vegera kurmancî gelek zor e. |
|
19.05.2021 13:35 |
hueyn
|
54. ne hew bikaranîna peyvên turkî ye lê bikaranîna vaca turkiyê ye jî. ji devla em peyvên fizûlî darêjin divê pêşî em zimanê xwe ji biwêjên vacturkî pak biken. çend mînak û awayên rast: |
|
05.09.2021 00:48 |
keyomerd
|
55. Sûret/wêne kişandin-----> Sûret/wêne girtin( ji bo vîdyo û her cûre dîmenan derbasdar e) |
|
05.09.2021 10:09 ~10:12 |
pîroz
|
56. bi xêra xwe, min beğenmîş û paylaşmîş bikin û min destek olmîş ji bîr nekin.. |
|
13 roj berê 14:23 |
keloş
|
57. Ew ziman e ku kesên tirkmanc diaixivin. |
|
13 roj berê 16:01 |
bayê xerbî
|
60. A bi rastî ez jî car caran dibim tirkmanc. Lê divê ew rewş nebe sedem ji bo ku bi min re tinaz werin kirin. Jixwe kurd her ku diçe ji xwe û zimanê xwe dûrdikevin em jî nebin piştgirê wê şaşîtìyê. Qene bi kurdî diaxivin li hember wê trenda ku gel ber bi tirkî ve diçe. Helbet ew jî rastiyeke me ye ku em qebûl bikin; "her kurd divê zimanê xwe zelaltir û baştir bike" |
|
13 roj berê 19:34 ~19:35 |
çaya germ
|
61. Gundên herêma me piranî kurdên koçer ên ji eşîra şikak (şavaq) in. Ji wan gundan gundê cîranê me yê bi navê Noranîk di salên 90î de yekem car dest bi bikaranîna tirkî kir. Vê çaxê gava şivanên vî gundî bi tirkî dipeyivîn, fikirîn ku tiştek bûne. Efû kin qûna wan mezîn dibû. |
|
11 roj berê 13:18 |
cinorek
|
sonne [1] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |