Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


43 mijar û 78 peyam
kovara tirşikê - tirşik
kovara tirşikê
(9) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. xwezÎ van camerÊn tirşikÊ ÊdÎ kovarekÎ jÎ derxinÎn. nÛha nebe jÎ dÛ re ew Ê xweş bibe.



27.12.2013 18:09 | cinorek

2. ji ber wê tije bnr û vbnr be û wê ev lînk nekarin werin tikandin, wê kovarek bêkêr be *

lê ger bi qasê dijber cîdî, bi qasê tivirloismail bihenek û qasê endazer zimanşêrîn be, wê kovarek xweş be.



27.12.2013 19:40 | simurg56

3. wê rojê min li kafeyekÊ dît. min got hila ev çi ye. min xwend û pir jÊ hezkir. aniha jÎ di tirşikê de me. çi qeder ne wilo..



11.04.2014 21:55 | nivîskar winda ye

4. pêşin (bnr: reserved)

kovara ku ez bawer im herî kêm jimareke wê tê weşandin.lê kengî, xwedê zane.

niha ve ji bo wê min bergek amade kir. fermo:https://www.tirsik.net/caps/picture.php?/658/user-bayesar

belkî xêra wê çêbe.

ev jî ji bo moderatoran.heta ku wan ji min re negotiye ez bibêjim (bnr: dîego bisekine ji kerema xwe jixwe her tişt tevlihev e)



14.09.2014 22:11 | bayesar

5. kovara bi berg lê bê naverok.

lê hevalno bi rastî berg pir baş e, ez bawerimem mecbur in ku ji vê bergê re kovarekê derxînin.



14.09.2014 22:47 | azadixwaz

6. ji bo niha hê zû te em hê nikarin çend nivîskarên mayînde û xurt li xwe zêde bikin de vêca kovar? lê bi demê re nivîskarên xurt û mayînde dê zêde bibin û saleke din nebe jî 2-3 sal paşê em ê bişewirin û kovareke di tehma tirşikê de -nîv qerfî nîv ciddî- derînin. bi ya min di beriya her hejmarê de em mijarek li vir vekin û herkes bila mijarek pêşniyaz bike û li gor pêşniyaza maqul em hewl bidin û di derheqê wê mijarê de nivîsên qerrase binivîsin. dê gelek xweş be



15.09.2014 21:10 | ferhenga şikestî

7. heye ku pêşerojê de bibe yek ji bişkojkên menûyê *

fikrek baş e lê weke gotina gelek nivîskaran, hê zû ye.



16.09.2014 12:48 | simurg56

8. xwedê bike ev jî mîna %99 a kovarên kurdî wêje nebe.



16.09.2014 15:40 | ervah.azad

9. me her tişt safî kir ma kovar?

eger ji min bê pirsîn ez dibêjim bila hemû kovar û fanzîn werin girtin û bi hemû kadro û nivîskar û xwendevanên xwe ve bila werin di tirşikê de binivîsin.. ne hewce yî wêqa mesref û sergêjî û tehb û izyetê ye..

wextekî min karê redaksiyona kovarekÎ girt ser milê xwe, bêyî mûbalaxa dibêjim di nav du mehan de du sal ji emrê min çûn.. yanî bi tana mont herin destmêjê* lê xwe nekin di bin barê kovargeriyê de..



16.09.2014 15:48 | endazer

10. Kovar na lê pirtûk an bo hejmarekê duduyan fanzînek pêkan e. Demekê, çend sal berê nivîskarên ekşi sozlukê bi navê ekşi öyküler Pirtûkek derxistibûn û bi têlîfên behremê hevdîtinek pêk anîbûn û kêf û peroşeke xweş kiribûn. Nizanim em ê jî bikaribin tiştekî wiha bikin? Hevalê (bnr: simurg56) û/yaxud endazer vê yekê organîze bikin xwedê bê erê ez ê jî hewl bidim bi çîrokeke tirşikî tevlî bibim.



28.01.2015 01:02 | seydayê_peyvan

11. kovareke pêwîst e...

erê çendîn mijûlbûna kovaran karekî zehmet be jî bi ya min hejmara nivîskarên me bes e û bi rastî jî di vê du salan de me gelek bi pêş xist divê bo me ne karekî ewqas zor be..



07.11.2015 21:07 | ferhenga şikestî

12. Here lînkê



07.11.2015 21:15 | alîbeg komêrî

13. ger her kes li benda xebateke wisa be, nabe divê her kes bo xebateke wisa, xwe amade bike û hewl bide, bi du sê kesan nabe, lê ez dizanim di tirşikê de kêmtirîn 25 kes hene ku dikarin evî karî bigirin li ser milê xwe



07.11.2015 21:15 | ferhenga şikestî

14. (bnr: gelo ewê format dîsa hebe an genel yayın moderatorî wê dîsa simurg56 be)

kovara ger bê avakirin ezê bi trollîya xwe ya bê dawî li pişta kesên ku avabikin bim..





rastkirin: bi bibihirînin me negotîye bê mehne reşşkar dîsa li ser karê xwene tiştek ji ber çavê wan xelas nabe.



07.11.2015 21:48 ~2015.11.08 11:35 | shorbevan

15. ger kovareke wilo derkeve dê nivîskarê herî populer shorbevan be*



07.11.2015 21:49 | ferhenga şikestî

16. kovara piştî shorbevan reqîbê xwe endazer etkisizkir/bêkêr û bêxêrkir edî çima nebe nivîskarê herî popüler edî ji endazer vêda ti berbest jêre tunene..

kovara wa bayesar ji berêde qelpax an rûpela kabê wî amadekirîye tiştê herî zor ev bûye, tirşikvan herî kêm dikarin hetanî 15-20 hejmara herin dibe ku pê bînin û zêdetir bidestbixînin..



07.11.2015 22:07 | shorbevan

17. bêguman ne negengaz e lê bi ya min ne ewqas hêsan e jî.

min berê di derxistina çend fanzînan de cî girt, loma hindik be jî tecrûbeya min heye.

wê demê min ji bo dîzaynkirina kovarnê scribus bi kar dianiya. niha jî ew dikare bê bikaranîn. piştî ceribandibên çend rojan, mirov hêdî hêdî hînî bikaranîna wê dibe.

lê tişta ji bê zehmettir, tijekirina naveroka kovarê ye.



di destpêkê de herkes dibêje ez ê ji bo her hejmarê nivîsek bidim lê dema wext tê, ew kes ji holê wenda dibin. yên dinivîsin jî, nivîsên klasîk yên li ser "pêwistiya yekbûnê", "giringiya zimanê dayikê", "bajarên kurdan" û "dîroka kurdan" tînin. helbet ev mijar girîng in lê we fêhm kir...



axirê, ger niyetek cîdî hebe, ez ê ya ji destê min tê bikim.



08.11.2015 00:13 | simurg56

18. Aha mijareke balkêş. Heke ku pirsgrika naverokê hebe, em sozên xwe yên bêveger bidin û xebatekê bikim.

Hûn jî dizanin soza min soz e. Tìnim bicîh *

Ez dikarim ji bo her hejmarê nivîseke bi qasî 2 rûpelan binivîsim. Lè zêdeyî 2 rûpelan ji xwe ne bawer im *

Mijarên ku dikarim li ser binivîsim:

- dîroka zanînên kombersê

- nuçe û xebatên rojane yên di derbarê zanînên kombersê de

- ji bo çend hejmaran fikarên min ên li ser çanda herêma me

- rexneyên fîlman

- nuçe û agahiyên li ser fîlman

- û sankî tişteke din jî heye ku niha nayê bîra min*



We dî min qala wêjeyê jî ziman jî nekir. Yanî mijar pir in *

Hadê hevalno hûn jî sozên xwe bidin û mijarên ku hûn dikarin li ser binivîsin bibêjin da ku em xebatekê bikaribin bikin û reklameke xwe ji bo tirşikê çêbibe. Fermo..



08.11.2015 01:36 | mergehez

19. kovara min dixwest tê de binivîsim lê mixabin ez nizanim û zanîneke min ewqasî xurt tune ku ez binivîsim lê serkeftin û ez ê bixwînim serkeftin ji hemû kurdan re



08.11.2015 01:40 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara weqfa mezopotamyayê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî