Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 20 peyam
    tirkiye - tirşik
    tirkiye
    (2) (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. dewleta ku bala ku tirşikvanan nekişandiye.

    ev 6 meh in ku tirşik vebûye lê mijara tirkiyeyê hê nû vebû.



    dewleta dawîn ya tirkên orjînal e ku îro bi saya cenga akp Û cemaatÊ, dîsa hat îspatkirin ku dewleteke li ser berjewendî û çeteyan hatiye avakirin, e.



    25.12.2013 20:27 | simurg56

    2. dewleta ku çendî welatîbûna min pê ve girêdayî û nasnameya min ji kîsê wî be, dîsa jî ez xwe bi qasî serê derziyê aîdê wî hîs nakim. dewleta ku bela û tofanekî bi ser de tê ez kêf dikim, qet ber nakevim, wekî li alaska tofan rabûbe. carna ez xwe weke biyaniyekî jî dihesibînim û ji xwe re li welatê xwe digerim lê nabînim. welatê min kurdistan e lê nabînim. ev çi travmaye ku mirov li welatê xwe bindest be. û ji ber bêşerefan mirov ji welatê xwe jî hez neke û jê xeyîdandî be. yanî cihê ku ne yê mirov be, gelo mirov jê re dikare bibêje welatê min? na! yanî çi? kîrê kerê! yanî çi? em bêwar û bêwelat in û em kurd xwe dixapînin.



    09.01.2014 04:10 ~2015.11.27 14:10 | ceso

    3. (bnr: dewleta xwîn)



    09.01.2014 08:12 | karmatî

    4. tir-kir-ye



    09.01.2014 09:22 | feqiyêteyran

    5. ew dewleta ku li gorî dîroka xwe çavên hemu dewletên dinyayê li ser axa wê ye ku xira bike. li gorî wan hemu dewlet dijmin in



    10.01.2014 00:02 | gêjê

    6. Dewleta ku van mehên dawîn weke gû li hev ketiye û bêyî ku tu prensîb û mirensîbên mirovî bîne ber çavê xwe ketiye dewr û heyama kê kir kî. Baş xuyaye ku dîroka bikaranînê ya dawî ya vê dewletê zûde ye derbas bûye û bûye jehrî. Eman yeman Xwe jê dûr bidin an na hunê bijehrin bi polîtîkayên vê dewletê.



    12.02.2014 13:17 | ceso

    7. dewleta ku li pişta kerekî hatiye siwarkirin û berê wî dane felekê... Tu destê xwe davêjî çi, hildiweşe.



    23.03.2014 17:15 ~2015.11.27 14:11 | ceso

    8. rêxistina ku rengê ala xwe, ji xwînê standyiye.

    paşê tên behsa keskesora me dibêjin "paçavra / bez parçasi"



    08.06.2014 11:53 | simurg56

    9. dewleteke bênamûs e, heta te bivê kone û fêloyî ye, dijmin Û xêrnexwazê kurd û kurdistanê ye..

    hikûmeta herêma kurdistanê, dema terorîstên daîŞê êrîş dibin ser başûrê kurdistanê, hawara xwe digîne tirkiyeyê û jê alîkariya eskerî û lojÎstîk dixwaze, lê tirkiye pêvajoya hilbijartina serokkomariyê û dîlên konslxaneya musilê yên di destê daîşê de ji xwe re dike hêncet û hikûmeta herêma kurdistanê destvala rêdike ji cem xwe.. vê paşiyê dema dît ku hêzên pêşmerge bi alîkariya dewletên ewropî û amerîkî pêşde diçin û yeko yeko cihên ku daîşê dagîr kiribûn distînin, nû xwe li mêranyê diqewimîne û dbêje em ê li filan derî ji bo penaberê êzidî û tirkmen û xirîstiyan kampan çêkin..

    heta bi îranê jî alîkarî daye başûrê kurdistanê lê tirkiyeyê ku wek mûtefîqê stratejîk ê başûrê kurdistanê dihate dîtin, alÎkarî nedaye..



    30.08.2014 19:21 | endazer

    10. dewleta heta niha tu carî bi camêrî xwe nêzikî kurdan nekirî û heta sed saleke din jî tişteke wisa nayê payîn.



    30.08.2014 19:27 | azadixwaz

    11. Dewleta kû bi alikariya hinek Kurdan zulmê Kurdên din dike ye.



    02.10.2014 16:19 | bijon

    12. dewleta jiyan li me herimandî û hê jî bi polîtîkayên xwe yên rojavayê herimandinê didomîne. ji xwe xwedê zane ez vê malpera paqij a tirşikê genî nekim.



    02.10.2014 22:39 | azadixwaz

    13. (bnr: roma xayîn)



    03.10.2014 14:16 | xendekî

    14. derketiye holê ku weke berdêla dîlên di destê daîşê de, 180 kujerên daîşê serbest berdane.



    06.10.2014 20:20 | simurg56

    15. Ez li dinyayê negeriyame lê hêj gelekî û dewletekî bi qasî dewleta tirkiyê bêexlaq û bênamûs û bêşeref û xwînmij û ehmeq û çavbirçî û nijadperest û zilimkar min nedîtiye. Çapemenî ji hêlekî ve dewlet ji hêlekî ve gel ji hêlekî ve tu ê sond bixwiy ku xwedê hemû mirovên ehmeq wekî numûne ji vî welatê re şandiye. Êdî dilê min dixele ji tevgerên wan yanî bixwe bixwe heqaretan li xwe dikin ne zanin dewlet birêvebibin ne jî zanin dîn çî ye û ne jî zanin mirovatî çî ye. Here were em wiha bihêz in em miletekî wiha mezin in nizanim çend dewletan me ava kiriye ku ev jî egoîzm û enaniyeta wana xwekêmdîtina li hember rojava ye û ne tiştekî din e. Û mixabin kurd jî hêdî hêdî dişibin wan mixabin.



    01.04.2015 15:19 ~2015.11.27 14:12 | ceso

    16. navê xwe ji peyva turchia îtalî standiye, di maneya welatên tirkan de. dibêjin cara pêşiyê tacirên îtalî yên di dewra cenova û veneziyayiyan de ev peyv bikaranîne.



    01.04.2015 16:51 | xwînhingivîn

    17. dewleta ku li sar axa bakurê kurdistanê ava bûye. heta ku ev dewlet li ser lingê xwe ye, em kurd ne azad in. em ê vê dewetê an hilweşînin an hilweşînin.

    an jî belkî jî em pêşîn bihûherînin paşê hilweşînin *

    (bnr: xweseriya demokratîk)



    01.04.2015 19:48 | brusk56

    18. Dewleta ku dîsa bi biryara dîktatorê erdoğan hemû malperên çapemeniya civakî hatine qedexekirin. Welle êdî tu tehm di vî welatê de nema. Hima bûye weke gû û ketiye devê erdogan.



    06.04.2015 16:06 ~2015.11.27 14:12 | ceso

    19. ne welat e, dewlet e..

    dewleta ku ji not sal bêtir e li ser xaka kurdistanê bi awayekî ne meşrû rêvebertiyê dike..

    dewleteke xwînxwar, dagirker û dirinde ye, dikare ji bo berjewendiyên xwe hemwelatiyên xwe yên tirk jî bide ber top û çekan..

    sedema hemî problemên navxweyî yên kurdan ji ber vê dewleta hanê ye, yanê bi gotineke dî her sê parçeyên dîn yên kurdistanê jî ji ber vê dewletê ji bobelatan xelas nebûne..

    dewleta ku heke kurd di girava afrîqayê de çadirekê jî ava bikin, dikare here xirbe bike û ji zaro heta kal û pîran binax bike û nehêle ku kes fatîhayekê jî ji bo wan bixwîne



    06.04.2015 16:31 ~16:31 | ferhenga şikestî

    20. dewleta ku hê nizane çi êxistiye.

    duh serokwezîrê tirkan got ku wan helîkopterek sûrî êxistine ji ber ku ji sînor derbas bûbûn.

    lê sûriyê got ku ne helîkopter bû tenê amûrek bêînsan ya ezmanî bû. îro bi wêneyan derket holê ku sûrî rast dibêje.



    17.05.2015 15:36 | simurg56

    dengdanên dawîn (yên din..)
    kemalîzm [3]
    Wek peyvek dişibe kêmaqilîzmê. Navê îdeolojiyeke pûç e. Ne hewce ye mi...
    jibîrkirin [1]
    Qasê bîranînê tiştek baş e....
    tirşik mobîl [2]
    (bnr: bi xwe re nedîtin) (bnr: xemsarî)...
    tirşik mobîl [1]
    Çima mobîl app ê tirşik.net tune yê? pêşdebirek bernameyê heye ji bo ...
    mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [13]
    mijara ku ji bo danasîna xebatên (vbnr: koma wergera fîlman ya tirşikê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tirkiye

    Kategoriyên mijarê:: cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî