Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
zaro tv - tirşik
zaro tv
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. televîzyona ku wê demekî nêz de dest bi weşana xwe bike. weke ji navê wê jî diyar e, wê televîzyoneke ji bo zarokan be. qenal ji aliyê rêvebiriya başûrê kurdistanê tê vekirin.

malpera wê ya fermî: http://www.zarotv.com ye lê malpera wan jî hê ne di weşanê de ye.



tê gotin ku ev qenal piştî pelistank tv, duyemîn qenala kurdî ya ji bo zarokan e. lê Pelistank TV televîzyoneke taybet e. welleh min Pelistank TV jî nû bihîst.



ji bo zaro tv jî hatiye gotin ku wê bi soranî, kurmancî weşanê bike. temaşevan wê bikare yek ji van zaravayan ji xwe re hilbijêre. ger bername zindî be, wê demê wê 2 pêşkêşvan pêşkêşiyê bikin.



dîsa hatiye gotin ku wê bi xebatkar û hunermendên ji tirkiye, ewropa û başûrê kurdistanê re hevkariyê bikin. ji aliyê din ve tê gotin ku wê qenal reklaman nestîne.



ji bo hemû kurdên dinyayê bikarin lê temaşe bikin tê gotin ku wê ji ser Türksat, Nilesat, Hotbirdê weşanê bike. heta hatiye gotin ku dest bi weşanê kiriye, lê min hê bi çavên xwe nedîtiye.



22.12.2013 17:54 | simurg56

2. kanala ku bi xêr hatiye.. hêvÎ dikim ku bi bernameyên xwe yên têr û tijî û dewlemend zarokên kurd yên li çar parçeyên kurdistanê ji ber pêl û mewcên asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê xilas bike..

pêlîstank tv bi qasê ku min darî çend kartonfilmên wî kirine dikarim bêjim ku di bernameyên xwe de bêtir cih dida zaravayê soranî û yên bi kurmancî jî bêtir bi devoka bahdînî bûn.. ji ber hindê di nav zarokên kurd yên li parçeyên din ên kurdistanê de zêde nehate temaşekirin.. û ji ber kanalaleke taybet bû di bernameyên xwe de ji zarokên kurd bêtir girÎngî û giramî dida dahatên kanalê..



22.12.2013 18:35 | endazer

3. çi xebereke xweşe ya rebbi tu me ji pepe xilas bikî.



22.12.2013 20:30 | tivirloismail

4. zaro tv bixÊr be. ez bawer dikim zaro tv yê me ji pepeexilas bike.



23.12.2013 11:33 | xelîlêzer

5. şikir,ez ê xelas bibim ji kirîna cd yan ji bo birazî û xwarziyan û ez ê jî bi wan re temaşe bikim.



23.12.2013 13:45 | gulan

6. ya ku nizanim gelo tu tirşikvanekê heta niha kariye ser televîzyona xwe derxe û temaşe bike.



25.12.2013 20:23 | simurg56

7. qenala fîlmên karton ên bi kurdî ye ku hêj di turksatê de dest bi weşanê nekiriye. di hotbîrtê de jî ez baweri im di weşana testê de ye.



24.07.2014 04:02 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zarokên kurdan ên nifşa z-yê

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî