Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 19 peyam
mouse - tirşik
mouse
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê mişkê yê bi ÎngîlîzÎ.. wekê din ji bo aparata ku mirov pê kombersê birêve dibe Û kontrol dike tê gotin.. îngîlîzan bi çi aqilî navek wiha ecêb ji bo vê aparatê bikar anîne nizanim, biçekÎ dirûvê aparatê bi mişkê dikeve wekê din tu têkiliyeka vê aparatê bi mişkê re nîne.. tirkan jî rasterast ev peyv ji Îngîlîzî wergerandine û jê re dibêjin fare.. gerçî hê jî bi piranî jê re mouse (wek maaws tê xwendin) tê gotin.. kurd jî (ji bo yên li bakurê kurdistanê, yanî yên di bin nîr û bandora tirkî de dibêjim) bi piranî jê re dibêjin mouse..

edet û elimandineka ecêb ya me kurdan heye dema em ji bo tiştekî ku navê wê bi kurdî tunîne li navinan digerin, eger ew bi peyv/nav wek xwe di nav zimanên din de jî hatibe bikaranîn em destê xwe lê nadin an em naveke bi kurdî jê re li hev nayînin wekê xwe têdixin di nav zimanê xwe de.. ez dibêjim qey ev jî encameka kompleks û xwebiçûkdîtinê ye..

berê li ser facebookê camêrekî navê bi kurdî yê kumandaya televîzyonê pirsîbû û camêrê bi navê lezgîn çalî jî ku bi xwe bijîşkeke naskirî yê başûrê kurdistanê ye gotibû ez bi xwe di nav malê de jê re dibêjim hevsarê televîzyonê.. li gorî min ji bo vê aparatê jî mirov dikare bêje hevsar an rişmê komberê.. hetta bêyî navê kombersê mirov dikare peyva hevsar an rişmê bi serê xwe jî bikar bîne..



22.12.2013 14:44 | endazer

2. ewka ku ez bixwe jê re bi kurdî jî dibêjim mişk.

zêde li ser navê wê nefikirîm, lê mişk jî xerab e. tabî mişko xweştir e. qet nebe sempatîk e. him jî strana wê jî heye: ha gidî mişko, de gidî mişko, tu dijminê nanê hişko...



22.12.2013 15:06 | simurg56

3. dayika min îroj bi laptopa min rêzefîlma xwe temaşe dikir, nizanim çibû, ji min re got, ka kosuka we, çima tu neanî. ahaha * êdî ji bo min navê mouseê kosuk e.



(bnr: kosî)



bilêvkirina kosiyê ya dayika min ev e: kösü.



30.01.2016 21:04 ~2016.01.31 10:39 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» mouse

Kategoriyên mijarê:: yendin ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî