Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 48 peyam
occo mahabad - tirşik
occo mahabad
(27) (1) (4)
di mijarê de bigere

2. wergêrê malpera me wergerine.comê.

xebatên wî yên malpera me de:

Here lînkê

Demekê ewqas bi lez bernameyan diweşand ku, min nivîsek wisa nivîsîbû:http://www.wergerine.com/blog/?p=1264



lê helbestên wî gelekî "nerazî" ne; serhildêr, tije jan, êş û elem, tije dinik û qehpik (ji nave pirtûkan jî diyar e) û erotîk.

(bnr: civak ji vê re ne amade ye)



22.06.2013 19:15 ~2015.04.14 14:41 | simurg56

4. wergêr û hebestvanê ewsanevî ê kurd e .



peranî mirovên wisa piştî mirin dibin efsanê lê occo mahabad hê nemirî bû efsane di çavê min de .

helbestên wî ji bo gelê kurd zêde erotik e *

êşên qehpik

(bnr: tu bibe dêlika min)

bê henek ji bo kedên wî ên ji bo kurdî hewce ye hezar caran spasî lê bê kirin .



06.07.2013 15:49 | brusk56

5. bila kes dilê xwe negire lê li gorî qistas û krîterên helbesta gerdûnî helbestên vî camêrî tu tiştekî îfade nakin û hilnayên tu qalibekî berkeftî.. heçî helbest e tenê peyv û têgehên alengîrî û rist û rêzikên jevketî têrê nakin.. tez û têmayeke birêkûpêk, karakterên ku mirov dikare li salix û teswîrên hatî kirin bifesilîne û nizanim çi û ne çi divê ye.. heçiyê dixwaze bitamije helbesta kurdî ya kurmancî ya modern bila pêşiyê here (bnr: ehmed huseynî) bixwîne û paşê dikare serekî li (bnr: arjen arî) û (bnr: rênas jiyan) û (bnr: rojen barnas) û (bnr: dost çiyayî) bixe..



06.07.2013 16:18 | endazer

6. li gorî gotiyan çend helbestên xwe bi kîrê xwe nivîsandiye.



30.07.2013 15:06 | bazirgan

7. helbestên kufnikî dinivîse li ser malperên înternetê heta êvarê wan li ser kartpostalan rengorengo dike û diweşîne. kesên ku ji helbestê fam nakin jî wan kartpostalan belav dikin...



30.07.2013 22:12 | rojgar

8. hat, kenên xwe anî.

Çû, qirînên xwe hîst. / occo mahabad



30.07.2013 23:20 | tiroj

10. ferqa helbestên wî ji helbestên lîseyiyekî tuneye bi serê we



01.08.2013 05:21 | maro

12. camêr tewşo mewşo jî be xwe da nasîn. çalakiya ji bo piştgiriya rojava hebî, yekî ji înternetê wêneya qirkirinê û ser de helbesta wî hatiye nivîsîn girtibû. min go hey popûlerîzim tu çiqasî nizmî lo!



12.08.2013 21:27 | pezkûviyê cûdî

13. min li fuara amedê occo dîtibû wîîî çiqa qeşenq bû ax occo tu mi nastînî nakî helbestek,şairê herî dînik herî cuda.occo occo çiqa te ji hez dikim wîîî wîîî mala minn axx occo ez sewa va helbestê dimrim bila kesên hesûd re were Qaçax…

li ser sînga min

şopên destên te

kor û lal û kerr…

li ser zimanê min

germahiya devê te

kesk û sor û zer…

li ber laşê min

çavên te qaçax qaçax dikenin

tu qaçax qaçax şa dibî

evîn qaçax

qêrîn qaçax

tu qaçax…

li ser laşê te qaçaxek

qaçax qaçax xwe dide te

qaçax qaçax di erdên te de xwe vedişêre

awirên te qaçax

hezkirin qaçax

ez qaçax…occo mahabad



14.08.2013 17:15 | serap

14. QURBANA TE BIM OCCO LOQANTEYEK MIN HEYE TU ROJEK WERÎ EZÊ ÇI NAN XARIN HENE DEYNIM BER TE BIXWE EZÊ JÎ TE RE ŞIIRA -KA GUHDARÎ BIKE- BIXWÎNIN.NIZAM NIVÎSKARÊN WIRA EYNÎ MALÊ RUDININ EYNÎ KEÇIKÊ HEJÎ DIKIN EYNÎ NAN Û AVÊ DIXWIN WUSA DIJMINANE ÊRÎŞ KIRINE.EZ QURBANA OCCO BIM ŞAIRÊ HERÎ MEZIN Ê KURD E.XWEDÊ EMRÊ WÎ DIREJ BIKE.EZ NEXWEŞÊ ŞIIRÊN WÎ ME .HIM HÛM KÎRÊ OCCO ÇI DIXWAZIN BILA HER ÎNSAN KÎRÊ XWE BINÊRE.BILA KÎRÊ WE JÎ BIXEBITE.QURBANA TE OCCO TU MAZIN Î MAZIN



14.08.2013 17:31 | şevko

15. ez herî zahf şiîra occo ya gewrê hez dikim min pirtûka wî standibû helbest zaf xaş bu me re şairen wuha her zaman lazim in.Gewrêêêêêê......

ji min re nebêje êş çi ye

êş tu yî

tu...

biçim kuderê êşên te hene

tu heyî

biçim kuderê êşên te êş didin min...

OCCO MAHABAD



18.08.2013 16:57 | rabo

17. ew hevalên ku derbarê occo de - GOTINEKE SERHEDÎ YE - " DİDİN BER DASA XWE" Jİ WAN RE Jİ VÎ TİŞTÊ BÊJİM HERÎ KÊM OCCO wÊREKÎ KİRYE KU EROTÎZMÊ Bİ KAR TÎNE.

LÊ HÛN ????



10.10.2013 20:42 | sîpan

18. Kesê ku dizane li dû menfîeta xwe here. Eger bizane li ciyekê jê re nan heye li dû diçe, na eger nan jê re tunebe hevalên xwe jî dfiroşe. Tu çavê wî jî girê bidî wê bêhna keçikan hizir bike û li pey qûna wan here.



15.10.2013 14:29 | gernasnenas

19. piştî lokman polat duyemîn nivîskarê kurd e ku bûye wek têgehekê. Navê vê têgehê 'occo' ya jî 'occokî' ye. mîsal em bibêjin helbestek bişibe yê lîseyiyan, meriv dibêje 'çi helbestek occokî ye vêya', an jî asta sohbetekê pir ketî be, meriv dibêje 'çi sohbetek occokî bû yaw'. di occoîzmê de nivîskar bi kêmastiya xwe nizane, xwe di asteke baş de dibîne û bi ser de jî birrek murîdên wî hene ku ji ber çepikên wan nivîskar nikare li xwe guhdar bike û bi vê yekê asta wî ya occoyê bilind dibe.



20.11.2013 22:54 | qomançêro

20. pexşaneke loqmankî birayê helbesteke occokî ye *



20.11.2013 22:58 | qomançêro

21. ê ku bi awayekî ecêv, xwediyê gelek hezkirî û heyranan e .

facebookê de, li ser wêneyên tewşomewşo, helbest an jî hevokên heta binî jirêzê dinivîse û bin re jî navê xwe dinivîse. lê tu lê dinêrî 200 kes ecibandiye. 50 ji van hesaba wî bi xwe be, 150ê din ji ku hatin ? mirov dimîne ecêv mayî.



20.11.2013 23:15 | brusk56

22. şairê gewre, di tirşikê de jî di nav şairên kurd de piştî arjen arî û rênas jiyan, şairê herî popÛler e.. hema bêje her şev li ser facebookê ez dibînim ku hevalek di kartpostalekî ku li ser helbesteka occo heye tê etîketkirin.. bi qewlê çapemeniya tirk îşte ew helbest:



''li ser bedena min

bêhn û xwêdana memikên te mane

her şev

gilî û gazinan dikin

her şev

nifiran dikin

dîsa were-dîsa dîsa..''



24.12.2013 01:16 | endazer

23. îro occoya min pir bilind bûye...

Nîşe: occo= qabiliyeta kelevajîbûnê



05.01.2014 21:20 | maro

24. helbestvanê ku bi rastî gelek meraq dikim navê wî çawa tê bilêv kirin. okko ? occo ? kîjan ?



06.01.2014 00:06 | brusk56

25. helbestvanê ku navê wî wek "occo" tê bilêvkirin.

lê ez car car jê re dibêjim "kek baran" ;)



06.01.2014 15:28 | borazboz

26. ev çi occo occoya we ye tênegehiştim



06.01.2014 16:44 | bagurdan

27. ji devê ocoo mahabad: ''Occo Mahabad ezilen,sömürülen,direnen halk kitlelerinin sesidir.Yeri gelir gösteride öldürülen çocuktur,yeri gelir tankların önünde namaz kılan annedir,yeri gelir çok kötü çalışma koşullarıyla 20 saat çalışan işçidir,yeri gelir uluslararası tekellerinden kıskacında sefalete sürüklenen köylüdür,yeri gelir linçlenen travestidir,yeri gelir dışlanan aşağılanan eşcinseldir,yeri gelir ucuz işgücü bile olamayan işsizdir,yeri gelir Brakuji-kardeş katlidir,yeri gelir dağda özgürlük mücadelesi veren gerilladır,yeri gelir işkence gören candır…

Occo Mahabad sömürülen,acılar çeken,direnen halkın şiir işçisidir…''



ji bo temamê hevpeyvînê: http://goo.gl/xWsrFQ



deepnot: xêra xwe bila camêrek vê metna li jor wergerîne kurmancî, ez b xwe re nabînim..



07.01.2014 06:34 | endazer

28. bi xwedê ji min re wisa tê ku hemû helbestê xwe dema hevşabûnê dinivîsîne.



07.01.2014 16:54 | xewnname

29. piraniya helbestên wî li ser evîn,evîndarî,hezkirin û dilketinê ye.



07.01.2014 19:37 | azad zagros

30. helbestvanê ku aniha derbarê wî de, ji ehmedê huseynî û rênas jiyan derbas bûye. hindik maye bigihe arjen arî.



07.01.2014 20:07 | simurg56

31. Ka Guhdarî Bike:





08.01.2014 11:43 | borazboz

32. şairê ku bi awirek şiîrek, bi ramûsanek du şiîr û bihevşabûnek pirtûkek şiîr dikare binivîse.



09.01.2014 02:06 | ceso

34. carna difikirim dibêjim gelo yekî çek berra serê occoyû dayiye û bi zorê darê jê re dibêje helbest binivîse?



24.01.2014 17:00 | ferhenga şikestî

35. camêrê ku navê wî ji helbestên wî balkêştir e..

yên ku wateya occoyê dizanin bila xêra xwe me jî jê agahdar bikin..



24.01.2014 18:21 | endazer

36. (bnr: dûzan'a occam)



24.01.2014 20:48 | xurufi

37. occo di zimanê aborjîniyan de tê wateya jiderguşketî..



24.01.2014 23:07 | ferhenga şikestî

38. helbestek wÎ:



herkes tiştekî dixwest

min destên te yên biçûk dixwest

destên te

rûyê min

dilê min

bedena min germ dikir

di destên te de

tîna tenêtiya min dihat şikandin

di destên te de

min derdên xwe ji bîr dikir

di destên te de

ji nû ve dihatim afirandin…







haho guciyano birevin, birevin û li paş xwe nenerin... ev çi bÛ bavo!!



06.04.2014 22:15 | mergehez

39. Tu dibê jê qey cemal surreya bi kurdî masturbasyonê dike. Evîn,azwerî,xilik û gilik ser çava lê hinek jî estetîk û kurahî hevhevalê tinto-can...



08.04.2014 00:11 | birho_fîlo

40. ji vir çend sal berê min jî nêt kir û min got ez jî gere helbest binivîsim û min bi qasî deh heb jî nivîsand jixwe heta çend meh berê jî li cem min bûn paşê min got ez bi objektivî bixwînim helbestên xwe, ez li xwe mikur hatim ku helbestên min pênç qirûş jî nake û min xwe bi xwe got; ''serhado! bargirano, helbest ne karê te ye xwe di dinê elem de belasebeb rezîl neke dev jê berde." min dev jî nivîsandina helbestan berda lê ez dikarin sond bixwim ku helbesta min a herî xerap jî ji helbestên occo'yî yên herî xweş jî xweştir û geştir û maqultir bû. hûn dixwazin bawer bikin dixwazin nekin...



08.04.2014 00:59 | ferhenga şikestî

41. zarokên ku hatin kuştin

ez bûm

dayikên ku hatin girandin

ez bûm

bavên ku hatin êşkencekirin

ez bûm

axên ku hatin bombekirin

ez bûm

ez bûm dilo ez

ez Rojava bûm

ez Kurd bûm…



occo mahabad.





bawer bike bi vê mantiqê dikare di rojekê de 100 helbestan binivîse û bike pitûk û çap bike ..



25.05.2014 16:03 | brusk56

42. nizanim ji ku ye lê navnîşana e-peyama wî bi 74ê xelas dibe.

ger ew jî weke min plakahezek be, nexwe ji bartınê ye. bi xwedê min qet texmîn nedikir.



26.05.2014 18:59 | simurg56

43. helbestên wî ne ew helbestên ku dema mirov evîndar be dixwaze bixwêne ne.. berevajî wê yekê çare û derman e ji bo obsesyona ku jê re dibêjin evîn..




44. helbestvanê ku bûye lehengên capsa ye. capsa wî min ji kena kuşt *



biner: http://imgur.com/YwrfJXh



14.01.2015 21:15 | berxweda

45. (bnr: tirşikçî)



15.01.2015 19:27 | ferhenga şikestî

46. (bnr: rocco mahabad)



Here lînkê



18.01.2015 10:19 ~2015.04.14 14:56 | simurg56

47. Qaşo helbestkar. Wî du pertûkên helbestê nivîsine. Min qenebe wêneyekî wî jî neditiye, ez bawerim kesî jî ji me wî nedîtiye, lewma ji min wetirê ku maxlasa nivîskarekî heyî ye, belbî ne wiha be jî nizanim. Min pirtûka wî ya ewil xwend lê ez naşêm bo a didûwan pera pê bidim, wext bo wê veqetînim û bixwînim, çikû helbestên dînîk têra xwe boş û berdayî bûn.



18.01.2015 22:07 | seydayê_peyvan

48. min çend dem berê helbestên wî xwendibû û qet kêfa min jê nehatibû û diheyriyam tirşikvan çiyê vê camêrî hezdike... mîna peyva herî populer a web-ê ev mesela zewq û rengê ye. çi karê min ji wan... lê endazer bi xweş rexnekiriye û şîretan daye ji xwendevanên helbestan re : occo mahabad/1797">occo mahabad/1797



bîska din ez rastî nivîsekê wî bûm, bi navê "Facebook; Belaya herî xweşik!". di gotarê de li bin sernivîsa "NEBAŞÎ Û ZERARÊN FACEBOOKÊ" van hevokan derbas dibe:



-komên ku ji bo sekskirinê (mînak: seksên lezbiyen ,homoseksuel û komî) hatine sazkirin dibe ku bala we bikişîne û serê we bişewitînin.Paşê vîdeoyên we jî li Youtubê werin nîşandan neheyirin.



erê occoyo li bin sernivîsa mijarê notekî wilo daye: "Li gor lêkolîner Dç.S.Craig Watkins zerarên sereke ew in." eşkere ye ku bawer kiriye û têxistî ye li nav nivîsa xwe. ha ew krêygo kî ye niza'm *



bira çewt neyê fêm kirin. helbet ev zerarekî muhtemel e. lê occoyo qet qala sekskirinên straight/heteroseksuelan make. qey ew jî mîna dewleta tirk şablonên fermî ya sekskirinê pejirandiye û xuya ye ku ew jî nîhandinên straight e. (gelo nêrîna wî ya sexa oralê çi ye?) *



henek li aliyêkî...



encama ku ez gihîştime ev e: occo mahabad homofobîk e. ku qet kêfa min ji mirovên homofobîkbîkan nayê... xwedê şîfa bide wî.



not1: niza'm zilam e yan jin e. hema ez "wî" bikaranîm.

not2: ev jî lînka gotarê ye: Here lînkê



04.08.2015 13:48 ~13:55 | biruya hayao miyazaki

49. Nivîskarê ku carekê ez li ser googleê li wêneyê wî geriyam lê min nedît. Gelo dibe ku occo ne kesek tenê be.*



04.08.2015 14:01 | mergehez

50. nivîskarê ku ji gelek "rewşenbîr" û "nivîskarên" qaşokurd çêtir e.



04.08.2015 15:42 ~15:42 | dijber

51. li vê malpara liser navê wî çend heb pirtûk hene jibû kesên nû dest bi xwendinê dikin;
Here lînkê



29.09.2016 21:37 | shorbevan

52. îro di ezmûna min a dersa alfabeyên kurdî de qaşohelbesteke wî bi tîpên kurdî yên kîrîlî wek pirseke hatibû pirsîn da ku diviya min biziviranda tîpên kurdî yên latînî. mixabin rewşa aqademiya kurdî ew e ku kesekî wek occo mahabad ji aliyê qaşomamosteyan ve tê ecibandin û qaşohelbesta wî di ezmûnê de derdikeve pêşberî me, xwendevanan.

nîşe: ev bûyer li zanîngeha mûşê di beşa ziman û wêjeya kurdî de rû da.



29.05.2017 22:52 | remlavêj

53. Hélbestvaneki héjaye kû meriv hértim hélbesten wî bîxwîne



14.08.2018 19:33 | feqiro

54. Şa'ir e. Ne li vir û ne li wir e. Ne li ser û ne li bin e. Çaya ber lêva ye, şekirokê eyda ye, binkiraskê keçkoka ye



04.05.2020 18:54 | paşopêş

55. ev nav çawa tê bilêvkirin gelek meraq dikim. dema dibînim ji hûndirê xwe weke "okko" dixwînim lê ya rast çi ye nizanim.



04.05.2020 23:05 | brusk56

56. bi min navê xwe ji kilama rizgan û nûrê hildaye:

...teyrê qereqûçê ocoyê kurmamê minê nêçîrvan e...

...dinêre oco xuya ye jêr de tê ye. nûrê diçe pêşiyê oco, ezê bextê te de me, were rizgar nekuje...

hemû gotinên kilama rizgan û nûrê: Here lînkê



07.05.2020 15:48 ~15:49 | ezcan

57. Di nav xortên me de helbestên wî gelek tên xwendin û ecibandin. Gelemperî kurdên ku nû dest nivîsandina kurdî dikin pirtûkên wî dixwînin ji ber ku berê qet pirtûkên kurdî nexwendine zimanê occo ji wan re xweş tê.
Min jî du pirtûkên wî xwendiye. naveroka pirtûkên wî bes edebîyata qaçax bû. Ne hêjayî xwendinê bûn. Şûna pirtûkên wî bixwînin biçin pirtûkên Cegerxwîn bixwînin herî kêm bila piçekî hêza we ya neteweperwerî zêde bibe.



25.11.2020 22:41 | yûsiv

58. Xwedîyê vê gotinê ye, Kîjan felsefe dikare rengê kenên te vebêje? *



13.12.2020 20:44 | yûsiv

59. Ji henek kirin û reşkirinê dûr.
Gelek kes hene zilmê li helbesta kurdî dikin.
Hevokên rojane,pînekirî,bê serî bê binî dikin şekal davên nava şekalê helbestvana....

Ma nizanin ji bo helbest bê nivisandin pêwist bi xwarina 40 tenûr nanê jiyanê heye..

Ne jiyan,ne helbest ne jî helbestvanî ne listike ne jî henek e...



16.03.2024 01:19 | derdxane

Hemûyan Bixwîne