Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
occo mahabad - tirşik
occo mahabad
(27) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. wergêrê malpera me wergerine.comê.

xebatên wî yên malpera me de:

Here lînkê

Demekê ewqas bi lez bernameyan diweşand ku, min nivîsek wisa nivîsîbû:http://www.wergerine.com/blog/?p=1264



lê helbestên wî gelekî "nerazî" ne; serhildêr, tije jan, êş û elem, tije dinik û qehpik (ji nave pirtûkan jî diyar e) û erotîk.

(bnr: civak ji vê re ne amade ye)



22.06.2013 19:15 ~2015.04.14 14:41 | simurg56

2. wergêr û hebestvanê ewsanevî ê kurd e .



peranî mirovên wisa piştî mirin dibin efsanê lê occo mahabad hê nemirî bû efsane di çavê min de .

helbestên wî ji bo gelê kurd zêde erotik e *

êşên qehpik

(bnr: tu bibe dêlika min)

bê henek ji bo kedên wî ên ji bo kurdî hewce ye hezar caran spasî lê bê kirin .



06.07.2013 15:49 | brusk56

3. bila kes dilê xwe negire lê li gorî qistas û krîterên helbesta gerdûnî helbestên vî camêrî tu tiştekî îfade nakin û hilnayên tu qalibekî berkeftî.. heçî helbest e tenê peyv û têgehên alengîrî û rist û rêzikên jevketî têrê nakin.. tez û têmayeke birêkûpêk, karakterên ku mirov dikare li salix û teswîrên hatî kirin bifesilîne û nizanim çi û ne çi divê ye.. heçiyê dixwaze bitamije helbesta kurdî ya kurmancî ya modern bila pêşiyê here (bnr: ehmed huseynî) bixwîne û paşê dikare serekî li (bnr: arjen arî) û (bnr: rênas jiyan) û (bnr: rojen barnas) û (bnr: dost çiyayî) bixe..



06.07.2013 16:18 | endazer

4. li gorî gotiyan çend helbestên xwe bi kîrê xwe nivîsandiye.



30.07.2013 15:06 | bazirgan

5. helbestên kufnikî dinivîse li ser malperên înternetê heta êvarê wan li ser kartpostalan rengorengo dike û diweşîne. kesên ku ji helbestê fam nakin jî wan kartpostalan belav dikin...



30.07.2013 22:12 | rojgar

6. hat, kenên xwe anî.

Çû, qirînên xwe hîst. / occo mahabad



30.07.2013 23:20 | tiroj

7. ferqa helbestên wî ji helbestên lîseyiyekî tuneye bi serê we



01.08.2013 05:21 | maro

8. camêr tewşo mewşo jî be xwe da nasîn. çalakiya ji bo piştgiriya rojava hebî, yekî ji înternetê wêneya qirkirinê û ser de helbesta wî hatiye nivîsîn girtibû. min go hey popûlerîzim tu çiqasî nizmî lo!



12.08.2013 21:27 | pezkûviyê cûdî

9. min li fuara amedê occo dîtibû wîîî çiqa qeşenq bû ax occo tu mi nastînî nakî helbestek,şairê herî dînik herî cuda.occo occo çiqa te ji hez dikim wîîî wîîî mala minn axx occo ez sewa va helbestê dimrim bila kesên hesûd re were Qaçax…

li ser sînga min

şopên destên te

kor û lal û kerr…

li ser zimanê min

germahiya devê te

kesk û sor û zer…

li ber laşê min

çavên te qaçax qaçax dikenin

tu qaçax qaçax şa dibî

evîn qaçax

qêrîn qaçax

tu qaçax…

li ser laşê te qaçaxek

qaçax qaçax xwe dide te

qaçax qaçax di erdên te de xwe vedişêre

awirên te qaçax

hezkirin qaçax

ez qaçax…occo mahabad



14.08.2013 17:15 | serap

10. QURBANA TE BIM OCCO LOQANTEYEK MIN HEYE TU ROJEK WERÎ EZÊ ÇI NAN XARIN HENE DEYNIM BER TE BIXWE EZÊ JÎ TE RE ŞIIRA -KA GUHDARÎ BIKE- BIXWÎNIN.NIZAM NIVÎSKARÊN WIRA EYNÎ MALÊ RUDININ EYNÎ KEÇIKÊ HEJÎ DIKIN EYNÎ NAN Û AVÊ DIXWIN WUSA DIJMINANE ÊRÎŞ KIRINE.EZ QURBANA OCCO BIM ŞAIRÊ HERÎ MEZIN Ê KURD E.XWEDÊ EMRÊ WÎ DIREJ BIKE.EZ NEXWEŞÊ ŞIIRÊN WÎ ME .HIM HÛM KÎRÊ OCCO ÇI DIXWAZIN BILA HER ÎNSAN KÎRÊ XWE BINÊRE.BILA KÎRÊ WE JÎ BIXEBITE.QURBANA TE OCCO TU MAZIN Î MAZIN



14.08.2013 17:31 | şevko

11. ez herî zahf şiîra occo ya gewrê hez dikim min pirtûka wî standibû helbest zaf xaş bu me re şairen wuha her zaman lazim in.Gewrêêêêêê......

ji min re nebêje êş çi ye

êş tu yî

tu...

biçim kuderê êşên te hene

tu heyî

biçim kuderê êşên te êş didin min...

OCCO MAHABAD



18.08.2013 16:57 | rabo

12. ew hevalên ku derbarê occo de - GOTINEKE SERHEDÎ YE - " DİDİN BER DASA XWE" Jİ WAN RE Jİ VÎ TİŞTÊ BÊJİM HERÎ KÊM OCCO wÊREKÎ KİRYE KU EROTÎZMÊ Bİ KAR TÎNE.

LÊ HÛN ????



10.10.2013 20:42 | sîpan

13. Kesê ku dizane li dû menfîeta xwe here. Eger bizane li ciyekê jê re nan heye li dû diçe, na eger nan jê re tunebe hevalên xwe jî dfiroşe. Tu çavê wî jî girê bidî wê bêhna keçikan hizir bike û li pey qûna wan here.



15.10.2013 14:29 | gernasnenas

14. piştî lokman polat duyemîn nivîskarê kurd e ku bûye wek têgehekê. Navê vê têgehê 'occo' ya jî 'occokî' ye. mîsal em bibêjin helbestek bişibe yê lîseyiyan, meriv dibêje 'çi helbestek occokî ye vêya', an jî asta sohbetekê pir ketî be, meriv dibêje 'çi sohbetek occokî bû yaw'. di occoîzmê de nivîskar bi kêmastiya xwe nizane, xwe di asteke baş de dibîne û bi ser de jî birrek murîdên wî hene ku ji ber çepikên wan nivîskar nikare li xwe guhdar bike û bi vê yekê asta wî ya occoyê bilind dibe.



20.11.2013 22:54 | qomançêro

15. pexşaneke loqmankî birayê helbesteke occokî ye *



20.11.2013 22:58 | qomançêro

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» occo mahabad ji min re nameyekê binivîse
» mahabad

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî