Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
marquis de sade - tirşik
marquis de sade
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar û qafseqetek pirr meşhure ku li ser wî gelek kitebên psikanalîzê hatîye nivîsandin. sade, ezbim bi fikrên xwe, numuneyê burjuwazî (bircewazî çawaye ehehe, karê cewaz birinê), na na, biborin... burjuwazî nebêjim lê fikrên sade û fikrê ulusalcîyên tirkîyeyê bi hev digrin, her du jî qurrene, her du jî bawerin hin tişt "bi alîye xelkê naye fem kirin" û her du jî qunekin.



lê mesela min ê sade ne ewe, belê hevalên hêja, ezê disa ji we ra çirokek bêjim, cigerê we biperitînim, çavÊn we ji xemê tijjî bikim xwun. "ayyy" hunê bêjin, "ez nixwazim di nav vî dinyayê xem û keder û hêsîrên lawikên xort û temîz bijîm" û hunê xwe bikujin. çiroka me di derbareyi xurufîyê şuvî û danîela yê komarê çek'an da derbas dibe.



min berê jî gotibu, wextek min li zaningehê yek serokên komita exchangê bum. ya rastî, ez serokê kîr û quz û bîra û vodkayê bum, ya'nî serokatîyê min serokatîyek tiro viro bû, lê bi kêrê min dihat. hem tekîlîyê min bi xwendekarên exchangeê çê dibu, hem jî min keçên qopqopçîyên tirk nas dikir, welhasil, kêfa min li cî bû.



xwendekar exleb havînan dihatin, exchange 1-2 mehan dikirin û diçûn. carna, payîzê jî xwendekar dihatin, lê fenanê havînê bi qefiletî na, du, sê heb tenê. ger ku ewê ku hatine mêr bibuna, min dihîşt, hîç nan û av jî nedida kû hemen hişk bibin, cîyê wî da keçek bişînin. lê keçikba, ayy îja yekê wek danîela çepildirêj û porkej ba, gerdenzer ba û balaberz ba, kî dikaribu xwe ji destê gunehê mezin zînayê biparêze?



min danîela girt û em çûn kizilayê, ew dem, min berê jî gotibu, tamaranda xwun tune, tijjî testosteron. lê belê rojîya remezane, dayîka min bi zorî ji min ra rojî dide girtin, yaw bîra li alîyek, ez nikarim av bixwum. min û daniela me şîv kir, me dest pê sohbetê kir, wey îslamîyet virda îslamîyet wê da, olperestî wiha tiştek nexweşe, zirar dide mejîyê filan (pişt re, ez çubum polonyayê, li wir jî ji bo keçikek ereb, ew mabu min şerîetê anîbu), em ji wir derbasê felsefeyê bûn, heheeyyy. xanimê nizane ez kurdim, bavê min -sirf kû di navê kitêbê "zerdeşt" heye- minê duwazdeh salî ra bi zorî zerdeşt wiha ferman kir daye xwendin, ez bi xwe jî salê kû hatime zaningehê min camus û sartreê ji ber kirime, îja hevalên meyê kurdên çepgerê îslamî meylê wan li elî şeriatî heye, yaw tamarê min tijjî testosterone belê, mejuyê min tijjî fransizî û bêehlaqî û xwewendakirinê zilamên modern-bajarîye.



em bi saetan axivîn. pişt re (hê wê demê nizanim seks çawa dest pê dike, yanê meriv çi bike kû seks "afirîne" asdahsdkasjd) min keçkê girt, min go were ez te bibim yurdê te, ez jî derengî nemînim.



ew rê ya kû diçe yurdê keçikê dirêje, em muddeyek bê deng man û danîyela, memikspîyê bê iman xeber da û got "tu qala marquis de sade çi difikirî?"



min go "wey!" hetta min go "wey wey wey wey". axx ez dizanim seksapêlekim heye, ji derva tê dîtin kû ez mêrek mêrxasim, carek dest pê bikim, 24 saet dikarim seksê berdewam bikim, ez jî dizanim her keçê ku min bibîne dixwaze guhê min bimije û bikaribe maçek ji min bigre emma, qardaşim min vî tehmin nedikir. ampulek li nav serê min vê ket, ew şeytanê bê namus ji milê rastê pispispis xeber da "şiyaro, ev keçik dixwaze bi alîyê te were qemçî kirin, dixwaze were sille kirin, dixwaze wereeaaallaaaaxxxxxxx." şeytana min jî hat eşqê, ka ez li cîhê xwe disekinim? na! çima? orgeneral kîr emir dide!



min go "eheh, ez jî pir hez dikim dema nîyandinê por bikşînim û çend silleyên piçuk û masum bavêjim, lê belê min tucar kesî qemçu ne kirîye"



keçik şaş ma, çavê Wî mezin bûn, destê xwe li ber xwe ba da û got "no, no, no" "ez dibêjim tû li ser pirtukên wî çi difikirî?"



ula pirtukên marquis de sade hebûn? peeh. min nedizanibu kû.

bê namûsê sade, daniela ji destê min kir, rêşaşîyê min ê cînsî xist ortê. piştê wî rojê danîela êdî hîç li min negerîya. (negerîya beyaz)



21.12.2013 11:41 | xurufi

2. nivîskar û esilzadeyê doxînsist ê fransî..

li gorî gotinan dibêjin terma sadîzmê ji navê vî camêrî hatiye darêjtin..

min tu çÎrok û çîvanokên wî nexwendine lê darî fîlma pier paolo pasolini ya bi navê salo o le 120 giornate di sodoma ku ji ber pirtûka vî camêrî ya bi navê 120 days of sodom hatiye wergirtin kiriye..



21.12.2013 12:11 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» marquis de sade
» sadedîn çira

Kategoriyên mijarê:: niviskar felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî