Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
borazboz - tirşik
borazboz
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: tune)



https://twitter.com/temoselim/status/353489619863601152



09.07.2013 01:27 | gimgim

2. dema ez navê vî camêra bihîstim ev pirsa rijîyabû ji lêvên min: ma kurdî 2400 salî ye?

ez dibêjim xeletî di vê karê de heye. heqqet hevalno temenê kurdî çend salî ye?



16.10.2013 10:23 | biruya hayao miyazaki

3. nivîskarê ku navê wî yê berê kamûranborazboz bû.



09.01.2014 20:05 | simurg56

4. helbesta borazboz ji aliyê zanistî ve nayê îspat kirinê.. li ser înternetê di derbarê helbesta borazbozê de heta ku (bnr: mehmet bayrak) jî qala wê kiriye gotiye nivîsa borazbozê li londrayê di muzeyeke de hatiye girtinê..qasî ku dizanim mehmet bayrak akademîsyenek baş e lê çawa qala tiştekî wîsa dike...borazboz derewînek romantîk û efsaneyek ne rast e.. li kîjan muzeyê de tê girtin û li kû derê ye..li ser gelek malperan de cih dayînê wê...



09.12.2014 00:23 | havka

5. Ev jî bû wek derewa kabataşê. li holê tu delîl û belge nîn in, lê herkes ji zikê vala ji xwe re fanteziyan dihûne. yek dibêje min li filan mûzexaneyê dîtiye yên dibêje hevalekê min li bêvan pirtûkxaneyê dîtiye ;)



03.12.2016 20:06 | endazer

6. Helbestek Qaşo berî mîladê di derdorê salên 300’an aliyê yekî nav “borazboz” ji bona hevsera xwe li ser kevirekî gorê hatiye nivîsandin. Kevirê gorê li ku ye nayê zanîn.

Helbestek sexte, fantastîk ku dibe ku ji aliyê yekî henekbaz ve hatiye nivîsandin.. “Selîm temo” tişkekî pir pir çewt kiriye. Nivîskar helbesta sextê wekî rast wergerandiye û kiriye pirtûka “orta ogretim kûrt dîlî ve edebîyati ders kîtabi”ya “tarîh vakfi”yê û di sala 2010an de weşandiye.(r.90-91)

BI HEVRE - BİRLİKTE
Xwazdî ez tu hevre bin ….Birlikte geçen günleri özlüyorum
Bi hevre herin xorînê …….Hele sabah çıkıp gidişimizi
Wer dî bihêrin kotra bin ……Seninle dağlara çıkar, dolaşırdık
Bang dîn bi hevre narînê …….Birlikte söylerdik türkülerimizi
Dwînî kotra hêra bûm ………Ben o dağların ruhundan öğrenmiştim
Awaz ji cîr dixwînê ………Ta yürekten, candan, içli söylemeyi
Fîrabîl û beyaban …….Hem dağlarda, hem kırlarda, hem sahralarda
Hawar ji dest evînê ……El aman, medet aşkın elinden yani
Ez tu watu yek dil wîn……… İkimiz tam da tek bir gönül olmuşken
Hêzan cwadî wînê …….Sonbahar gelip böyle, ayırdı bizi
Vêra pêkra hifne wîn ……..Ancak birlikte olunca küflenmez aşk
Bircînê ya binvînê ………Ya bağır bir ses ver, ya da uyu hadi.

Di derbarê helbestê de tu delîl û belge nîn in. ji zikê vala ji xwe ra fanteziyan hûnandine.

Wergêr ne pir baş e, mixabin wekî “kirê kerê” ye. Îro pir kes li ser înternetê vê helbestê parve dikin û çavkaniyê jî pirtûka jor didin.
Mijar û peyvên helbestê di derbarê demên modern in. ristên “xwazdî ez tu hevre bin”, “hawar ji dest evînê” bi eşkere vegotinên demên modern in, bi vî awayî nivîsandina helbestên berî îslamê li ser kevirên goran, çermê xezalan ne pêkan in. cidîyeta mijara helbestê tune. Dibe ku mijarên helbestê gotinên dînî û pîroz bibin û bi vî awayî nebin.

Mêrik di bin bandora helbesta sexte de maye hatiye bi navê “borazboz” ketiye tirşikê, peyam nivîsandiye!



10.07.2023 00:44 ~00:58 | çomo

7. Helbesta Wergera wê ya Kurdî herî xerab e dibêjim qey. Bawer nakim jê xerabtir werger hebin (bnr: kenîn)



10.07.2023 17:58 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» borazboz

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî