Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
ebbas kemendî - tirşik
ebbas kemendî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. hunermendeke kurd e di sala 1952an li bajarê sinê yê rojhilatê kurdistanê hatiye dinyayê.. mixabin wekê din ji xeynî çend stranên wî yên li ser netê tu agahîû zanyariyeke din di destê min de nîne..

strana wî ya bi navê her baykî meyo ya bi zaravayê hewramî -bi kuramncî her bayekê tê- ji vê lînkê mirov dikare guhdarî bike:



rûpela wî ya li ser facebookê: https://www.facebook.com/pages/Ebas-Kemend%C3%AE-%D8%B9%D9%80%D9%80%D9%80%D9%87-%D8%A8%D9%80%D9%80%D9%80%D8%A7%D8%B3-%DA%A9%D9%80%D9%80%D9%87-%D9%85%D9%80%D9%80%D9%87-%D9%86%D8%AF%DB%8C/215830301407



20.12.2013 23:36 | endazer

2. dema mirina wî min bîhîst nawê wî ji cara yekem bihîstî bûm. hezar car mixabin ew kêmasîyeka me kurda ye. kurd rewşenbîrên xwe baş nasnakin...



22.05.2014 19:43 | resençiyayî

3. îro ber destê sibê li bajarê sinê, li nexweşxaneya tewhîdê ji ber dilkutkê emrê Xwudê kiriye..

min zêde nas nedikir, lê gelekÎ li ber mirina wî ketim, rehma xwudê lê be, xwudê vê dinyaya gewrik neyîne bîra,wî bike di bihuşta xwe de, bi rehm û dilovanya xwe ruhê wê şad û bextewar bike..



''Hunermendê navdar ê Kurd, Ebas Kemendî vê sibê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir. Kemendî sala 1952’ê li Curawa ya bajarê Sinê ji dayik bûye ku dikeve nêzîkê bajarê Dîwandere ya niha.



Kemendî ku şevê dî ji ber jana gurçika wî ew rakirin Nexweşxaneya Tewhîd li bajarê Sineyê, vê sibê her li heman nexweşxaneyê dilê wî rawestiya û canê xwe ji dest da.



Kemendî ji xeynî şarezatiya di warê muzîkê de, di warê nîgarkêşî, şanogerî, sînema û edebiyata Kurdî de jî pispor bû û 35 salan di beşa Kurdî ya radyoya Sine de kar kiribû.



Navbirî nivîskarê heftenameya Basê bû û şanoname û çîrokên wî bi awayê rêze nivîs di heftenameyê de dihatin weşandin. Di sêyemîn sala pêşkêşkirina xelata hunerî ya Mamlê de ku sala 2011’ê li Hewlêrê bi rêve çû, xelata salê pêşkêşî Ebas Kemendî hat kirin, lê navbirî ji ber rewşa nebaş a tendirustiyê nikarîbû beşdarî merasîmê bibe.



Heta niha tenê çar albûm ji berhemên Ebas Kemendî hatine weşandin:



1. Gelawêj



2. Hewraman



3. Pirşeng



4. Kîjî Kurd



Li gor çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, merasîma şîna wî hunermendê Kurd îro demjimêr 4:30 li mizgefta Melaweysî ya bajarê Sinê dê bi rêve biçe.''



http://www.basnews.com/ku/News/Details/Hunermend--Kurd-Ebas-Kemend--wefat-kir/21039



22.05.2014 19:47 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» ebbas kemendî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî