Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    17 mijar û 29 peyam
    20.12.2013 wêneyên nû yên abdullah öcalan - tirşik
    20.12.2013 wêneyên nû yên abdullah öcalan
    (3) (2) (10)
    di mijarê de bigere

    1. kal bûye edî



    2013.12.20-22:36 | gokerr

    2. wêneyên ku ji bo dîtinê ketina întenetê bes e. li her derî mirov dikare bibîne.

    simbêlê serok spî bûye lê dîsa jî zînde û jîndewar xuya dike. xwedê emrê wî dirêj bike .



    2013.12.20-23:11 | brusk56

    3. wêneyên ku dilê min bi ocalan şewitandine. jê hez bikî an nekî, feqîro bûye kalemêr di hepsa romî de.

    http://www.rudaw.net/ContentFiles/30052Image1.jpg



    2013.12.20-23:11 | oxir

    4. dilê min pê şewitî lê ez dîsa ji hêvîdarim.(bnr: azadîya wî azadîya gelê kurd e.)



    2013.12.21-07:37 | karmatî

    5. ew îfadeya hişk ya berê ya li ser wechê wî nemaye..

    eger evdalê zeynikê sax bûya muhtemelen wê gotibûya lê kaliyê lê koriyê mirin çêtir e jî êxsîriyê..

    çendî ku hejê nekim û bawerî û îtîmadê pê nayînim jî lê ji ber du sebeban dixwazim roj berî rojeka din were berdan û bigihije azadiya xwe..

    - pirraniya gelê bakurê kurdistanê û birrek ji nav gelê kurd yên li parçeyên din hejê dikin û wî wek serok û xilaskerê xwe dibînin..

    - di destê dewleta tirk ya dagirker û mêtinger de wek Kurdeke li dijî zilm Û setema dewletê derketî û serî hildayî êxsîr û girtî ye..



    2013.12.21-07:48 | endazer

    6. bi rastÎ dema min ev wÊne dÎtin dilÊ min zÎz bÛ. ez bawerim piştÎ dÎtina wÊneyan tirs ketiye dilÊ gelek kesan de.



    2013.12.21-09:55 | xelîlêzer

    7. wêneyên ku tê gotin li kurdistanê bûye sedema zêdebûna firotina gomlekên şîn *



    2013.12.21-18:12 | simurg56

    8. wÊneyeka xwe yÊ din verket!!!

    https://www.facebook.com/photo.php?fbid=600487019999166&set=a.330230883691449.68347.157051371009402&type=1&permPage=1



    2013.12.21-18:28 | cinorek

    9. wêneyên ku kurdên ku serokê bi milyonan kurdan dişibîne heywanan, derxistiye holê.

    ocalan ne serokek îdeal e, belkî di nav serokên kurdan de yê herî hindik kurdewar be, belkî yê herî xapînok be û felan û bêvan.

    lê di nav hemû serokên kurdan de, yê ku herî zêde ji prîmîtîfiyê dûr ew e, yê herî zêde xwendî û nivîsî ew e. yê herî zêde kariye gelê xwe biguherîne ew e.

    hinek nivîskar hene ku bi kutekî parastina ocalan bi mirov didin kirin.



    2013.12.21-19:29 | simurg56

    10. ew jî edî kal bû



    2013.12.26-22:10 | fırat evdal

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    werger [1]
    gotinek heye; 'Heke kurmê darê ne ji darê be narize'

    Me...
    bêyî hiştina dilê kesekî ku deyn dixwaze gotina na [2]
    Erê ji dêvla nayê bêje nexêr *...
    komên muzîka kurdî [1]
    Komên ku bi muzîka xwe di nav kurdan de dengê xwe belav kirine. Hinek ...
    xelatên tirşikê yên 2021an [2]
    (bnr: hêvîyên nivîskarên tirşikê ji sala 2022yan) Belê min jî îsal ...
    rojnivîska tirşikvanan [2]
    Îro pir kêfxweş im looooo. îro, pişti 1.5 an 2 salan ez platonîka xwe...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » 20.12.2013 wêneyên nû yên abdullah öcalan
    » wêneyên ji bo kampanyaya danasîna tirşikê de werin parvekirin
    » nureddîn zaza
    » yenge
    » abdullah bin abdulaziz el-suud
    » öcalan ji neteweperest û parêzkarên kurd zîvêrbûye

    Kategoriyên mijarê:: jiyan cand dirok
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî