Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
nivîskarên tirşikê yên ku di twitterê de tirkî dinivîsin - tirşik
nivîskarên tirşikê yên ku di twitterê de tirkî dinivîsin

Navê mijarê ya ewil ev bû:nivîskarên tirşikê yê ku di twitterê de tirkî dinivîsin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarên ku divê ji tirşikê leqeba ecemîtiyê jî nestînin û newêribin bi dora tirşikê kevin jî.



20.12.2013 00:31 | dijber

2. nivîskarên tirşikê yê ku di twitterê de bi tirkî dinivîsin in.

(bnr: saladin)

çima ecemîtî bavê min? belê tirşik perekî bi teybetî ji kurdî re ye ma twitterê jî simurg56 ava kiriye?



20.12.2013 00:34 | saladin


4. (bnr: mijarên rapirsînwarî)



20.12.2013 00:40 | endazer

5. wek mînak ez. demek min jî tweetên xwe kurdî dinivîsanda lê belê tu kes tişte jê fêm nedikira lewra yê ku min dişopînin piranî tirk bûn an jî kurdê nivîsên kurdî fêm nakin bûn. pewamên min piranî li hewa dibanîya. min jî dev jê berda.



20.12.2013 00:56 | deqlok

6. ez im. di facebookê xwe de jî fransî, ingilîzî û tirkî. oh mon dieu. bi berdilka xwe re jî tirkî dipeyvim. di instagram de jî fotografên xwe yê bi çînî hatiye fikirandin diweşînim. 真 ez îtiraf dikim carna dema gavan diavêjim bi hindî jî difikirim. हां aleluya... kurdî? belê dema seksê derxistina dengên kurdî pir xweş e. wekî, zû ZÛ bêhtir... * *



edit: ez bîra kirim. bbc farsî jî dixwîim lê nanivîsim. çima ez jî nizanim. tu dît; hêla min a faris ber xwe ket. *



20.12.2013 01:12 | biruya hayao miyazaki

7. nivîskarên ku yek ji wan jî ez im. bi rastî zêde twîtirê jî bikarnaynim lê dema dikevimê jî carinan bi kurdî carinan bi tirkÎ dinivîsim.



20.12.2013 01:19 | oxir

8. helal bê ji wan re * (bnr: dest û tilî sax bê)



20.12.2013 09:02 | karmatî

9. ji bilî min kî dikare bibêje:ez li ser twitterê ji sedî sed bi kurdî dinivîsim?

ez pir meraq dikim.



20.12.2013 12:44 | gulan


11. nivîskarên ku divê li gorî rêjeya peyamên xwe yên tirkî, werin darizandin. rêjeya îdeal ya peyamên tirlî %30 e. ger ji %30ê derbas bibe ne ya xêrê ye...



20.12.2013 23:37 | simurg56

12. car caran ez im ಥ_ಥ

ev nêzîkî 4 sala twittirê bi kar tînim, aniha hesabê min yê 3emîn bi kar tînim, herê werê qey min ji %3 bi tirkî nivîsandibe.

(bnr: nivîskarên ku divê ji tirşikê bên afarozkirin)
(bnr: temam bes lêxin zilam mir)



09.05.2021 04:17 ~04:17 | merwano

13. ew tirşikvan qet nebûme ez. ez tweetên tirkî fav jî nakim naxwazim bibînim jî . ji ber ku ew der bi kurdî ava bûye bo min. ên ku tirkî dinivîsin an fav dikin û dixin taymê, wan bêdeng dikim. lê bikêr nehat. min listeyek kurdî çêkir li wir tenê li wir dimeyzênim.



09.05.2021 13:01 | xwelî li ser

14. Divê li gor mijarê binivîsin. Yanê ger xitabet û banga wan dê ji kurdan re be û naveroka wê jî kurdan eleqedar bike, hingê divê bi kurdî be. Lê belê ger xîtabet li tirkan be û mijar jî ne meselea kurdan be, hingê kare bi çi zimanî bixwaze binivîse.

Hindik maye 2 salê hesabê min yê twitterê biqede û min ji hezarî bêhtir tweet avêtiyê lê yek carek jî ji kurdî şaş nebûme. Tu caran min bi tirkî nenivîsandiye. Carnan dibînim li tayma min tweetên tirkî zêde dibin, yekser lê dinehêrim bê kî wan rt dike û ji şopa wan derdikevim. Min go rt çikû yên bi tirkî dinivîsin jixwe naşopînim.


Lê belê carna feydeya nivîsandina bi tirkî heye. Mesela dema tagek danasînê an meseleyeke kurdan eleqedar dike bikeve rojevê, kurdên kurdperwer li gor hişmendiyek kurdistanî, bi tirkiyek zelal binivîsin gellek baş dibe.



14.01.2022 19:06 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên tirşikê yên nisêbînî
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» yên ku xaniyekê dikin mal
» twitterê kurdmancî
» tirkî gorî kurdiyê zimanekî pir kêm e

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî