Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kevçiya xwe nav çayê de hiştin - tirşik
kevçiya xwe nav çayê de hiştin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. taybetiyeke min e, ya malbata min e, nizanim lê belkî jî ya gelê min be.



niha rewş wisa ye:

tu tirk vê yekê nake

yên ku dikin tim kurd in

kurdên nekin jî hene



dawiya dawî tiştekî têkildarî kurdan e.



20.06.2013 21:46 | simurg56

2. bala min ne kişandi bû lê ez jî kevçî di nav çayê de dihêlim



12.09.2013 23:38 | firat

3. serpêhatiyeke min a zaroktiyê tîne bîra min; wexta ku ez biçuk bum, bapîrê min kevçik derxistin û danîna ber binkê çayê şanî min dabu û min jî wisa dikir û dixwest kesên din jî wisa bikin. rojekê wexta min dît ku bapîrê min kevçiyê xwe dihêle nava çayê de min jê xwest ku kevçiyê xwe jê derxe û dane ber binkê wê lê wî got 'ma ne keyfa min e, ez bixwazim ezê bikim, nexwazim nakim!' min jî got nexwe ez jî çayê venaxwim û helbet bi bandor bu, wî dîsa weke gotina min kir û me çaya xwe vexwar. ev jî yekemîn xwepêşandana bêîtiatiya sifîl a min bu û serkeftî bu.



13.09.2013 00:16 | azadixwaz

4. barekellah! bûye meseleya man û nemanê.. ez bi xwe ji bo dilê tu kesî ji xwe nehêlim carinan kevçî di nav îskana çayê de dihêlim carinan jî datînim ber keviya binikê îskanê.. lê divê li xwe mikur bêm dema ku kevçî di nêv çayê de be û di ber vexwarinê de ew kevçî bi ber devê min bikeve ez gelekî pê aciz dibim..



13.09.2013 00:20 | endazer

5. ez qet tiştekî wanî nakim ku îmana min ji vê tevgera diçe. ma gelo ew kevçiya ranabe çavê we, ez şaş dimînim.



ji bo yê din:

(bnr: binkê çayê hebe jî qedeh dayîn li ser mase)



12.10.2013 15:43 | biruya hayao miyazaki

6. tiştek sik e...



12.10.2013 18:29 | rexnegirêtagirtî

7. agirÎ, bazid, ebexe da çay bÊkevçÎ tÊ. loma ji bo me ne pirsgirik e,



erÊ em gundÎne bavo, şekirÊ davejin devÊ xwe.



12.06.2014 22:12 | serhıldan jiyane

8. (bnr: kevçiya dil nav kayê de hiştin) *



22.06.2014 22:25 | endazer

9. tişta ku dibe ku bibe sedema li çavê re çûna kevçiyê *

ji qedeha ku tê de kevçî heye çay vexwarin çandek e û nîşaneya ji malbatek esîl hetinê ye. divê ên ku ne ji malbatek wisa ne, kevçiyê ji qedeha xwe derêxînin an jî dema qurtek didin çayê, bi destê din kevçiyê bigirin û ha jê hebin neçe çavê wan re.



23.06.2014 01:31 | brusk56

10. tişka ku ez jî dikim.. bi xwe re nabînim ku kevçiyê xwe ji îskana çaya xwe derxim. (bnr: bixwerenedîtinîzm) *

di heman demê de ez kevçiyê xwe di îskana qehweya xwe de jî dihêlim û carinan çenikek dimîne ku têkeve çavê min lê hê neketiyê. hêvîdarim nekevê jî*



23.06.2014 01:40 | mergehez

11. ne xem a kesên ku çaya bê şekir vedixwin e.



13.12.2014 15:38 | nazim tolhildan

12. sedema zingarbûna kevçiyan e..*



13.12.2014 16:17 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kevçiya xwe nav çayê de hiştin
» xwe kir kirin
» navenda giştî ya tirşik.netê ya amedê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî