Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    17 mijar û 24 peyam
    firdik - tirşik
    firdik
    (3) (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. xwarineke xweş e havînan dihê xwarin. min ev jî li bam mêrdîniyên serxet û binxetê xwariye ku ji nan û mastî çêdibe.

    helbet xwê jî dikevê.



    2013.12.16-02:38 | dijber

    2. li gorî wîkiferhengê di helbestê de ji bo her rêzikê firdik jî tê gotin, yanî firdik hemwateya rêzik, riste û misreyê ye.

    (bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



    2014.04.28-14:24 | kevçiyê dil


    4. tenê fird jî dibêjin....nanî hişk û bi şîra germ tê çêkirin re jî fird tê gotin..



    2015.07.26-22:51 | havka

    5. navê nivîskarekî nû ye, belam hê çomez e.
    Navê wî jî xweş e *



    2019.11.24-00:59 ~01:01]| gulêê

    6. ez şaşim an li gorî peyamên li jor û firdika ku li ba me(nisêbîn) çê dikin ji hev cûda ne. Li ba me firdikbi savar û mast tevlîhev dikin û dixwin. Wekî din em dikarin ji bo peyva firdik, hemberê wê di tirkî de bulamaçê



    2020.04.26-03:43 | merwano

    7. firdik , hûrdikê nan û xwarinê ye (yemek artığı)



    2020.04.26-03:54 | shwinsherm

    8. Xwarineķî ku navê wê î tirkî qe ne xema min e. Belkî bi tirkî navê vî xwarinî nîn be, lê dîsa jî kurmancê me dixwazin navekî tirkî jê ra bibînin!

    Li nisêbinê me jî bi piranî bi nan û mast çê dikir. Lê bi qasî ku dizanim gelek cureyê firdikê heye. bi sîr û mast jî min bihîstîye.



    2020.12.04-00:36 | hueyn

    9. Xwarinek bi şîr û mast tê çêkirin.
    Gava bi mast be çêkirin: firdikê mast,
    Gava bi şîr be çêkirin: firdikê şîr. Li gorî kêfa mirov dikare tiştên cûrbecûr jî bixine. Mînak dims.



    2020.12.04-13:48 | demsal

    10. Li devera me bi wateya pirt û parçeyên nanê yên jiber xwarinê dimîne dihê bikarhanîn.

    Rojekî em çûbûn mala naskiriyekî. Em rûniştin ser sofrê. Û li xwarinê vebûn. Pênc deqe pişt re ew naskiriyê me ji zarokê xwe re sê çar caran got ufaltı yapma, ufaltı yapma. Paşî em xwe gihandin mala xwe min ji diya xwe pirs kir got ku yadê ufaltı yapma çi ye? Got ango firdik meke. Yanê jinik digot kırıntı yapma. Vêca çima di bîra min de beredayî cîh digrê ew rûdan nizanim.



    2020.12.04-20:21 | bilbilê dilkul

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tirşo [1]
    giyayek jiber tehma wî tirşe tirşo jêre tê gotin. û hew

    ...
    amblema tîşortê tirşik.net'ê [3]
    ji van desena desenek bi ecibînin û îtîraf bikin ez desenatorek başim ...
    bîranînên li amedê [2]
    Îşev ez û hevala xwe li benda mînîbûsê bûn ku vegerin malê. Ji ber kor...
    tiştên ku tirşikvan niha dixwin [1]
    Dendik û çay *...
    rojnivîska tirşikvanan [2]
    Silav rojnivîskê , ‏Wek herroj îro sibê jî hatim dersxanê ‏Dixebiti...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » firdik

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi xwarinvexwarin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî