Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
ganî mîrzo - tirşik
ganî mîrzo
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. mûzîsyenek e kurd ku li spanyayê li paşfona rîtm û newayên kurdî û kurdistanî mûzîka flamenkoyê îcra dike..



ganî mîrzo di sala 1968'an de li qamişlo çavên xwe li dinyaya gewrik vedike, piştî zarokaniya xwe bi malbata xwe re bar dike helebê. hê di çar saliya xwe de dihewise mûzîke û pê re dersa ûd û şanê ji mûzîsyenên wî wextî yên wekê nurî esqadar û qedrî dala dîstine û di konservatuwara helebê de perwerdehiya mûzîkê distîne. demekî li ser mûzîkên hîndîstan, îran û kurdistanê dişixule û di ber vî şixulê xwe re haya wî ji mûzîsyenê navdar yê kurd zîryab çêdibe û dest bi xebatên li ser terzên kurdî yên ku bingeha şaristaniya mûzîka endûlûsê ava kiriye dike. di sala 1987'an de li bajarên wekê barcelona, cordoba, malaga, valencia û santîagoyê yên spanyayê konsêrt û ahengên mezin dide û li van bajaran li ser mûzîkên spanî yên esil-kurdî jî dişixule. di demekî kin de navê wî li gelek welat û bajarên ewropayê belav dibe û li bajarên wekê parîs, brûksel û berlînê konsêrtan dide û di ber van konsêrtan re jî li van bajaran dersa mûzîka ku îcra dike jî dide xelkê. di sala 1990'an de li forûma çandê ya dinyayê bi dananasîn û danezana xwe ya derheqê tesîra mûzîka kurdî ya li ser mûzîkên din yên cîhanê de bû û bestekirina 54 meqamên cuda yên helbestên şairê navdar ê kurd ehmedê xanî bala gelek otorîteyên mûzîkê dikişîne. di sala 1994'an de li konservatûwara lîceuyê di warê mûzîkên rojhilatê de bi manuel granadus re kar dike û heta sala 2000'î dersa mûzîkê dide bi sedan xwendekaran. di sala 1995'an bi navê ganî mîrzo trio komekî ava dike û terzek nû bi îcrakirina terzên nû yên mûzîka kurdî didêrîne. ganî mîrzo wek daner û damezrînerê stîla myrzaî ku wek jazza kurdî jî tê nasîn ku ji flamenkoyên ku bi saz û amûrên kurdî tên îcra kirin pêk tê tê nasîn û zanîn û vêga serokatiya akademiya mûzîkên rojhilatê ya zîryabê ya li barcelonayê dike û heta niha sê albûmên wî yên bi navê ronî, totico û 1001 noches derketine piyasê.



ji bo pirs û mereqên xwe pê têr bikin fermo: http://www.youtube.com/watch?v=pP9Ketm31Lw



18.06.2013 22:59 | endazer

2. Li Spanyayê dijî, ji spanyolan çêtir muzîka flamenko zane û herwiha gîtarîstekî hêja ye û ez ne şaş bim, jinên spanyolî li ser wî dîn û gêj in...



18.07.2013 10:03 | keje bemal

3. bi koma xwe ya bi navê ganî mirzo band beşdarî morgenland festival osnabrueck ya li başûrê kurdistanê hatiye çêkirin bûye û bi koma xwe re vîrtuozî ji firmêsk xanim û ibrahim keivo re kiriye.. hêvî dikim albûma wî ya vê taliyê jî di kalîteya albûma wî ya ewil ya bi navê ronî de be..





30.05.2014 03:37 | endazer

4.



22.04.2015 19:23 | kurê xelkê

5. vîdeoya ji aliyê kesekî gelek ji hez navê xwe dike hatiye bar kirin. *



22.04.2015 19:37 | mele ehmedê nalbendî

6. camêr li vir di derbarê xwe, serpêhatinên xwe, musica xwe û barcelonayê diaxive.



ahan ewa lÎnk









30.12.2015 23:02 ~23:03 | wiha wilo wisa

7. bi xebatên xwe (bi taybetî şingalê) dilê min da cîhek cuda xwera cîh girtîye, kesekî entellektûel û xîrete, bila her hebe birêz mîrzo



birêz mîrzo îro jî beşdarê şanoya portekîzê bûye, rojavayê avrupayê bi taybetî îspanya Katalonya û portekîzê mûzîka kurdî bela dike
Here lînkê



05.10.2021 10:45 | doesntmatter

8. Vê rojka berfî ya amedê qederê ez anîm li ber derê strana vê camêrê vehewandim, ha va ye ganî va ye dîlana azadiyê:





04.02.2023 14:57 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ganî nar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî