Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 42 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ergatîvîte
peyamên çepikkirî

19672. ergatîvîtî

bi şêweyekî besît û hêsan eger em rave bikin:

di dema borî de bi lêkerên gerguhêz re xuya dibe

mînak:

min tu kuştî

te av vexwar

wî em birin

wê hemû xort maçî kirin

me nan xwar

we ez perîşan kirim

wan em çirrandin û dirrandin



09.06.2013 07:28 | brusk56

102430. Tişta ku di zaraveyên Suryankî ên di Kurdistanê de jî tê dîtin, lêker di dema borî de li gorî bireserê tê kişandin lê ev ji bo hin lêkeran derbas dibe û dibêjin ergatîvîte bi têsîra kurmancî ketiye nav zimanê suryankî de ji ber ku di zaravayên suryankî en derveyî kurdistanê de ergatîvîte nayê dîtin.



08.06.2013 18:10 | endazer