Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ji bo ziman û jargona tirşikê pêşniyarên we - tirşik
ji bo ziman û jargona tirşikê pêşniyarên we
(11) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Di piraniya ferhengên înteraktîf de jargonek/zimaneke taybet tê bikaranîn. weke mînak di ekşi sözlükê de ji bo peyaman entry tê gotin. ji bo nivîskaran jî sözlükçü tê gotin û ji alê piraniya bikarhêneran ve jî tê zanîn.

Em dixwazin ji bo tirşikê jî zimaneke wisa taybet biafirînin. Bi pêşniyarên we em bawer dikin ku em ê zimaneke kurdewar û xweş ji bo tirşikê biafirînin.

weke mînak ji bo her peyameke li ferhengê, mirov dikare bêje "bacan"

Lê em ji bo nivîskarên xwe bibêjin çi?

em ji bo sererastkirina peyamakê (edit) bibêjin çi?

Em ji bo çepikkirina peyamekê bibêjin çi?

Em ji bo reşkirina peyamekê bibêjin çi? û hwd.



18.06.2013 22:47 | simurg56

2. ji bo nivîskarên tirşikê mirov dikare bêje "tirşikvan"



18.06.2013 23:43 | simurg56

3. ji bo nivîskaran ez bawerim wê "tirşikhez" ne xerab be.



18.06.2013 23:49 | azadixwaz

4. ji bo nivîskarên tirşikê em dişên bêjin tirşikxwar an tirşikxwer



ji bo entryan yanî peyamên li jêr mijaran tên nivîsîn jî em dikarin bêjin deq



ji bo mesaj yanî peyaman em dikarin bêjin reşbelek



ji bo chat an sohbetê em dikarin bêjin dembêrk an xweşbêjî



19.06.2013 13:46 | endazer

5. ji bo ecibandinê em dikarin bêjin destê xwe bi sera ve bîne (bnr: destê xwe bi serê yekî ve anîn)



ji bo reşkirinê jî em dikarin bêjin 'wê bîne serî ku nehatî serê tu kesî' (bnr: ya kesanedîtî anîn serê kesekî)



wek nimûneyên ku di pêşniyarên min de berbiçav in em ne mecbûr in ku xwe bi tenê term û têgehan ve girê bidin em dikarin biwêj û qalibên heyî jî bikar bînin.. ji xwe dema mirov bal û dîqeta xwe dide şitexaliya bavûkalan piraniya zimanê rojane ji biwêj û qaliban pêk tê..



19.06.2013 13:53 | endazer

6. ji bo nivîskarên tirşikê mirov dikare bêje "tirşikçî"



19.06.2013 17:01 | sohrab56

7. ji bo derkeve-yê mirov dikare bêje (bnr: derî ji derve dade).. (bnr: alîterasyon)



12.07.2013 15:56 | endazer

8. ji bo nivîskarên baş em dikari bêjin aşpêj .

an jî ji bo niviskaran aşpêj, ji bo nivîskarên baş be aşpêjê baş dikare bê gotin .



17.07.2013 00:44 | brusk56

9. tirşikxur baş e her wekî araqxur, kiftexur, biryanxur



16.07.2013 22:54 | mastfirosh

10. ji bo nivîskarên ku kurdiya wan ne baş in em dikarin bêjin kurdê trt6ê û ji bo peyamên ku bi kurdiyek xerab hatine nivîsandin em dikarin bêjin kurdiya trt6ê .



28.07.2013 01:34 | brusk56

11. dema ku di navbeyna nivîskaran de cûdahiyên fikrî derkevin an jî muneqaşek hebe, bibezin hev em dikarin bibêjin hop şer e şer e şer e îro li meydanê şer e



28.07.2013 01:41 | bazirgan

12. Ji bo nivîskaran - (bnr: tirşiknûs), (bnr: tirşikvan)
Ji bo çömezan - (bnr: şagirt)
Gava kesekê riayetê formata tirşikê nake derket - (bnr: heval format!)
Gava di tirşikê de çewtiyek derket - (bnr: bila moderator endazer were guhertin)



03.04.2020 11:53 ~2020.04.05 00:33 | cinorek

13. Ji bo çomezan (kesên nû dibin endam ango formatê baş nizanin) mirov dikare peyva (bnr: nîvco) bikarbîne.
nîvço ferhengên kurdî de wek binavkirina tiştên nîvî dihê gotin.Mirov dikare wek navekî jî bo çomezan bikarbîne



03.04.2020 14:39 ~16:06 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimanên biyanî di tirşikê de
» jargona tirşikê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» pêşniyarên ji bo ji nû ve avakirin û belavkirina zimanê kurdî li nav xelkê li bakurê kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî