Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ji çirya paşiyê pê da - tirşik
ji çirya paşiyê pê da
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesteke malayê bateyî ye. gorî ku tê gotin helbesta berî mirinê ye.



Ji çirya paşiyê pê da

Melayê Bateyê kanê

Sefer kêşa bi Miksê da

Li ser weqtê zivistanê



Zivistanê evî yolê

Evî beryê evî çolê

Mijê avête derdolê

Xwinavê girtî kêstanê



Xwinavê girtî nesrîne

Cemed çêbû li sewlîne

Girya me tê ji bo asmîne

Zerî nayêne seyranê



Zerî tên û diyar nabin

Coşil tên û sitar nabin

Çi cindî tên siyar nabin

Bûye tarî li kolanê



Bûye tarî û zulmate

Sir û serma ji nû hate

Yeqîn kanûn eda hate

Binerin dax û kovanê



Binêr daxa me êxsîra

Xezam zer bûn rezê mîra

Reyhan barî di avê da

Reyhan barî di eywanê



perîşan in li hingorê

ji comerza gola jorê

Mecalêd berçela borî

zerî nayêne seyranê (403-404)



ev helbest ji antolojiya selîm temo ya bi navê kürt şiiri antolojisiyê hatiye wergirtin.



13.12.2013 22:38 | giyanstêr

2. li gorÎ gotinan mela ev helbesta xwe li ber mirina xwe nivÎsandiye. dema ku vedigere bateyÊ berf dibare rÊ tÊ girtin, mela jÎ xwe dispÊre ŞkeftekÊ. dema ku berf dihele Û rÊ vedibe vÊ helbestÊ di berÎka(em dibÊjin kUke) mela de dibÎnin. ji xwe mirov jÊ derdixÎne ku mela li ber mirina xwe nivÎsandiye.



14.12.2013 13:09 | xelîlêzer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşû

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî