Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
lgbtî - tirşik
lgbtî
(6) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. kinkirina navên lezbîyen(mêbaz), gey(nêRbaz), bîseksuel, trans û înterseksuel e. vê beşa zayendî her ji yek berpêbûniyek e. ne tercîh e.



(bnr: homofobî)



12.12.2013 13:21 | biruya hayao miyazaki

2. koma ku di nav bdpê de gelek baş tên parastin e.

kongreya ciwanan a bdpê a beriya 10 rojan fêlan pêkhatinû de, ez nêzikê lgbtiyan rûniştibûm.

kurikek ihtîmalek mezin zêde homofobîk jî hema tam ber wan runiştibû. kengê yekî lgbtî bixwaze ber wî derbas bibe, hewce bû ew jî lingê xwe hinek bide ber xwe da derbas bibin . lê wî wisa nedikir lewma lingê lgbtiyan li wî diket û wî jî ters ters lê mêze dikir. dawiyê de dîsa yekî/yeke xwest derbas bibe, û lî wî ket, vê carê bi awayekî acizbûyî got "ev çi ye yaw ! " . hê ew kesa jê re aciz bûyî bersiv nedayî, herî kêm 7-8 kesan got "hoop heval tu çi dikî eyb e" û rabûn ser xwe. kurikê reben hema got "temam, temam min tiştek negotiye" û rûnişt cihê xwe.

min got wele li wir yekî têr li min bida, min nivkuştî bikiriya, tu kesî ev qas bertek nîşan nedikir. wey bavo ev homo çi qas biqîmet in .



12.12.2013 19:19 | brusk56

3. di derbarê wan de pirr zelal nîn im carnan kerba min ji wan tê carnan jî dilê min ji wan re dişewite nizanim ez jî.. niha di nava bdp de cihek digrin qîmet didin ji wan re lê aliyek jî dibejîn ev çi ye oxlan xistinê di nava partiyê*



12.12.2013 22:29 | ferhenga şikestî

4. (bnr: milliyetçi lgbt)



13.12.2013 13:34 | ceso

5. (bnr: aseksuel)



13.12.2013 21:29 | dijber

6. ango:

lezbiyen û guy û bîseksûel û transeksûel û înterseksûel



08.07.2014 02:51 | xendekî

7. a ku g'ya wê xelet hatiye nivîsîn e, li jor. a rast divê (bnr: gay) be.



08.07.2014 11:32 | azadixwaz

8. tişta gava ku kurd pê dihesin piraniya wan vê bersivê didn bizde olmaz heval. lê ya rast ne ev e hima ez ji der û dero xwe mînakan bidim gava ez biçûk bûm li gundê me piraniya hevalên min û yên ji min mezintir bi hin lawikên qûnek re diketin têkiliyê û ser de jî ew biçûk didîtin bi ya wan gava tu bi wan re biketana têkiliyê te mêrantiya xwe derdixist rastê lê gava wan qûnektî dikir xwe pê biçûk dixistin, hevalên min ên ku di biçûktiya xwe de xwe bi lawikan re ceribandibûn hê jî dilê wan dibije lawikan îcar ev yek ji wan re weke nîşaneke mêrantiyê ye lê ya rast ne ev e ya rast ew e ku kesê ku bi hemcinsê xwe re (tabî tercîh tercîha wan e ez jê re nabêjim tiştekî) bikeve têkiliya cinsî xwezî bike xwezî jî xwe bide ew kes kesekî lgbtî ye bila qet xwe virde nebin neyinin erê bavo gava dikin mêrantiye lê gava ku xwe didin qûnektî ye? ji ber vê yekê kesê ku dibêjin " bizde olmaz heval " bindestê pergalê ne.



30.07.2014 17:18 ~2020.04.12 14:12 | ceso

9. kesê ku bi hemcînsê xwe dikeve têkiliyA cînsî.

ji ber ku ew jî zanin, cûda bûn çi ye, ji ber ku wan jî zilm û nêrîna nexweş a homofobîkan dîtiye, xwe nêzikî kurdan dikin. kurd jî hema bêje di heman rewşê de ne ji ber ku .



31.07.2014 09:37 | brusk56

10. kesên ji mirovên "normal" (!) hê camertir, hê merttir in! net!



31.07.2014 16:46 | saladin

11. koma ku li gorî min dibe hebin û rêzê li wan digirim e. Heke li nexweşxaneyê li wan rast werim wê tu ferqa wan û nexweşên din tune bin. lê bi rastî ez naxwazim hevalên min yên werr hebin.



02.01.2015 20:40 | berxweda

12. "Hevzayendî yê ku mîna tiştekî tê başkirin, bi metodên dûrî aqil ku ji berê ve tê bikaranîn û di beşa bijîşkî de rê dan/dide nîqaşan, di zemanê modern de ji aliyên zanyaran ve ji nexweşiyan nayê hesibandin. Ev 35 sal e ku psîkolog û psîkîyatr pesend kirine ku hevzayendî ne nexweşî yan xerabûyîtîya rûhî yan jî pirsgirêkeke dilînî ye." -----> lê kesên ku xwe ji komel û bingehên bijişkiyê çêtir otorîte dihesibin, bi hêsanî û bêberpisyarî şîroveyên xwe yê pênç quruş nakin, dikarin bi kesên din re parve bikin. de bira bikin.



lê cardin jî kesên beredayî û homofobîk ên kurd mîna tirkên nijadperast lê ji ber ku şermkirinê ditirsin, bi mecbûrî dibêjine "erê kurd hene, ez rêzê li wan digirim lê divê kurd ji aliyê dewlet neyê naskirin. ji ber ku kurd ji aliyên dijminan tê bikaranîn. * aliyê din bi rastî ez naxwazim hevalên min yên kurd hebin" dibêjine ku "li gorî min dibe hebin û rêzê li wan digirim. Heke li nexweşxaneyê li wan rast werim wê tu ferqa wan û nexweşên din tune bin. lê bi rastî ez naxwazim hevalên min yên lgbtî hebin".



çima ev nakokî di nav kurdên me de hene nizanim. pêkan e ku ji ber pênasa wan a eqeliyetê bi xwe * bi sînor e, ji ber ku nizanin xwe di nav talukeyê dibînin, ji ber ku ditirsin ji biyaniyan, ji ber ol û fikrên wan a îdeolojîk, ji ber ku kevneşop in û ji ber ku tirsa zarokneanînê û dibe ku ji ber tirsa qûnê û nizanim çi çend tiştên din a bêwate...



min li vir nivîsandibû: hevzayendî/ https://www.tirsik.net/index.php?peyam=47997



pasaja ewil a nivîsa xwe werdigrim:



"Bi taybetî di civakên rojhilatê de heterobûn ji zayendî pirtir tê wateya zêdebûn/çêbûnê. Kêf û coşî bi temamî hatiye vederkirin û hezkirîbûnê ku berî pesendkirina kêf û coşî ye, wekî tenê xwesera zilaman hatiye dîtin. Tew çi xweşî! Evîna lehengên wekî Mem û Eliyê Qolaxasî yên ji vê axê bûn, ji aliyê vê pergala pîs û qîrê ve bi nêrîna anormal hatiye dîtin. Dema zilam hezdikin, mirin dikeve para wan. Ji ber ku hezkirinê ku ewê ew kesê bigihîne kêf û xweşiyê, lawazî û qelsî ye, jê bêhtir tunebûnê ye. Ji bo wan qelsbûna zilaman ne tiştekî ye ku bê xwestin. Ji bo wan divê behreya ganokî û kutanî her tim ne bi xuyaneka bulge be jî bi potansiyelekî wekî çêrok û kufirbazî bê nîşan dan. Bi eslê xwe ev xwesteka qebiliyeta şerkirin û pevçûnê ye. Peyvên bi “divê” didomîne ji hêla zayendî ve, veşartin û tunekirina hebûnên jinan dihewînin.(...)"



xwedê ev însanên du-rû ji min dûr xe.



02.01.2015 21:16 | biruya hayao miyazaki

13. koma ku ez naxwazim hevalên min ji wan hebin e. nizanim sedema vê xwesteka min çi ye lê bi awayekî îlkel gellekî lê fikirîm û bersiva min tim "divê tune be". ji bo dîtina sedema wê divê kesên di bijîşkiyê an jî di psîkolojiya mirovan de otorîte lêkolînan li ser min bikin.



jêrenot:tu têkiliya vê xwesteka min bi otorîtebûna bijîşkî tune ye(jixwe ez xwe otorîte nabînim û ez ê nebînim jî). mînaka nexweşxaneyê bo nîşandana karê min e ne ku ez wan nexweş dibînim e.



02.01.2015 21:54 | berxweda

14. Rêxistina ku li kurdistanê bi navê Hebun LGBT bi rêxistinbûye. Navenda wê li amedê ye.



11.02.2015 15:09 | diclefirat

15. (bnr: kurneqiz)



05.05.2016 19:52 | bêhna_piştî_baranê

16. (bnr: padîşahê tirkan yên lgbtî)



30.06.2022 07:08 | evcebarê pirê

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» lgbtî

Kategoriyên mijarê:: tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî