Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 24 peyam
şêr şêr e çi jin e çi mêr e - tirşik
şêr şêr e çi jin e çi mêr e
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gotinek e pêşiyan e.

ev gotina pêşiyan ji hêla zîrekî û wêrekî û jêhatiyê ve ferqê di nava şin û mêrî de nahêle..dibêje kar û barên çê girêdayê mêritî an jî jintiyê nîne..



12.12.2013 12:20 | mîrêhekarya

2. gotina herî popÛler ya bavûkalanên kurd ya li ser zar û zimanê kurdzimanan..

xwediyê gotinê eger ev gotin li ser xwe dabûya tescîlkirin vêga ji pereyên telîfê di nav pereyan de mabû..



19.12.2013 19:33 | endazer

3. bi kurtî rehmetiyê arjen arî dibêje şêrgele



08.02.2015 00:35 | dereng

4. ji bo demekê taybetî;

(bnr: leyla zana)



08.02.2015 12:57 | azadixwaz

5. peyama strana herne pêş e jî.

"heger hûn neyên vane keç em meşin

bes e koletî serfiraz her bijîn"



08.02.2015 15:01 | simurg56

6. Gotina ku cegerxwîn di Helbesta xwe ya ji bo leyla qasim de wiha dibêje:



Leyla



Şêr, Şêre, mêr yan jine

Nîşan bi dest, Leyla mine

Polaye dil wek asine

Leyla kiye ?

Leyla jine.

Leyla mine

Leyla mine...



Leyla mine, Leyla welêt

Wê dil li min kir ar û pêt

Mizgî li kurd roja me têt

Dijmin ji tirsan maye şêt

Leyla kiye ?

Leyla jine.

Leyla mine

Leyla mine...



Stêr ji ezman hate xwar

Zer bûn li min bax û bihar

Rabin ji xew ey xwendewar !

Tev mêr û jin bibne şiyar

Leyla kiye ?

Leyla jine.

Leyla mine

Leyla mine...



CegerxwÎn



08.02.2015 15:43 | xendekî

7. tiştê ku ez ji vê gotinê fehm kirime ew e:



şêr ajalekî unîseks e.



19.03.2015 20:43 ~2015.03.21 16:56 | remlavêj

8. şer şer e, çi jin e çi mêr e.



05.02.2016 23:09 | daskan

9. ŞÊR ŞÊR E; ÇI JIN E, ÇI MÊR E!

Mîrê daristanê şêr û rovî pevre digeriyan.
Dema bû êvar, şêr got:
-Birazî ez dereng mam, jinik li malê, li benda min e, divê herim malê.
Rovî şaşmayî bû û pê henekê xwe kir û pirsî:
-Tu ji jina xwe ditirsî, tu mîrê daristanê yî, ka mîrtiya te?
Şêr qehirî, bi awirek tund li rovî nêrî û got:
-Hey ehmeq, ya ku li malê ye, ma mîna te rovî ye; ma tu nizanî ew jî mîna min şêr e!
Rovî ji heybeta şêr tirsiya, destê xwe bi hev girê dan û bi tewreke şelaq got:
-Rast e mîrê min, ŞÊR ŞÊR E; ÇI JIN E, ÇI MÊR E!



18.03.2023 19:24 ~2023.11.06 21:01 | tizbîkêş

10. gelo “ker ker e, çi nêr e, çi mê ye” gotinek rast dibe yan na?

Gotina ango pêşgotina ku hin caran di nav çîrok û romanan de lêrastî têm. Wekî benîşt gelek kes bêyî pirsiyarî radihêjî vê gotinê da ku bibêjin di nav mêr û jinê de cudatî nîn e, karûbarên çê girêdayî mêritî û jinitî nîn e.
ku şêr hevzayend bû emê bê vê gotinê bikarbînin.

Dibe ku weha bibe
Şêr şêr e, çi jin, çi mêr çi jî hevzayend e.



20.04.2023 00:54 | çomo

11. Gotina ku em ê bi vegera leyla zana re dîsa gelek caran bi kar bînin.
Di nava siyasetmedarên jin ên zindî de herî zêde li gorî wê tê.



25 roj berê 06:12 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêr û mişk
» şêrê çiya
» çiyayê bagokê
» jina mala
» çillek
» mêrê baş

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî