Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; baptîst
peyamên çepikkirî

19122. Saaaaal, du hezar û neh. teze ketime zaningehê. heya wê demê, du salê jiyana min bi test bersivkirin û kîr mist dayînê derbas buye... di tamarên min da yek zerre xun tune, tijjîye testosteron, her roj ji mal 12 kilometre direvim heya zaningehê, hê ji enerjîya xwe xelas nabim. êdi ji tuneyîyê didim pey pisîk misîka ew jî xwe ji min xelas dikin, bênamusan pirr atletîkin. peeh, sîdîyên pornoyê bi qarne difroşin... zemanên xirab.



min îngîlîzîyê xwe pêşva xistibu, daîm çavê min li keçên bêgane bu. ew sal, qafîleyek xwendekarên exchange kirî hatin zaningeha me, ez jî ew sal di komîteyê exchangê me, peywira min jî gerandin û kêfxweşkirina van hevalane. li enqerê çiqa bar hebe ez dizanim, ji axaftin û bazar kirin jî şerm nakim... sî heb xwendekarên exchangeê digrim, dibim ciya. birayê xwe, votkayê xwe bê pere dixwum, barmenan û xwedîbaran nas dikim (ev paşê li alîyê seksê pir kêrê min hat, hindikek qarîzma ewk dike). efendîmê xwe ra bêjim halê mi rinde, lê kêmasîyekem heye.



ew testosteronê di wicuDê min da heraretek wisa çê dike, bişey nikarim razêm, di nav mehek da çar nivîn qul dikim... seks tune bavo, misqalek, zerreyek, yek pirçikek seks tune. min hê destê xwe nedaye destê keçikek.



Julia wê demê bi nîyetek baş nêzîkê min bu, hez dikir ku bi min ra sohbet bike, ez jê ra qala feylesofên freng bikim, ew tiro viro bike... ay julîa, nizane ez kîme, nizane min kirêcê diwarê oda xwe bi kîrê xwe xirtikandîye û êdî oda min kirêc jî nagre...



min sê roj bi keçkê muhabbet kirîyê, êdî êvaran wextê min bi xîyalên julîayê derbas dibe, lê ne tiştê ne xweşin, hêrs nebin, ax xîyalêm ewe ku ezê çawa ji qedehê evînê, jê ra şerabê testosteronê bidim vexwarin. xırrrrrrrrrrrrrrr. xaw.



dawîya hefta yekem, min qafila xwe yê exchangê girt û bir antalyayê, em tev li pansîyonek cîh bûn. nîvro em derketin çûn plajê, julîya qurban bîkînîyan li xwe kirîye, lê ji min ra dibêje "ezê nekevim avê, ezê xwe bidim ber tavê, tu dikarî krema tavê li pişta min bidî". oy mamaçîta. min go temam, julîa jî niyeta xwe xirab kirîye, emro ezê antalyayê bişewtînim, ezê akdenizê ziha bikim, zelzeleyek wissa çê kim ku cebeltariq were girtin.



bê tinaz, ez çar saetan bi julîa runiştim û axivîm. îja li antalya, îja li ber tavê, îja pişta min ne kremkirî... wissa sor bum kû we bidîta, weyê bigota "lawo rebeno ji bê seksîyê sor buye, av di wicuda wê nemaye".



dawîya dawî min xwest ez meselê bînim ser hev hemêz kirinÊ, min got "julia, were em herin dîskoyê, henek dans bikin"

"disko? ez baptîstim, ez guhdarîyê muzîkê nakim, dans nakim, alkol jî venaxwim."

"qîzê baptîst çîye?"

"yek ji mezhebên xecperestîyêye, em bawerin mirovatî bi van edetên şeytanê qırêj buye"

"bi kîjan edetên şeytanê?"

"muzîk, dans, seks"

"seks jî?"

"erê seks jî"



welhasil, ew şev min nekarî ji derd û kederan -yek jî ji şewata wicudan- razêm. min dîsa dijun da ji bextê xwe ra...



02.06.2013 20:54 | digor36