Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 41 peyam
li ber sobê xwerina fîkiyan - tirşik
li ber sobê xwerina fîkiyan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbet vê yekê nostoljjyeke xemgin hiştiye li ser gelek xortên kurdan ku zaroktiya wan salên 80an 90de boriye bi piranî li serhedê.



10.12.2013 22:39 | tivirloismail

2. Dema me ber sobê fêkî dixwaran - ji xwe di zivistanê de fêkiya herî erzan û bi hêsan peyda dibûya pirteqal bû - me qaşila pirteqalê ser sobê digivaşt û ew ava kû ji qaşila pirteqalê derdiket bêhneke xweş dikire odeyê de..



10.12.2013 22:46 | nan û av

3. keyfek mezin e. ya ku keyf e, ne xwarina fîkiyan e; her tiştê ku li ber sobê tê kirin gelekî xweş e.

çay vexwarin, xwarin xwarin (oha min çend caran got xwarin), civat gerandin, fîlm temaşekirin, xwendin, lîstin û hwd.

agirê sobê, germahiya wê û gup gupa dengê wê... heqqet ev sobe çima hişên me de evqas cihê xwe xweş kiriye?



10.12.2013 22:50 | simurg56

4. Demekî di zaytungê de nivîseke e komîk di derbarê bîranînên ber sobeyê derketibû.. dema min di vê Mijarê nivîsi ew nivîsa di zaytungê de hat bîra min..ev e nivîs: http://www.zaytung.com/haberdetay.asp?newsid=205974



10.12.2013 22:58 | nan û av

5. bîranîneke bê hempa ye ku nifşên me gihîşt. a xerap hîn nostaljî hene ku carna mariv keys û derfet dibîne ku dîsa biceribîne lê rûniştina li ber sobê dîsa dubare nabe hîn çû derbas bû. zehmetiya sobê gelek bûn û ew barê dê bav bû me têkildar nedikir carna di malê de dibêjim "yav sobê çi xweş bûn newsa? dibêjin erê lê şikandina êzingan jî xweş bûn serhat efendî"* binêrin dîsa ket bîra min. a baş ez cixareyeke bikşînim



10.12.2013 23:31 | ferhenga şikestî

6. Wek her tiştekê li ber sobê fêkî xwarin jî tamekê cûda dihewîne ev jî dide nîşan ka di karekê de derdor çawa bandorê dike.



29.12.2019 18:12 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» berhelist

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî