Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pirtûkxaneya bajêr - tirşik
pirtûkxaneya bajêr
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi ya min saziyên herî kêrhatî ne.

berê min ji van pirtûkxaneyan gelek zêde pirtûk xwendibûn. mirov qartek derdixist û paşê diçû ji nav hezaran pirtûkan ya bi dilê xwe distand û dibir malê dixwend.

ya li mêrsînê, li avahiyek dîrokî ye û loma hinek otantîk e jî. pirtûkên tê de her çiqas kevin bin jî, dîsa jî tê de pirtûkên gelekî xweşik jî hene.



li kurdistanê tiştekî wisa heye gelo nizanim. lê pêwist e hebe. pêwist e her şaredariyên bdpê, li şaredatiyên xwe pirtûkxaneyên mezin vekin û bi pirtûkên kurdî, îngîlîzî, tirkî tije bikin.

him ji bo gel, derfetek gelekî mezin e. him jî qet nebe bi vî awayî belkî nivîskar û weşanxaneyên me bikarin hinekî pirtûk bifroşin.

çima nebe? li kurdistanê bi dehan pirtûkxaneyên ku bi dehhezaran pirtûkan hebe, ma kî dikare îtîraz bike? ma wê tevde çend qurîş bigire?

10.000 hezar pirtûk, her yek 20 tl bin wê 200.000 yanî 2000 milyar. yanî tenê ranta îhalekê.



10.12.2013 20:28 | simurg56

2. xebata şaredariya sÊrtÊ ya herÎ baş (li gor min ) vekirina pirtukxaneya mÎr celadet elÎ bedirxan e.



11.12.2013 17:21 | xelîlêzer

3. Kitûpxaneya sêrtê celadet elî bedîrxan pirtûkxaneyeke muhîm a bajêr e. Kêmasî hene hin kîtêb nînin lê belê hêjaye û çavkanîyeke baş e.



12.11.2016 19:46 | pepûle

4. Gelo ya amedê kîderêye heta nihe ez lê rast nehatime. Çawanîya pirtûkxaneya.bajarekê kêm û zêde nîşaneya rêjeya kesên xwenda dide nîşan loma hêvî dikim ya amedê pir mezin û dewlemend bît.



13.11.2016 13:40 | azad30

5. li amedê pirtûkxaneya dewletê li ofisê ye, û yek jî pirtûkxaneya mehmed uzun heye, ew jî li sumperparkê ye, berê li jêr galeriayê bû û navê wê pirtûkxaneya dsm bû, pişt re bar kir sumperparkê û navê wê jî bû pirtûkxaneya mehmed uzun. ev bûn çend sal neçûmê, demekî min pirtûkek ji vir standibû ji bo xwendinê, hevalekî got ka ez bixwînim paşê ji te re bînim, bir û neanî, niha jî dibêje nayê bîra min,înkar dike, ji hingî ve newêrim xwe nêzî sumerparkê bikim. ;)



13.11.2016 16:22 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkxaneya enstîtuya kurdî ya parîsê
» bajêrwatches

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî