Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hesenê metê - tirşik
hesenê metê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê kurd yê xwediyê pirtûkên smîrnoff, labîrenta cinan, epîlog, ardû, tofan û merivên reben e.

piraniya pirtûkên wî ji çîrokan pêk tê.

bi giştî pirtûkên kurdî hema bêje tenê ji ber ku kurdî ne, dixwînim (an jî min dixwend) lê pirtûkên hesenê metê bi rastî xwe li min bimeraq didin xwendin. kîjan pirtûka wî de bû nizanim, çîrokekê de qala zilamek dikir (bi neyînî) ku rasterast ocalan dianî bîra min û ger wisa be rexneyek pirr dijwar bû. lê weke min got, kîjan çîrok bû nayê bîra min.



16.06.2013 23:26 | simurg56

2. pirtûka tofan e birê min *



25.07.2013 01:13 | cîncoqo

3. ji erxenîya amed ye (1959). pirtûkên wî bi bêhtir wekî novel in. di novelên xwe de minanî kurdan ji bajarên bê nasname û bênav, ji buyêrên spesîfîk, efsanewî û mîtolojîk hez dike. di peşerojê de heye ku bibe namzetê nobelê û bistîne jî.



li derê

labirenta cinan

smirnof

epÎlog



25.07.2013 01:38 | seydayê_peyvan

4. herdû romanên wî labirenta cinan û gotinên gunehkar gelek serkeftîbûn, lê "li dêrê" çi dikir nizanim



27.07.2013 23:21 | arami

5. hesenê me tê.



27.07.2013 23:48 | gurê manco

6. Hesenê Metê nivskarekî Kurd ê serkevtî ye, pirtûkên wî ye herî xwe, Gotinên Gunehkar û Labîrenta Cinan e bi min..,



27.07.2013 23:51 | felek

7. hevpeyvîneke bi hesenê metê re



bnr:



27.07.2013 23:53 | arami

8. hESENÊ METÊ XWEDÊ NE GOTI BINIVSE GOTI BIxvnıne



21.09.2013 15:54 | elias

9. transferê weşanxanaye peywend bû ye.belkî bi saya serê vê weşanxanê wekî berê xweş binivîse,herdû pirtûkên wi ye dawî,kurte çîrokên wî i yên ku kovara çirûskê de derdiçûn heqqet xwerina ji sermiyanê xwe bûn.ka ya bi xêr



08.11.2013 23:15 | tivirloismail

10. niviskarek hêja û serketÎYE LÊ Jİ BER KU PİRTUKÊN XWE DA mixabın GELEK CARAN Dİ DERHEQÊ PÎROZWERÎYÊn BAWErmendan(weki xweda, çarşaf Û perestiş(ibadet)) de gotinên ku dıJMINÊN İSLAMê Jİ NAîNE ZIMAN, Bê şerm bê fedi bÊ edep hesenÊ metÊ tine zıman, mırovê jı xwe sar dike.



22.09.2014 15:20 | azad30

11. nivîskarê ku bi navê (bnr: îşev û çîroka dawîn) berhemeke nû nivîsandiye û ji nava weşanxaneya peywendê derçûye..

bila bi xêr be



05.11.2014 19:05 | ferhenga şikestî

12. nivîskarê pirtûka '' xwedê gotîye bixwîne, negotîye binivîse '' ye. dibe ku ji ber vê yekê bûbe nivîskar.



30.01.2015 18:42 | xulam

13. Hesenê Metê di berhemên xwe de, bi awayeke neyekser û carinan biyekser beşek ji kesayetî û jiyana xwe di hûrgiliyên jiyana lehengên xwe de şêwe dike.


Di romana “Li dêrê” de lehengê wî nivîskarekî kurd e, li Swêdê, li welatê dûr û sar dijî, rojekê diçe dêra Santa Ragnhildê ko dikeve başûrê Stockholmê, bi hêviya ko îlhamekê ji bo romana xwe ya nû wergire.

Nivîskar ango lehengê Hesenê Metê ji bakurê Kurdistanê û dergevanê dêrê ji başûrê Kurdistanê, kurdekî zaxoyî ye. Bilindê Zaxoyî dibe evîndarê dotmama xwe, ji ber êşa evîneke têkçûyî direve û li xerîbiyê rûbirûyî êşa penaberî û tenêtiyê dibe.

Hesenê Metê li dêrê pirsên metafîzîkî ko mirov carinan bêdeng ji xwe dipirse bêyî ko biwêre bi gotinan rave bike, pirsên hebûn û nebûnê bi rêya diyaloga di navbera Bilind û nivskarî de, bi zimanekî felsefî ya balkêş hişyar dike.



28.06.2017 15:50 | tizbîkêş