Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ekşi sözlük
peyamên çepikkirî

18820. piştê kû sebebê îspîyonê "entry bi zimanek xeyn ji tirkî hatîye nivîsandin" rabu, min deh heb entryên kurdî nivîsand, imanfirotno min di nav 20 deqeyanda firandin.



02.06.2013 20:54 | digor36

37918. ferhenga li bin mijara tirşikê de 30 peyam dihewîne û di tirşikê de li ser ekşi sözlükê tenê 20 peyam hene.

(bnr: tirşik vs ekşi)



02.06.2013 17:23 | endazer

112535. Wê rojê li vê malperê bêjîyekî qaşo henekên xwe bi tirşikê kiribû segbav bi tinazan ji bo tirşikê gotibû niza 60! Milyon kurd, bi zimanê kurdî yê 6 hezar salî! Bi mehan e hîç entry nenivîsandine. Ca li wî qûnbigû yî bêhnpêketîyê binêrin. Mezin bûye û henekan jî dike di mejiyê te de gayo.
Tiştekî heye pir zora min diçe. Yav de tu rabe zimanê milletekî 97 sal qedexe bike, însanên wan bikuje, ewê ku dibêje ez kurd im biavêje hepsê, nehêle peyveke bi kurdî jî li sûkê bê bihîstin, nehêle ku ne kitêb ne kovar ne rojname ne gotar û maqale bête nivîsîn û belavkirin, ne radyo ne televizyon hebe û bi ser de jî hemîyan bi zimanê tirkî perwerde bike, asîmîle bike. Bila zimanê tirkî wek a tirkan zanibin lê zimanê kurdî ji bîr bikin. Hemî zargotin û klam û berhemên devkî yên kurdî berhev bike talan bike û bidizîne bike malê tirkî, bi salan gundan bişewitîne, êşkence li xelkê bike. Nehêle kurd perwerde bin fêrî zimanê xwe bibin. Lê piştî 90 salan were bêje ku êdî kurdî ne qedexe ye êdî hûn dikarin bi kurdî biaxifin, binivîsin lê perwerde dîsa nîne. Piştî vê pêvajoyê jî were bêje ka we digot zimanê kurdî ewqas muhîm bû qedîm bû pêşketî bû? Hûn hê nikarin entryek jî binivsîn...

De were û dîn nebe ker kurê ker e eger ez 97 sal zimanê te qedexe bikim, dema tu bêjî ez tirk im û zimanê tirkî heye eger ez dar dikim qûna te, gundên te bişewitînim mal û milkên te wêran bikim û hemî arşîvên te yên nivîskî û berhemên te yên devkî bidizinim talan bikim û bikim malê zimanê kurdî bi şeref bi şeref 97 sal paşê dema ez bêjim tu tirk î? Tu yê bêjî tirk çi ye keko?
Baş xirab kurd li ber xwe dan û piştî 97 salan hê jî kurd hene û kurdî li ser piyan e. Li êranê 30 milyon tirkên azerî hene ji tirsa qûna xwe newêrin bêjin kirt! Lê kurd li wir dibêjin em kurd in!
Ker di qûna te ne pîç!



08.06.2013 14:50 | simurg56

123370. Ferhenga ku bûye warê nijadperestan.êdî nefret û dijminatiya wan a li hemberî kurdan dilê min diqelibîne.hemû ulkucîyên încî sozlukê hatine vir.destên min naçe mijarên derbarê kurdan de vekim



03.06.2013 06:31 | endazer

128534. Ferhenga ku êdî virt û Vela ye.
Erê, bi hezaran peyam tên nivîsîn lê ji %90ê wan dişibin şiroveyên li ser nuçeyên ensonhaber.comê.
(bnr: less is more)
Bila tirşik nebe ekşisözlük.



01.06.2013 01:27 | simurg56