Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
bitcoin - tirşik
bitcoin
(9) (3) (2)
di mijarê de bigere

1. pereya elektronîk e ku her ku diçe popûlertir dibe.

cara yekemîn sala 2009an de ket piyasayê. ev pere/bername ji aliyê kesekî bi navê xwe yê kod: Satoshi Nakamoto ve hat îcatkirin. piştî sala 2010 êdî nayê zanîn ka li ku derê ye û çi dike. lê sîstema ku çêkirî niha ser kar e.



ev pere her çiqas ferazî be jî, sînora wê heye. dema proje temam bû, wê li dinyayê 21 milyon bitcoin hebe. bitcoin ji ku tên? her makîneya ku kirar/processora wê heye dikare bitcoin biafirîne. erê we rast bihîst, mirov dikare li ser komputera xwe van bitcoinan biafirîne.

bitcoin ji şîfreyên 16 reqemî pêk tên, li gorî hêza komputera we hûn dikarin di nava saetan an jî rojan de vê şîfreyê derxin holê û 25 bitcoin qezenc bikin. ji vê yekê re madenkariya bitcoinê tê gotin. lê ger komputera we ne gelekî bihêz be, hûn belkî nekarin perê elektrîka komputera xwe jî derxin.



neyse, heta niha nêzikî 10 milyon bitcoin hatin afirandin û ketin piyasayê. mirov dikare ji malperên înternetê bi perê xwe jî bitcoinan bistîne.



ev sîstem ne girêdayî tu dewlet an jî bankayan e. loma hêzên navnetewî nikarin mudaxele lê bikin. her wiha mirov bi saya vê sîstemê dikare bêmesref pereyan bişîne li her derê dinyayê.

li hinek dewletan hinek şîrket, destpê kirin ku meaşan bi bitcoinê razînin.



sîstemeke tevlîhev e û hê min jî tam fêhm nekiriye. lê heye ku pêşerojê de li tevahiya dinyayê ev sîstem cihê pereyên heyî bigire.



ji niha ve hinek hêz ji vê sîstemê aciz bûne: çînê îro bikaranîna bitcoinê ji bo saziyan qedexe kiriye.



08.12.2013 21:07 | simurg56

2. (bnr: pereyên ferazî)



30.08.2014 16:45 | azadixwaz

3. Di nav pereyên ferazî de ya herî popûler e.
Her roj qimeta xwe bilind dibe.



14.12.2017 08:14 | cinorek

4. pereya ku min di derbarê wê de di sala 2014an de peyam nivîsaniye cara ewil. ger min wê demê bi 10 milyonan 20 bitcoin bikiriya, niha hema bêje trîlyoneke min hebû.

ev proje dikare dinyayê bi awayeke baş jî biguherîne, dikare fîyaskoyek mezin jî jê derkeve. di derbarê ewlekariya teknolojiya wê de nikarim tiştekî bêjim lê tişta dizanim ew e ku ger ev pîyase ne di destê hêzên mezin de be, an jî nekeve destê wan, wê bi awayekê were astengkirin.
erê kes nikare komple asteng bike lê ger danûsatandina bi wê û malperên pîyaseya wê were qedexekirin, wê gelek kes dev jê berde û wê demê wê tenê ji bo karên tarî û tişt miştên online were bikaranîn. û tabî wê bihayê wê gelek gelek kêm bibe fîlan.



14.12.2017 20:40 | simurg56

5. ev salek e ez dibêjim ez bîstînim lê piştî ku min stend dê bikeve. yanê ger min xwe netirsanda dê aniha dewlemed bûma. wexta 10 hezar lîra bû mi go hama ez qene vê carê bi hemî pereyên xwe bistînim lê dîsa ji ber tirsê mi go de na loo ewqas jî dê nefirre. mixabin ger wexta 10 hezar lîrayî bû min bistenda jî ji şeş qat zêdetir min pereya xwe zêdetir kiribû. jixwe halê simurg56 tam trajedî ye. camêr ger di sala 2013an de li dewsa nivîsandina entryê hama hezar lîrayekê bidaya aniha hevalê sabanciyan bûbû:(
(bnr: ez ku îro pir xemgîn im lê yarêê)



15.12.2017 14:00 ~14:00 | ferhenga şikestî


7. Yekemîn ji bo deepweb hatîye dîtin û bikaranîn.Li ser weba kûr ji bo ku kes naxwaze navnîşana xwe ya taybe bide yekê din ango bikarîbîne , ji bo danûstandinê ev perê krîpto hatîye bikaranîn.



05.04.2019 14:28 | brzn

8. îro gihaştiye nirxa herî bilind û bûye $33 hezar. hê 9 meh berê nêzî $4 hezar bû.



03.01.2021 22:58 | hueyn

9. Trajediya (bnr: simurg56) ez pir xemgîn kirim.......



13.02.2021 15:47 | de facto hozan

10. Ji 50 hezar $ bihuriye.



19.02.2021 01:06 | tîrêj zana 21

11. îro elon musk di twîtekê de diyar kir ku êdî bi bitcoina dikarin teslayê bikirin
lê (bnr: ka bizanibin çi kêm e?) *
Here lînkê


bersiva pirsa min:

ne yek û dido ye ku li vir qala wê bikim û serê we biêşînim :(



25.03.2021 00:01 ~00:03 | merwano

12. Bitcoin Kurdî , navê hesabek e twitterê ye û her carê gelek tiştên girîng derbarê bitcoîn de parve dikin.Xeynê twitter li ser instagram û telegramê jî hene.Li ser tirşik hesabên wan nîne hê.
https://twitter.com/BitcoinKurdi - Here lînkê



25.03.2021 00:43 | brzn

13. Neka 62.000 dolar wan e, vê bihayê derbas jî kiribû neka daketiye piçekî. Ax kekê simurg56 te wê çaxê yek stendibûna neka tirşika me geştir û xweştir bû (-_-)



17.04.2021 14:07 | xabûrî

14. îro top avetiye û pê re jî hemû crîpto pereyên din jî ketine mezin kiriye.
bi kurtasî:
Here lînkê



18.04.2021 13:33 | merwano

15. perê ku nirxa wê ji doh ve dikeve. vêga 35K dolar e. weberhênerên (investor) marketê yên bitcoin nirxê wê dadixin. Yên xwedî bitcoin in jî ketine gengeşeyekê nizanin çi bikin.

Here lînkê



19.05.2021 17:46 ~18:08 | hueyn

16. Baş çêbu Xwezî teqlo meqlo bimîne
Keda bê xwêdana eniyê keda qirêjî û gemar
Xwezî kes xêr jê nebîne



19.05.2021 19:06 | ysfcevher

17. Coinê dibê qey nifir lê bûye, ewê piçek bixwede were wê yek derê ji xatiya xwe acis bibe çend gotin û hinek qedexeyan derxin holê, wê cardin hilweşe..

Kriptoyê îro pir ketibû îro derba sitendinêbû pêrê min hebûya minê bistenda zirar bûya jî bila zirarek baş bibûya *

Ev rewşa ketinê ne tiştek nûjene berê jî wisa dibû ev derbasdare li ser devê elon musk û cejna remezanê piçek ket, piştî wî rabû çaplûka vêcarê çîn tepek lêda û wisa bû.

Ne li ser bextê min yê ku here bistîne wê pereyê xwe di pêşerojêde di demek kurte du qat bike.



19.05.2021 21:27 | shorbevan

18. kesên ku dixwazin di vê qadê de karê bikin divê bi sebir bin, wekî din têk çûna wan nêzîke...
(bnr: topek li elon musk bikeve)



19.05.2021 21:36 | merwano

19. (bnr: ekşisözlük)



19.05.2021 22:01 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bitcoin

Kategoriyên mijarê:: teknoloji malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî