Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
çaya li ber kompûterê - tirşik
çaya li ber kompûterê

Navê mijarê ya ewil ev bû:çaya ber komputerê
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirî caran mehkûmê cemidîn û rijandinê ye.

qet nebe yên ber komputera min wisa ne.



08.12.2013 11:35 | simurg56

2. her çiqas kêfek xweş be jî lê her carî yan ser mase yan jî li ser xwe de dirijînim..



08.12.2013 13:39 | newenda

3. kêfeke mezin e bi taybetî jî li gel cixare û muzikê dikare te bi seatan dîl bigre



08.12.2013 15:52 | ferhenga şikestî

4. hevalê dûyê cixarê ye. bila qedîn hebûya û sarbûn tinebûya..



08.12.2013 20:41 | oxir

5. (bnr: peçeteyên ber komputerê)*



26.02.2014 13:20 | biruya hayao miyazaki

6. Jiber ku serpêhatîyên min bi çayê ber komputerê re hinek ne baş in êdî newêrim li derdora amûrên elektronîk tiştek vexwim.*

Naxwazim dîsa hingî barê kerê pere bidim.*



01.12.2019 12:53 | xelîl

7. îsal min caran çaya xwe ya ber kombersê rijand ser klavyeyê û her carî bişkokên wê zeliqîn, hinin demek dirêj nexebitîn û asoxî mecbûr mam ku bişkokek bişkênînim.



01.12.2019 13:15 | biruya hayao miyazaki

8. Çaya ku tê jibîrkirinê ye. Gelek bitehm e lê ku mirov di nav kombersê de xwe ji bîra neke û di berde çend gulpan li çaya xwe jî bixe xweş e. Pirî caran piştî çend gulpê germ yên ji ser qedehê pêve li kêleka kombersê li benda sarbûn û rijandina xwe dimîne.



31.01.2022 15:46 | tîrêj zana 21

9. (bnr: çaya ber laptopê)

wiha kûmarekî mezintir e*. ji ber ku komputerê sermase be tenê monitor, çend kablo, keyboard û mişk li ser mase dibe û tenê mişk û keyboard dikeve rîskê. lê laptop bi yek perçeyan pêk tê...



31.01.2022 15:54 ~15:55 | heval.js

10. Wek ku hatîye gotin rîskek gelekî mezin e. Li gorî mercên Murphy (bnr: murphy rules), pêkanîyek mezin hundirê çend xulekan de li ser kombersê dadibe.



31.01.2022 23:42 ~23:42 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çaya zelal
» berfîn

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî