1. Kevirekî silindirîk û stûr e. Bi alîkariya qeysik, bi gotineke din qewsik, di rojên şilî de, da ku banê xaniyan dilop nekin û ban bişide, pê ban bi giregirr tê bangerankirin. Birastî jî hevokeke pirr bi gerr û girr bû! |
|
07.12.2013 22:08 |
ceso
|
2. xewnereşkê min e. lê ne eva ku li jor hatiye behskirin. ya ji wê jî mezintir, ew a ku ji bo rastkirina asfaltê tê bikaranîn... dema ez zarok bûm, li kuçeyeke nêzikî mala me ev bagera mezin hatibû, asfalta nû rijandî rast dikir. em jî çûbûn temaşekirinê. wan rojan dihat gotin ku nizanim li ku derê, zarokek maye bin vê bagerê de û mejiyê wî rijaye û bi asfalta reş re bûye yek. ez bawer im ji ber vê bû ku bi mehan, belkî bi salan min vê bagerê di xewna xwe de didît, ez diçûm wê kuçeyê û ew bager mezin dibû û mezin dibû û mezin dibû û paşê hemû dinya dibû ew bager. dilê min teng dibû, mîna ku kesek bi destê xwe dilê min bigre destê xwe û biguvişe, dibû. paşê tabî şiyar dibûm, lê moralê min xerab dibû. kurê ez çi gêj bûm yaw * aha dîsa moralê min xera bû, spas tirşik. |
|
07.12.2013 22:49 |
simurg56
|
3. peytê kurdîbuyînê helbestvan û dengbêjê hêja skrillexe |
|
07.12.2013 22:55 |
xurufi
|
5. kevirê ku pê banê digerînin, bangeran/18191. |
|
19.12.2015 23:48 |
shorbevan
|
6. (bnr: lox) kevirê ku ser xaniyan banên pê lox dikin... |
|
19.12.2015 23:55 ~2015.12.20 00:24 |
havka
|
|
|
07.06.2020 04:27 |
afa
|
8. mîna şiklê silindire, ji bo axa li ser bana bidewise û rast bibe, tê bi kar tênin. |
|
07.06.2020 14:23 ~14:24 |
merwano
|
9. alav a ku piştî seyandina xanî tê ajotin . |
|
07.06.2020 19:18 ~19:27 |
shwinsherm
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |